Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dixwazim binê gotinên xwe dax bidim ku gelek giring e mêr pirsa “mêrbûn û tûndkariya mêrbûnê çêkirî” bikin û ez ji vê yekê ditirsim.
Belê ji ber ku ez mêrek im û ditirsim li ser vê mijarê bifikirim, ev rêzenivîs gelek giring e.
Ji ber ku dema ez li ser vê mijarê binivîsim jî divê ji şermezarkirina kuştina jinan cidatir tiştinan bibêjim, tiştinan bikim. Ya rastî divê wan tiştan bikim ku ez xwe ji wan vedişêrim.
Dibêjim qey ez hewil bidim behsa her tiştan bikim dişibe wê yekê ku xwe li hemberê tazîbûnê biparêzim. Ez dizanim gelek caran dê ev hevok bêne gotin “taliya paşiyê ez jî mêrekê di vê civakê de me” lê ev jî destpêkek e.
Li cihên şexsî û cihên civakî li her deran bi awayekê sîstematîk tûnkarî li jinan tê kirin û ew têne tacizkirin. Her awayê tûndkariya li wan tê kirin wek tiştekê ji rêzê be tê dîtin. Gelo berpirsiyarîya min a ji bo vê yekê çi ye? Gelo çi wateya wê heye ku ez jî yek ji wan kesan im ku gunehkarên vê mijarê ne?
Nêrînên kîndarane yên melayî
Min di sala 1965ê de li gundê Sinci yê Karamanê dest bi çûna mektebê kir. Li wê derê bi tenê sefek û dersdarek hebû, rêza pêşiyê sefa yekem, rêzên dî sefên navê û rêza paşiyê sefa pêncem bûn. Hingê ez heft salî bûm.
Me hemiya pistoya spî, cilikên dibistanê yê reş, goreyên rîs û pêlava plastîk hebû.
Rojên şemiya ji bo bêhnvekirina du rojên dibistan neyî em diçûn stevla Sarilarin Halîlî. Li wê derê pêlîstokên me hebûn ku me pê dilîst.
Ji xwe di rojên Yekşeman de em diçûn nik melayî. Li gundî dema zarokekê/î xitmek[Quran] bixwenda bi pesindarî behsa wî dihat kirin.
Rojekî melayê gundî hat pişt wê stevla ku me lê dilîst. Rasterast bi ser Asyayê de hat, çengê wê girt, ber bi xwe ve kêşa, bi awirên tûj lê nêrî û qêrî:
“Tê careka dî bi kurikan re nelîzî, tê ji malê dernekevî.”
Asya çû. Serê gulberojikan yê wê hewil dida bike teker li wê erdê ma.
Keç û kur
Asya ti caran beşdarî lîstikên me nebû. Ez gelek tisiyabûm û min xwe wek sûcdaran didît. Ahmet welê dixweya ku kêfxweş bû ku bavê wî li hemberî xuşka wî bi wî awayî tevgeriya. Got: “Min jê re gotibû.”
Bi xêra melayê gundî yê ku herî zêde gotina wî qedir e, ez hîn bûm ku keç nikarin bi kuran re bilîzin. Nêrînên melayî dê ti caran ji ber çavên min neçe.
Sal borîn em hatin bajarî êdî ez xwendekarê Dibistana Seretayî ya Gazî Mustafa Kemalî bû. Yek sef û yek dersdarê wê hebû.
Ez bêriya wan dikim: Herî zêde jî bêriya Eyşegulê dikim, peywendiya me bi tenê li ser wê yekê bû ku min lê dida û direvîm.
Piştî salan min bihîst ku Zuleyha û Huseyîn zewicî ne. Huseyîn zarokekî zeîf û hûrik bû. Welê bû tu nanê wî ji destan birevînî dê dengê xwe nekira. Zakatiya Zelîhayê nayê bîra min.
