Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Demeke dirêje ez di nava cîhaneke wiha de dijîm ku em dikarin jê re bibêjin cîhana fikr û ramanê. Ev cîhan ji akademisyen û entelektuelan pêk tê. Armanca min a ji gotina cîhana fikr û ramanê ew e ku li vê cîhanê fikr û raman bi xwe nirxeke û heta armanc e ke.
Çavlirêye ku kesê bikeve nava vê cîhanê xebata fikr û ramanê bixe navenda jiyana xwe û baweriyê bi hêza ravekirin û veguherîneriya ramanê bîne. Ev jî tê wê wateyê ku, divê sînorên ramana xwe her gav fireh û kûr bike, hewl bide astengên li ber ramanê derbas bike û hewceyî çêbibe di ber ramanê de –ji ber ku raman ji bo wî/wê tiştekî cidî ye- li bendeyî rîskên kifş be.
Mirov dikare li hemberî vê nêrînê bibêje ku, cîhaneke wiha di rastiyê de nîne, ti kes di nava jiyaneke hizrî ya xwerû de najî, tevgera hizrî her gavê piştî tevger û metirsiyên din tê û kesên di ber pêşxistina fikrên xwe de rîskan didin ber çavan li her derê û her gavê hindik in.
Her weha dibe ku bê gotin, tevgera hizrî bi xwe di nava dîwarên hundirîn de çêdibe, yanî fikr û ramana kesê di nava tevgera hizrî de ye bêyî ku haya wî/wê jê hebe, ji hêla sînorên hisî, çînî, olî, zayendî û etnîk ve tê sînordarkirin.
Lê cîhana hizrî ya ku dil dixwaze, îtirazên bi vî rengî jî cidî dibîne, li ser hûr dibe û bi cîhanên din ên ku di nava cîhana hizrî de ne li bendê ye ku cîhana xwe û heta xwe bi xwe jî bike obje.
Ev îdeal, qet nebe ji Soktaresî û vir ve û bi taybet du sed salên dawiyê yên cîhana hizrî li dijî civat û dewletê xweseriyeke kifş bi dest xistiye, bi hêz û bi rêzdarî jiyana xwe berdewam dike.
Ez di dawiya salên 1999ê de dema li Fakulteya Zanînên Siyasî (FZS) ya Zanîngeha Enqereyê asîstan bûm ketim nava vê cîhana taybet. FZSya wan salan ji FZSya salên 1960 û 1970yan gelekî cuda bû ku Tûgrûl Eryilmaz di nivîsa xwe ya di vê rêzenivîsê de behs dikir. Hejmara xwendekar û mamosteyên jin gelekî zêde bûbû, weke rêje nêzîkî ji sedî 50yan bûbû.
Lê tiştê ji zêdebûna hejmarî girîngtir ew bû ku beşeke girîng ji akademisyên jin feminîst bûn. Bi rengekî rast ez cara pêşiyê li vir leqayî feminîzmê hatim, bi qasî ku tê hişê min beriya wê bi çend mehan ez bûbûm asîstan.
Piştî firavînê dema min qehwe vedixwar û cixare dikêşand, min hin tişt digotin lê ji bilî peyvekê nayê hişê min ku min çi digot. Ew peyv tê hişê min, ji ber ku hevaleke min a feminîst a weke min asîstan bû bi gotina “divê tu nebêjî ‘bayan’, tu bibêjî ‘kadın’” li min hêrs bûbû.
Tiştekî din ku ji wê demê di hişê min de maye û ne mimkun e ku ez ji bîr bikim jî şermkirina min bû. Ez soromoro bûbûm. Lê ev rijdbûn, dema em şerma wan rojan nehesibînin, fêdeyeke mezin li min kir.
Bi saya vê azarê ya weke dersekê bû, min fêm kir ku hilbijartina peyvan ne hilbijartineke ji rêzê ye, li pişta wê dîrokeke gelekî mezin û û hîyerarşîya hêzê heye, lewre li şûna wê peyvê, peyveke din hatiye hilbijartin û bi vê re biryar hatiye girtin ku nebe parçeyek ji wê dîrokê û bibe parçeyek ji cîhaneke nû.
Ez li vir behsa xwe û tecrûbeyên xwe dikim lê helbet ev tecrûbeyên min ne bi min tenê ve girêdayî ne. Di nava salan de weke herkesan min jî gelek caran çavdêrî lê kiriye ku feminîst çawa akademisyenên mêr perwerde dikin û wan diguherînin.
Ez wisa bawer dikim ku xala herî girîng a bûye sedema guhertinê, mecbûriyeta guhertinê bû.
Divê akademisyenên mêr biguheriyana lê li FZSyê (û li fakulteyên din ên Cebeciyê û li gelek zanîngehên din ê li cîhanê) bi hêza xwe ya mezin û rewa derketibû holê.
Di rewşeke wiha de, ji hizrên mêran bigirin heta gotinên wan, ji pirtûkên ku mêran xwe bi xwe hazir kirine heta panelên wan, ji meşên wan bigirin heta bikaranîna dest û piyên wan, ji nêzîkatiya li hemberî xwendekarên jin bigirin heta têkiliyên wan ên romantîk û heta hêrsbûnên wan, hemû şêweyên wan ên derbarê hebûnê û kirinê de dihatin dîtin, pirsiyarîkirin û rexnekirin.
Dawiya dawî mêr beriya ku di jiyana rast de pêrgî nêrînên rexneyî yên feminîstan bên, di kontrol û erêkirina feminîsteke xeyalî ya di hişê xwe de derbas dibûn û li gorî wê tevdigeriyan.
Bell hooks, di pirtûka xwe ya li ser ihtimala guherîna mêran a piştî retkirina patriyarkayê de, dibêje ku di rastiyê de mêr dixwazin xwe biguherînin, lê ditirsin ku xwe biguherin, ji ber wê jî divê feminîzm alîkariya mêran bike, nexşerêya guherînê ya kifş pêşkêşî wan bike. [1]
Lê weke ku min di vê paragrafê de jî behsa wê kiriye, li qadên kifş ên weke cîhana hizrî, tirs bi xwe jî (tirsa dîtinê, ya biçûkxistinê, ya lipaşmayinê) dibe ku bibe navgîneke guherînê.
Lê sedema guherînê tenê ne negatif e, yanî guherîn tenê ne ji tirs û mecbûriyetê çêdibe. Dema mêr hêza ji mêraniyê distînin û imtiyazên ku ji mêraniyê distînin winda dikin û di encama vê de têkiliyeke wekhevtir li gel jinên li derdora xwe datînin, ji barê mêraniyê yên ku wan jî diçewisîne, hişk dike û di heman demê de him êşê dide, him jî wan dike kesên ji rêzê rizgar dibin.
Vî tiştî hiştiye ku li hêlekê astengiyên li ser hizrên xwe bibînin û di encamê de hîn baştir bifikirin. Li hêla din jî hevaltî û evîndariya ku bi jinên feminîst re danîne, ji ber di nava xwe de wekheviyekê dihewînin, hiştiye nêzbûneke beriya niha jê ne agahdar bûn û nedizanîn nas bikin.
Bi saya vê nêzbûnê, mêr bi hestên xwe re diketin nava têkiliyekê, yanî dest bi fikra li ser wî tiştî dikirin ku çi his dikin û çima wiha his dikin. Vê jî bi xwe re dihişt ku têkiliyê bi hestên mirovên li pêşberî deynin.
Bi taybetî xwebaşdîtin û xwenaskirin ji ber ku dihêle mêr ji bandora ketûberkirina dîrok û civakê derkevin, mêrên ku vî tiştî tecrûbe dikin his kirin ku ew azad bûne.
Ji ber van hemû sedeman, di cîhana hizrî ya çepgiran de ku ez jî parçeyek jê me, mêrên sosyalîst dixwestin her bi jinên feminîst re bibin heval û hezkirî. Mêrekî ku bi jineke nefeminîst re bibe heval, di rastiyê de biryara dicîdemayinê distandin û li derdora xwe wiha dihatin naskirin.
Lê li wê cîhana ku ez parçeyek jê me mêrên wiha kêm in. Lewma mandora feminîzmê ya li ser sosyalîzmê ne tenê siyasî û hizrî ye, di heman demê de şexsî ye. Ne mimkun e ku êdî feminîzm û sosyalîzmê cuda bifikirin, her çiqas ku ne heman tişt bin.
Ez naxwazim bibêjim ku mêrên li cîhana hizrî ya çepgiran bi temamî dest ji mêraniya xwe berdane, weke mînak bêteşe nebin, sohbeta mêran nakin, ne dijminên jinan e, tundkariya laşî û fizîkî ya li ser jinan nakin, dest navêjin jinan.
Ev û jê zêdetir weke li her qadê li cîhana hizrî jî hene. Lê ez dixwazim di vê nivîsê de –li şûna bala xwe bidim wan halên mêraniyê yên li cîhana hizrî ku li cîhanên din berbelav in û desthilatin- li ser rewşa mêraniyê ya kifş ya li vê cîhanê belav e û rêzdar e bisekinim ku tenê di jiyana hizrî de heye: Otorîteya entelektuel a mêran.
Liv û tevgera ku li derdora kesayetiya akademisyen/bîrewer/entelektuelên mêran e, bi desthilat û îdiaya desthilatê ya li ser zanyarî û teoriyê, bi fermandayinê û jixwebaweriyê, bi nivîsandina gelek mijaran ya bi heman îdiayê ku ji xwe re weke mafekî dibîne, bi nirxandina mijarên mezin a bi hizrên bihêz/rijd an jî bi lê hûrbûna mijarên biçûk bi rengekî berfireh tê avakirin.
Çi otorîteya zanyariyê ya ku bi pirtûk û maqaleyan tê avakirin û çi jî aqilmendiya ku bi qunciknivîs û parvekirinên Twitterê tê avakirin, ev rewşa ku him weke kesayet di nava mijarê de ye û him jî bandora encaman lê dike ya ku dizane/dibîne/fam dike, dema bi piranî mêrên ji wan ciwantir bi hejmetkarî lê temaş dikin tê pesendkirin û temam dibe.
Bi gotineke dinê, ev performansên ku xwerûye bi dika hizrî re, bi nêrînên hejmetkarî yên temaşevanên mêr re vediguheze otorîteyekê. Herçiqas ku sihra vê sehneyê bi lidijderketina jinan re hinekî kêm bibe jî, mêr van lidijderketinan jî dixin nav û dikarin otorîteyên xwe yên entelektuelî berdewam bikin.
Weke mînak, li gorî J. M. Coetzeeyî “entelektueliya rasyonel û ya sekuler” bi hêsanî tehl nabe, dizane ku tehlbûn ji ber pozisyoneke hizrî ya lawaz çêdibe û wisa difikire ku serkeftina nîqaşa entelektuel a serbest wê li gorî qaîdeyên aqilî diyar bibe. Heke ku ji ber gotinekê yan jî ji ber rexneyekê tehl bibe û hêrs bibe, li ser sedema tehlbûna xwe yanî li ser hestên xwe jî difikire, analîza hestên xwe jî dike û xwe ji derveyî mijarê digire.
Kesê/a entelektuel, li gorî prensîba “xwe nas bike” ya ji dema Soktaresî heta niha rûmeta xwe diparêze rexneyên li hemberî xwe û heta êrîşên biçûkxistinê bi xwe jî bi ken pêşwazî dike û cesaretê dide van tiştan. [2]
Her çiqas ku Coetzee, mêr/nivîskarekî ji her aliyî ve nû/nerm jî be û di encama îzafîkirina xwe de binê otorîteya xwe dikole jî, ez wisa difikirim ku tenê mêrek dikare vê pênasekirina entelektueliyê bike: Cûreyeke wiha ye tehl nabe, heke ku tehl bibe jî rûmetê nade hestên xwe, rexneyên li dijî hizrên xwe bi xweşbînî pêşwazî dike û fêdê ji van tiştan digire.
Lê ev ne tenekê penasekirinek e. Entelektuelên mêr ên ji vî cureyî gelek in, ew nebe jî entelektuelên mêr ên ku dixwazin bibin wiha jî gelek in û ev cure entelektuelî ji bo wan dibêjim qey di nava îdealên şexsî de ya herî mezin e.
Dema em di heman çarçoveyê de li disiplîna sosyolojiyê dinêrin, li gorî nêrîna min Pierre Bourdieu mînakeke gelekî balkêş e ku di pêncî salên dawiyê de otorîteyê herî mezin e. Bourdieuyê li ser çawaniya avakirina otorîteyê jî kar kiriye, otorîteya xwe ya şopînerên wî her gav ji nû ve çêdikin bi xwe ava kiriye.
Ev tişt, bi usluba xwe ya jixwebawer û biferman, bi têginiyên dewlemend ê ku ji hêla wî hatine çêkirin, bi xwebatên xwe yên li qadê, bi hewla xwe ya rengvedanê (refleksiyon) kiriye. Ev tişt ewqas bi pêş de bir ku bi baweriya ku wê karibe vî tiştî ji jinan jî baştir çêbike û ji serî de rexneyên ku dibe ji jinan bên da ber çavê xwe. [3]
Dîsa di vê çarçoveyê di dibe nêrîna li mînaka Immanuel Wallersteinî balkêş be ku yek ji navên herî mezin û yên herî bibandor ê sosyolojiya dîrokiyê ye. Wallersteinî bi “analîza xwe ya sîstemên-cîhanî” û bi navgînên têgînî û bi saziyên akademik, ne tenê analîza dîrokî ya cîhanan kiriye, di heman demê de bi rengekî daimî li ser dahatûya cîhanê jî fikiriye.
Ez wisa difikirim ku îdia û hewesa zanîn, dîtin û pêşbîniya her tiştî ya xweser e bi entelektuelên mêr, hevaltiyê bi wê hestê re dike ku kirina her tiştan ji xwe re maf dibîne. Ji ber vê, zehmetiyê dikişînim di di xeyalkirina wî tiştî de ku sosyologeke dîrokiyê ya jin derbarê dem û cihên bi vî awayî berfireh de fikrên xwe bîne ziman û qîma xwe tenê bi rabirdûyê nîne û derbarê dahatûyê de jî biaxive.
Mirov dikare li şûna van entelektuelên mêr gelek gelek mînakên din jî bidîta, lê min Coetzee, Bourdieu û Wallersteinî hilbijart ku ez gelekî ji wan hez dikim û hema hema min hewl daye ku hemû pirtûkên wan bixwînim. Bi gotineke din, ti pêşdaraziyeke min yan jî antîpatiyeke min ji bo van navan tune bû. Berevajî vî tiştî, ez hejmetkarê uslup, têgeh, nêrîna wan im.
Hannah Arend di serdema 20emîn de yek ji wan birewerên jin e ku dikarîbû bi berfirehiya mijarên entelektuelên mêr pê re eleqedar dibin û bi uslubên wan ên ku otorîteyê belav dikin re têkeve pêşbaziyê, li ser pirsa hempîşeyê xwe ya “Gelo hûn dixwazin bibin xwediyê bandoreke berfireh?” bersiveke wiha dide –ev bersiv bersiva pirsên di hişê min de ye jî-: “Dibe ku ez îronîk bim lê ev pirseke maskûlîn (mêrane) e. Mêr dixwazin her gavê bi awayekî gelekî mezin bibandor bin…”[4]
Lê ev tespît car caran di nava dilê min de metirsiyeke mezin çêdike. Gelo divê ez dest ji tiştên ku min nivîsandine û tiştên ku dixwazim binivîsim berdim? Ez ê nikaribim di mijara ku dixwazim de li gorî dilê xwe binivîsim? Ez ê xwe bi destê xwe kêm bikim? Heke ku ez dest ji vê jî berdim, wê ji hebûna min çi bimîne li holê?
Ez zû bi zû tînim bîra xwe ke ev ne “fikrên aqlî ne” lê hestên bêîstiqrar in”, yek ji wan mêrên ku feminîzmê ew guherandiye, divê ez ‘Ezîtiya xwe’ –qet nebe di wî halê di asta bîrê de- zêde cidî nenirxînim, lê ez nikarim bi xwe ku car cara têkevim nava pêleke fikarên bi vî awayî ya bi van pirsan xwe xuya dika.
Her weha ez dizanim ku ev cure fikar ne para min tenê de, beşek mezin ji mêrên li derdora min, bi minasebet û demên cida de dibêjin, “Êdî ev jî zêde ye, ma em vê vê jî bikin?”. Lê dîsa jî mêrên di nava cîhana hizrî de ne, ji bo derbaskirin û guhertina krîza mêraniyê xwedî sermiyanên çandî ne.
Ji ber ku çavlirêye xwediyê vê sermiyana çandî bin, cîhana hizrî bi çavekî baş li mêrên di nava krîzê di dimînin nanêre, ew biçûk tên xistin û ji ber vê sedemê krîza wan a mêraniyê her diçe kûrtir dibe.
Lê ne tenê mêrên xwediyê sermiyana ekonomîk, çandi û civakî ya bi bilindbûnê dikare vê krîzî derbas bike di nava vê krîzê de ne. Ji bo gelek mêran rêyeke guherînê, nexşerêyeke ku bikaribe ji guherînê fêdeyeke manewî û maddî bidest bixe nîne.
Dema jin bi hêz dibin, azad dibin, xweser dibin, ji şêweyê bikaranîna laş bigirin heta xweîfadekirina wan a bi gotinan bixwebaweriya wan zêde dibe, dema bêhtir dikevin nava cîhana karî û rikberiya wan bi mêran re zêde dibe, dema hejmareke zêde mêran diguherînin û “mêrên nû” ji wan diafirînin, mêr bêhêztir dibin, hin îmtiyazên xwe ji dest didin, ditirsin, hêrs dibin, bi her tiştên xwe dixwazin desthilatdariya li ser jinê winda nekin ku tenê ev cure desthilat di destên wan de maye.
Dîsa krîza mêraniyê dema digihêje krîza netew-dewletan û newekhevî/nediyariyên aboriyê yên zêde dibin, xurtir dibe. Neftera li dijî feminîzmê ya dibêjin mêran û netewan dişibîne jinan, dijminatî û tundiya li hemberî jinan û LGBTIyan zêde dibe.
Serokê weke Erdogan, Trump, Putin, Modi, Orbánî yên nûnertiya nêrtiyê, hêzê, çavnetirsiyê, êrîşkarî û wêrekiyê dike, weke lehengê nêr û netewperest ê ku wê krîzîn mêran û netew-dewletan telafî bike derdikeve holê û bi ser dikeve.
Hewl didin ku bi netewperestiyê mêraniyê, bi mêraniyê jî netew-dewletê û desthilata xwe zexim bikin. Biserketina Trumpî ya di hilbijartina serokatiyê de ihtimale ku qasî bi krîza Spîtiyê têkildarî krîza mêraniyê ye jî (Li heberî Obamayê Reş û ‘mêrê nû’, Trumpê Spî û “mêrê kevn”).
“Belavbûna veganiyê ya pêşî lê nayê girtin” bi xwe jî êrîşeke li hemberî mêraniyê û netew-dewletê tê dîtin. Her çiqas tî îdiakirin ku belavbûna veganiyê ne têkildarî belavbûna feminîzmê ye jî (ihtimal e ku ne têkildar e), dema mirov difikire ku li Rojava beşek gelekî mezin ji veganan jin û ciwan in, wê baştir bê famkirin ku çima baviksalarî ji veganiyê ditirse.
Feminîzm û veganîzm di roja me de dibe nûnertiya meylên herî xurt ên li dijî êrîşkarî û tundkariyê bin.
Wallerstein di serî de gelek çavdêrên ku bêhtir mêr in dibêjin ku Cîhan –krîza binyadî ya kapîtalîzmê jî di nav de- di nava krîzekê de ne ku gelek aliyên wê hene, wê ev bi dehan salan berdewam bike û encama wê bi têkoşîna di navbera çepgiriya kurewî û rastgiriya kurewî de dê diyar bibe.
Di rastiyê de jî herkes dibîne ku em di demeke rewşa awarte de derbas dibin, navend û fikra esasî herifiye, rastgirî û çepgiriya dijwar bihêz dibe. Dema em li avabûna van kampên vê têkoşîna ku wê demeke dirêj berdewam bike dinêrin, herçiqas ku rewşa rastîn gelekî tevlihevtir û lêneveger be jî, ez wisa difikirim ku mirov dikare gelemperiyeke wiha bike: Li hêlekê dewlet, rastgir, neteweperest, antî-feminîst û “mêrên kevn”, li aliyê din tevgerên ji nava gel dertên, çepgir, enternasyonalîst, feminîst û “mêrên nû” heye.
Baş e, di têkoşîneke wiha de şansê biserketina Jeremy Corbynê nûnerê “mêrên nû” û ji 50 salan zêdetir e ku vejeteryan e heye gelo li hemberî Tayyîp Erdoganî yê dibêje “Mafê ti kesî nîne Tirkiyeyê bike welatê şêran ê mahkûmî diyeta vejetaryan bike”?
Gelo li hemberî wan hêzên ku her cure çekên şerî û êrîşkariya laşî dikin ên alîgirê newekheviyê ne, hêzên wekheviyê dikarin bi rêbazên dijtundkariyê û etîk têkoşînê bimeşînin?
Feminîst gelo dikarin tevlî “rêhevalên xwe yên mêr” ên ku ew nerm kirine û ji wan cûreyeke nû yê mêran derxistine vê di vê têkoşînê de bi ser kevin? Ango bi rengekî giştîtir, hêzeke ku her diçe nerm dibe gelo dikare bi hêzeke her ku diçe tundtir dibe?
Herçiqas ku meyla min a bersivên erênî ya ji bo van pirsan hebe jî, ev ne pirsên retorîk in. Yanî pirsên wisa ne ku pêbaweriya min bi bersivên wan nayê. Lê ez ji wî mantiqê ku pirsan di nava xwe de dihewîne jî ne bawer im, ji ber ez di hizrandina bi vî awayî de bi xwe nikarim ku pirsên bi vî awayî mezin tenê mêrek dikare bipirse. (BU/ŞA/APA/FD)
[1] bell hooks, Xwesteka Guherînê: Mêr, Mêranî û Hezkirin, wergêr. Zeynep Kutluata (Stenbol, Weşanên bgstyê, 2018).
[2] J.M. Coetzee, “Taking Offense”, Giving Offense: Essays on Censorship(Chicago: The University of Chicago Press, 1996), s. 3-5.
[3] Pierre Bourdieu, Desthilata Nêran, wergêr. Bediz Yılmaz (Stenbol: Weşangeriya Bağlamê, 2015).
[4] Hannah Arendt, Formasyon, Sirgun, Totalitarizm: Ceribandinên Têgihiştinê (1930-1954), wergêr. İbrahim Yıldız (Enqere: Weşanên Dipnotê, 2014), s. 40-41.
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren
#18 Mêr, mîna û her wekî din in – Alî Kemal Çinar
#19 Parastina min li pêvekê ye – Îrfan Degîrmencî