Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Destpêka salên 1950yî…
Bavê min li Amedê di Kargeha Şerabê de pisporê alkolê bû. Ez li Sûrê diçûm Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîfî. Qasî ku tê bîra min li polê, lawikekî biberçavk û du jî keçên tompiz hebûn. Ev her sê zarok ji roja pêşiyê ya dibistanê û pê de rastî tahdeyê hatin. Bêhtir jî tahdeya kurikan. Gotinên me yên herî kubar çarçav*, çêlek û şîşko petata bûn.
Rondikên van her sê hevalên me hîna jî bi dilêşî tên bîra min.
Piştî wê bi çend salan…
Bavê min vê carê li Kargeha TEKELê ya Îzmîrê ye. Ez li Karşiyakayê diçim Dibistana Seretayî ya Fevzî Paşayî. Li polê hejmara lawikên berbiçavk û keçên tompiz zêde bûye. Çawa me li li Amedê dil diêşand niha jî li Îzmîrê heman tiştan dikin an jî dibin şahidê dilêşandinê. Li vir li gel gotina çarçavkê em weke biçûkxistinê gotina “Zekî Murenî” jî pê ve dikin. Hizra ku tundkariya mêran wiha destpêkiriye dibe gelekî bi we komîk bê. Lê bawer bikin ku wiha dest pê dike.
Paşê ez çûm Lîseya Karşiyakayê û Koleya Erdemê ya li Karşikayê û ev rewşa ku em dikarin weke destdirêjiyê bi nav bikin li vir jî neguherî. Erê neguherî bû lê asta wê bilind bûbû. Navên klîşe li wan zarokan dikirin ku di halê xwe de bûn an jî bi gogê nedilîstin dikirin: “Kız Ahmet, Kırıtık Mustafa…”
Ez tiştekî din lê zêde bikim, digel ku ti eleqeya min bi lîstina gogê re tune bû û kesekî daxwaz ji min nedikir, ji ber tirsa leqebdayînê ez bibûm kalevan û min xwe ji belaya tirsê rizgar kir an jî ji min heye ku min xwe jê rizgar kiriye.
Ji bo keçan rewş hinekî din xirabtir bû. Weke hemû keç amade bûn ku her tiştî bi me re bikin û bi me re werin her deverê. Ji ber ku em zarokên “mêr” en bav heta dayikan bûn.
Ez dixwazim vê bibêjim: Ez dibêjim qey ew tişta ku em navê tundkariya mêran lê dikin, destdirêjiya zayendî, tundkariya laşî, mobîng, navê wê çi dibe bila bibe, ji dibistana seretayî dest pê dike. Mamosteyên me hebûn ku teqez em hemû jî rastî wan hatine, digotin, “Weke keçan negirî yan jî xwe weke kurikan ne hilpekîne.”
Li bajarekî weke Îzmîrê yê modern, pevçûnên herî mezin ên ku ez bûme şahidên wan, di navbera xwendekarên mêr ên Lîseya Havayê û Lîseya Karşiyakayê de derdiketin.
We pê derxist. Dema ku xortekî ji Lîseya Havayê, bi keçeke ji Lîseya Karşiyakayê re dihat dîtin yekser wî kurikî kotek dixwar, keç jî bi heqaretan dişandin mala wê.
Xwendekarên Lîseya Havayê hema hema her hefte, bi gotina “We li hevalê me daye” Karşikaya tevlihev dikirin. Qiyamet radibû. Helbet mezinan yekser şîroveya rewşê kiribûn. “Ho zarokno ma keç hêjayî wî tiştî ne ku hûn ji bo wan bi hev dikevin?”
Paşê me yê ev hevok gelek caran bibihîsta; “We çi ji wî zarokî xwest, teqez keçikê rû dayê!” û gelek tiştên weke vê…
Helbet mirov dikare van tiştan weke tevgerên dema balixtiyê ango kamiltiyê bibîne û li ser nesekine. Lê mixabin berdewam kirin.
Di nava heman salan de…
Rojekê bi tesedifî min dît bavê min şîmaqek li dêya min da, ku yek çipiska wî jî li me nedaye. Şîmaqeke gelekî sert bû û hindik mabû ku dêya min biketa. Ez 14-15 salî bûm.
Bi xemgînî tê bîra min ku digel tirsê jî ez bi ser bavê xwe de çûm. Dêya min di wî halê xwe de kete navberê û got, “Kurê min bavê we gelekî aciz e, tu derkevî” û min şandibû baxçeyî.
Helbet ev mesele li vir bi dawî nebû. Rojekê dema ku em hatin malê me dît dêya min çenteyê xwe rahiştiye û bi destê birayê me yê biçûk Tanerî girtiye ji birayên min Tûrhan û Tûrgût û xwişka min Turkanê re got, “Heydê em ji malê diçin.”
Min got, “Dayê em ê biçin ku”, got “Em ê biçin Bûrsayê, cem xaltîka te. Careke din jî em nayên vê malê.” Dêya min me li ber deriyê postaxaneyê hişt û kete hundir. Piştî du saetan bi ruyekî spîçolkî derket ji derve.
Nayê bîra kesên ciwan lê berê mirov diçûn postaxaneyê û ji bo dora telefonê navên xwe dinivîsandin. Heke ku şensê we hebûya di nava saetak du saetan de dora we dihat û hûn dikarîbûn biaxivin.
Carekê me nêrî, em ber bi mala xwe ya li Taxa Nergizê ya li Karşiyakayê vedigerin. Ji ber ku ez yê mezin bûm, dêya min kulê xwe bi min re par ve kirin. “Kurê min, xaltîka te û mêrê wê gotin, ji du şîmaqan tiştek dernakeve, mala xwe xirab neke, mala xwe terk neke û neyê van deran.”
Ma paş stuyê xwe xura û em vegeriyan malê.
Salên 1960î…
Dengê lingên azadiyê yên salên 1970yî tê bihîstin….Komeke jin û mêrên temenê wan di navbera 18-25an de ye, li Enqereyê li Fakulteya Zanyariyên Siyasî kom bûne. Nîvên me li şevîman a Fakulteya Siyasalê a li Kampusa Cebeciyê dimînin.
Li şevîmanê 400 kes dimînin. 3 ji 4ê van mêr, yek ji 4ê van jî jin in (helbet li beşên cuda dimînin). Em hemû jî cara pêşiyê bi rastiya jiyanê re rû bi rû dimînin. Em hemû jî gelek bextewer in.
Niha hûn dikarin bibêjin, “Êdî rewş gelekî guherî ne wisa Tugrûl?”
Ez bi fikarim ku dîsa jî gelek tişt nehatiye guhertin.
Herî pêşverûyê me jî bi çavê “tiredîn” û “sivik” li wan jinan dinêrîn ku hevalên wan ên mêr hebûn û bi taybet jî xweşik bûn. Ez dixwazim behsa yekê bikim ku niha ne bi me re ye. Carmen Nûrsûnê Mulkiye qedand û li Fakulteya xwendibû û bûbû doktor. Ez silavekê lê bikim.
Keça herî xweşik a dibistanê bû. Tenê bi xortên bedew re diçe û tê. Helbet em wê gavê were mêr li ber çavan napeyivin lê di sohbetên nava xwe de, bi giştî jî di dema vexwarina votka yan jî bîrayê de, bêyî ku şerm bikin fesadiya wan dikin ku kî qîz e kî ne qîz e.
Ne tenê Nûrsû bû jina herî xweşik, xweşikên din jî dibûn mijara fesadiyan: Zerrîn, Berrîn, Fatoş, Hulya, Samiye, Sema, Ferda, Semra, Ulku, Sevtap, Îpek, Selma, Canset, Vekaa, Işik, Necmiye, Nîmet, Hale, Gaye, Ferhan, Sezî…
Di salên 1968 û 1969ê de hişê me hat serê me û me dît ku di serî de Nûrsûn, ew jinên em behsa wan dikin qasî xweşikbûna xwe mirovên herî pêbawer in.
Di van salan de cara pêşiyê min muhasebeya xwe kir. Ez di wê rewşê de bûm ku min digot, “kî bi kê re derdikeve, kî ji kê hez dike çi ji te re” lê ji xwe em bûbûm 22 salî.
Û hevalekî me yê xort hebû ku niha navê wî nayê hişê min. Li kantînê rûdinişt û karê honandinê dikir ku ji me re ev tişt gelekî seyr bû. Ew helwesta pasîf-agresîv a ku me li hemberî wî kurikî nîşan dida hîna jî ji min re bûye kul û dert.
Ez hêvî ji Xwedî dikim ku vê nivîsê bixwîne. Ez gelekî dixwazim ku pirsa “Çima tu jî beşdarî nava wanên din bû? ji min bike û ez jî xemgîniya xwe bînim ziman. Mixabin vî hevalê me jî di demeke kurt de dest ji dibistanê berda.
Çend tiştên wiha tên bîra min ku mêran li hemberî jinan û li hemberî mêrên ne weke xwe nîşan didan. Gelo dibe ku mirov xwe bispêre hinceta “zaroktiyê, xortaniyê…?”
Ji TRTyê bigire heta salên dirêj ên min li Babialiyê derbas kirin, di kar de ez bûme şahidê wî tiştî ku ev rewş neguheriye. Me ew midûrên navsere dîtin ku destdirêjî li stajyeran dikirin.
Bi dehan hempîşeyên min çêbûn ku pozbilindî li hevkarên xwe yên jin dikirin.
Ez ê zêde behsa van tiştan nekim lê dibe ku ew jî vê rêze nivîsê bibînin û bibêjin ku “Me çi kiriye!” û bixwazin hin tiştan bibêjin.
Ez vî tiştî jî bibêjim û êdî biqedînim: Di tevahiya jiyana rojnamegeriya min a 40 salî de tenê Nûrcan Akad tê bîra min ku di medyaya belavbûyî de bûye berpirsa weşanê ya giştî. Lê min di nava van salan de tenê hejmareke gelekî hindik hempîşeyê xwe yên jin dîtine ku di nava mekanîzmaya biryardayinê de cî digirtin. Ji vê zexmtir tundkarî heye gelo?
Lêborîna xwe ji wan nûçegîhanên jin û ên mêr ên ciwan dixwazim ku bi zanebûn an jî bi nezanî ez li hemberî wan ketibim nava tevgera mobîngê.
Ez bang li hemû mêran bikim, beşdarî vê kampanyeya “lêpirsînê” bibin. Teqez e her yek ji me li wî ciyê ku lê ye em ê bi kêrî tiştekî bên. (TE/APA/FD)
*Çarçav: Di Tirkî de ji bo kesên ku berçavkê dixin çavên xwe weke gotina kêmkirinê tê bikaranîn
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 HEFTE 52 MÊR