Manşet; Kuştina ji bo namûsê
Nûçeya diltezîn zû belav bû; li gundê me mêrekî jina xwe kuştibû. Huseyînî jina xwe kuştibû. Bavê min di roja duyem de hemî rojnameyên ew nûçe nivîsîn anibûn malê. Manşet ev bû: “Kuştina ji bo namûsê.”
Ev bûyera ku mirov jê mat dimîne, bi rojan bû mijara axiftinê. Ji min re hat gotin ku malbata Zelîhayê xweyîtîya xwe li termê keça xwe kiriye. Ji bo yekem civîna dadgehê xelk li ber deriyê dadgehê kom bûbûn ez jî li wê derê bûm.
Du Cendirmeyan destê Huseyînî kelepçe kiribû û di navbera xwe de dibirin.
Huseyinê hûrik û zeîf hatibû ser hemdê xwe, hecko ne wî jinak kuştibû. Hecko piştî sinetê ji nû ve “bûbû mêr.”
Gelê me gelek hêşedar e. Li dora dadgehê kom bûbû, çepik ji bo Huseynî lê dida.
Qehremanê namûsa xwe xelas kirî paşê ”ji ber tehrîkkariya zêde” kêm ceza stand paşê serbest bû. Dema hevala min a zarokatiyê hat kuştin ez zêdetir lê hesiyam ku dîwarên namûsê yê reng—gewr çi ye.
Encam çi ye; Huseyin “qurbanê qederê” Zelîha “orispî” û bi hezaran Huseyîn jî “bekçîyên namûsê” ne.
Min bawer dikir ku em dikarin bi sosyalîzmê çareser bikin
Di wan salên ku me lîse dixwend de, ji ber rewşa siyasî û civakî min wek mêrekê çepgir hewil dida xwe îspat bikim. Ez tam ketibûm nav mijaran civaka komûnal, civaka paşketî, kapîtalîzm û feodalîzm...
Êdî min fikra Marksîstan nas kiribû û ber bi şoreşgerî û sosyalîzmê ve diçûm.
Dema berxwedana li dijî faşîstan dest pê kir qet min xwe jê veneda ku bibim yê pêşeng. Ji ber ku dirûşma “şehîdên şoreşgeriyê nemir in” di guhê me de olan dida.
8ê Adarê
Me ew qasê ji şoreşê bawer dikir ku... Me dîroka 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar bi “xuşkên xwe” re dixwend. Her çende xuşka min Sema û dêya min li malê ji bo birayê min û bavê min û min xizmet dikirin jî gihabûm wê qinaetê ku jin û mêr wekhev in.
Her çende min nedidît ka mêr û birayên keçan çi ji wan dike, min dîtibû ka serkarên mên çi neheqiyan li karmendên jin dikin.
Min digot em ê van hemî tiştan piştî şoreşê çareser bikin. Paşê derbeya 12ê Îlonê pêk hat. Paşê Hevgiriya Sovyetan têk çû.
Hîn bûm ku nebêjim “wek mêran...”
Di sala 1984ê de piştî ez ji girtîgehê derketim. Min dîsa dest bi karê xwe yê dersdariyê kir. Çêdibe ku ji ber çalakiyên bihara 1989ê be min hin dît ku di têkoşînê de me. Ez pêşiyê di Egit-Derê(Komeleya Perwerdekaran) paşê di Egit-Senê(Sendîkaya Perwerdekaran) de bûm xwediyê roleka sereke. Bi xêra femînîstên di sendîkayê de hîn bûm ku dibê [bi zimanê Tirkî] ji jinan re nebêjim “bayan” divê bêjim “kadın.”
Niho jî çarinan bêyî hemdê xwe dibêjim lê hewil didim nebêjim “wek mêran.”
Herçende min hewil da bi vî awayî bi kurdtasî bibêjim jî rastî tam ne ev e.
Di sohbetên bi mêran re ez dijûnên bi hemî rengan didim, sohbetên li ser seksê dikim. Bi tenê di civatên jin tê de hayîn min hay ji xwe heye.
Kevneperestî
Hewildanek heye ku li rêxistinên civakî yên demokratîk û rêxistinên sivîl rê bide jinan da zêdetir bibin xwediyên postên birêvebiriyê, cidaxwaziya pozîtîf û daxwaza kotatê... ev hemî encama berxwedana jinan e.
Ez dibînim ku ji aliyekê ve jî be hewildanên ji bo wekhevbûna jin û mêran heye. Erê ev tişteka erênî ye lê ne ev qasê hêsanî ye.
Kevneperestî ne bi tenê ji bo civaka kevneperest e, ji bo wan kesên xwe wek wekhevîxwaz, azadîxwaz, mafxawazên mafên mirovan jî heman tişt heye.
Ez bi xwe welê difikirim ku dema zayenda civakî, hişyarîya li ser zayendê, tûndkarî, binpêkirin
Patrîyarka û kapîtalîzm li derveyî siyasetê tê hiştin an kêm tê dîtin, we dike ku sîstem xwe dîsa û dîsa nû bike.
Patrîyarka û kapîtalîzm
Ji ber wê yekê kapîtalîzm û çanda wê çêkirî, li gor qinaeta min kêşeya wan mêran e ku di têkoşîna li dijî faşîzmê de xwe tevlî wan bûyerên kesane dixweyîn nakin.
Heke newekheviya zayendî bi tenê li ser têkiliyên kesane yên mirovan bihatiya dîtin, karê me mêran dê hêsanîtir biba.
Lê belê tiştên ku dibin tesîrê li hemiya civatê dikin. Mirov nikare di asta têkiliya di navbera du kesan de bibîne. Heke min bizaniya ferqa di navbera Patrîyarka û kapîtalîzmê de çi ye, min ê bikariya di vê kaosê de hişê xwe yê mêrane paqij bikim.
Ez difikirim ku têkoşîna jinan di nav kedkarên civatê de têkoşîna herî kêrhatî ye.
Taciz, mobîng
Ew rêxistinên ku ji bo kedê, xwezayê, mirovan, LGBTIyan diebitin û li dijî mîlîtarîzmê ne, ji bo sendîka û demokrasîyê kar dikin li dijî wan tiştên sîstemê çêkirîn tevdigerin.
Gelek karê mobîngê di nava wan de tê kirin, hewildaneka ji bo veşartina tacizê heye, bi xema ku rêxistin dê teşhîr bibe hewil dide her tiştî di nava rêxistinê de hel bike.
Hiqûqa di nava rêxistinan de
Halbûkî gelek hêsanî ye. Heke jinek îdia bike ku ew tê tacizkirin divê bi beyana wê bi hiqûqa di nava rêxistinê de kar bê kirin. Divê li kargehê hin tedbîrên welê ji bo jinan bêne standin ku jin zererê ji pêvajoyê nebîne. Di destpêkê de li rêxistineka demokratîk ev têne kirin.
Lê bi vî awayî nabe. Desthilata di nava rêxistinan de dikeve dewrê. Rûyê mêran xwe di ji nûve dîzaynkirina sîyaseta navxweyî de der dike.
Dema em dibînin rêxistineka bi vî rengî di bûyereka taciz/mobîngê de çawa wek dewleteka biçûk tevdigere tirs mirovî digire.
Ji ber serhatiyeka bi vî rengê min li gor hinan bi biryareka “birûmet” li gor hinekan jî “ji bo keç-meçan” min dest ji rêxistina xwe berda.
Encam
Diana Scully lêkolînek li ser tecawizkarên di girtîgehan de kiriye. Wê îspad kiriye ku kêşe di çanda desthilatxwez ya mêran de ye.
Kurtasî ji bo tûndkariya zayendî nebe divê em xwe biguherin. Belê bi rastî jî ne “tesedif” e ku jin mêran nakujin mêr jinan dikujin. (SE/ŞA/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |