Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Em her roj di televizyonan de, rojnameyan de, di gelek dezgehên medyayê de nûçeyên tundkarî, mirin, tecawiz, destdirêjî û yên istîsmarê yên li ser jinan dixwînin, temaşe dikin. Gelo dema di xwendina van nûçeyan de qet hizra we çêbûye ku kî van nûçeyan çêdikin? Gelo rewşa kesên ku van nûçeyan amada dikin çawa ye, gelo rojnamegerên jin bi van rewşan re rû bi rû dimînin, dema ku van nûçeyan amade dikin çi hest bi wan re çêdibin?
Dema ku min ev nivîs amade dikir, min nûçeyek xwend ku li Bûrsayê rojnamegerek jin a li radyoyeke herêmî kar dikir rastî tecawizê hatiye û paşê doz vekiriye. Dadgeha îstinafê 23 sal cezayê girtîgehê dabû her yer ji bersûcan ku dadgeha herêmî ew serbest berdabûn. Niha dosya li Dadgeha Bilind li bendêye ku biryarê derbarê wê bide.
Ji sedî 38.6ên rojnamegerên ku kar dikin jin in. Nêzîkî ji 3yê yekê endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê jin in. Rêjeya rojnamegerên jin di sektorê de, rêjeya birêxistinbûna wan jî ne gelekî bilind e. Ev rêje di her yek dezgehên medyayê de jî zêde naguhere. Li Tirkiyeyê di dezgehên medyayê yên netewî de di nava berpirsên weşanê de jin nînin. Di mekanîzmayên biryarê de hejmara wan gelekî kêm e.
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, di nava sendîkayên Tirkiyeyê de kêm be jî gavên erênî avêtiye. Di Civata Giştî ya 2013yê de di rêziknameya xwe de guhertin çêkir û ew xal lê zêdekirin ku dibêje; “TGS di hemû xebatên xwe yên sendikayî de weke prensîbên bingehîn qebûl dike ku alîgirên sendîkayê xwediyê gotin û biryaran bin, wekheviya jin û mêran di serî de her cure wekheviyê, demokrasiyê û pergala demokratîk a hiqûqî li her qadê dabîn bike û biparêze. Li hemberî her cure tundkariya li ser jinê (destdirêjî, tecawiz, lêdan, mobbîng û hwd) û li hemberî cidaxwaziyê têdikoşe û polîtîkayan di vê mijarê de li pêş dixe. Di dema pêkanîna van polîtîkayan de heke nelihevkirinek çêbibe dengên jinan encamê diyar dike. Hewl dide ku di hemû qadên sendîkayê de, di hemû mekanîzmayên biryardayinê de, di civata giştî, komxebat û komisyonan de û di hilbijartina delegeyan de jin di asta herî bilind de xwedî nûner bin. (…) Ji bo çareseriya pirsgirêkên karkerên LGBTIyan hewl dide, ji bo çareseriya pirsgirêkên van karkeran di çarçoveya îmtiyaza pozîtîf de tedbîran bistîne û ji bo wê komisyonan ava bike.”
Dema ev xal dihatin nîqaşkirin digel liberxwedana hin rêveberên me yên jin û mêr me bi piranî ev xal ci bi cî kirin. Gotinên “Em çima cidakariyê dikin? Heke ku jin nexwazin bibin rêveber wê ev kota ji me re bibin asteng. Di demeke wisa de ku pirsgirêkên lezgîntir ên rojnamegeran heye em ê bi van re mijûl bibin?” ên sereke bûn ku kesên li hemberî van biryaran derdiketin. Ji ber ku me bi paş de gav neavêt, ev guhertin di rêziknameyê de çêbûn.
Nîvê rêveberên Navenda Giştî, yên şaxê Îzmîr û Enqereyê rojnamegerên jin in, ji sedî 40ê rêveberên şaxê Stenbolê jî dîsa rojnamegerên jin in. Nûnerên sendîkayê yên li kargehan di çarçoveya kotaya ji sedî 50 jin in. Komisyona Jinan û LGBTIyan a TGSyê hat avakirin. Her çiqas ku ne di asta tê xwestin de be jî, bi rêya vê komisyonê hewl didin ku pirsgirêkên rojnamegerên jin yek bi yek bên çareserkirin. Ev bi xwe jî ji bo TGSyê gaveke gelekî mezin e.
Di nava sendîkayên ku bi Konfederasyona Turk-İşê ve girêdayî de ne jî TGS tekane sendîkaye ku jinek bûye serokê wê yê giştî. Helbet ev ne bes e. TGS di salên dawiyê de ji bo rojnamegerên jin di rêveberiyê de bêhtir cî bigirin hewl dide, divê di di mijara serokatiya giştî de jî hewla xwe berdewam bike.
Dîsa weke serokê giştî ez bi awayekî aşkere bibêjim ku ji bo di civata giştî de jinek bibe seroka TGSyê min hewleke gelekî mezin da. Ez wê gavê têgihiştim ku heta pirsgirêkên rojnamegerên jin ên di jiyana wan a kar û taybet de neyên çareserkirin ev tişt ne mimkun e. Astengiya herî mezin li pêşiya hevala ku me erka serokatiya giştî pêşniyarî wê kir, hebûna zarokên wê û tempoya zêde a karî bû. Min weke bavê keçeke 15 mehî bi xwe tecbure kir ku heta dewleta ku zarokan napêrêze hebe, ji bo hemû dayik û bavikan, bi taybetî jî ji bo dayikan di jiyanê avêtina gavên mezin zehmet e.
Di dema karên birêxistinkirinê de jî me gelek caran hevokên “Li malê zarok li bendeyî min in, divê ez herim zaroka xwe bînim” bêhtir ji jinan dibihîstin. Di van 5 salên ku ez xwedî erk im de min nedîtiye ku rojnamegerekî mêr gotiye, “divê ez li malê li zarokî/ê binêrim”. Rewşa min jî ji ya wan ne zêde cida ye. Tenê şemî û yekşemê berpirsiyariya min a xwedîkirina wan heye. Ev hin gavên ku TGSyê avêtine û divê biavêtiya.
Dema em bala xwe didin sektorê, dawiya cidakariyê nîne ku rojnamegerên jin di aliyê pîşeyî de tenê ji ber ‘jin’ in rastî wê tên. Herî zêde jî rastî tundkarî û cidakariya hevalên xwe yên kar û raserên xwe tên. Wisa ne fikirin ku di jiyana mirovên xwenda de, yên perwerdekirî de tiştên wisa çênabe.
Pirsgirêka herî mezin a rojnamegerên jin ew e ku sektor her diçe bêhtir rengê mêran distîne. Gelo we qet kameramaneke jin dîtiye, yan jî çend caran hûn rastî kameramaneke jin hatine? Gelo hûn wisa difikirin ku nûçegîhan û pêşkêşvana her roj derdikeve pêşberî kamerayê bi wî tiştî kêfxweş e ku her roj makyajê bike û bihêle temaşevan li ekrana televizyonê binêrin? Erê û tirsa wan heye ku ji kar bên avêtin. Di meaş de di navbera rojnamegerên jin û mêr de her çiqas ferqeke mezin tune be jî rojnamegerên jin hêsantir ji çav tên derxistin. Gelo ji ber çi ye?
1 – Zewac: Rêveber bi heman çavî li zewaca jinekê yan jî zewaca mêrekî nanêrin. Mijara anîna zarokan weke mercek derdikeve pêşberî jinan. Rêveber wisa difikirin ku wê jin di sektorê de kar nekin. Lê gelo ji bo mêran wisa ye? Çi wextî be mêr dikarin biçin nûçeyê, lê jin nikarin biçin. Dikarin biçin ji derveyî bajêr lê jin nikarin. Rojnamegerên jin gelek caran ji bo ku dest ji karên xwe bernedin, nazewicin.
2 – Zarok: Mijareke din a girîng, zarok in. Ji ber destûra zayînê, rewşa nexweşiyê, destûra şîrdayinê, rêveber di serê lîsteya kesên ku ji kar bên derxistin de rojnamegerên jin dinivîsine. Em wisa bifikirin ku rojnamegerên jin ji destûra zayînê vegeriya, gelo wê karibe li gorî saetên zêde kar bike? Bersiv, na ye. Rojnamegerên jin avêtin ji derveyî sektora rojnamegeriyê. Zarok bi hef belayan mezin kir, dema krêşê hat. Meaşên ku tên dayin diyar in. Jin wisa difikirin ku li şûna ez vî pareyî bidim krêş an jî kesekê ji bo nêrîna zarokê, ez ê bi xwe lê binêrim. Ji xwe di sektora taybet de kêşeya krêşan heye, ji bo rojnamegerên jin ev di asteke gelekî girîngtir de ye. Zayîna rojnamegerên jin, tê wateya avêtina ji kar an jî windakirina karî.
Di dawiyê de ez dixwazim behsa rewşa stajyerên jin bikim. Li her sektorê kedxwarî heye, bi awayekî keda herkesî tê xwarin lê li sektora medyayê rewşa stajyeran cudatir e. Ji xwe dema fakulteyên ragihandinê diqedînin ji wan re tê gotin ku “Li sektorê birina çay û qehweyê ji xwe ne hêjayî gotinê ye, tê bibe koleyê edîtorê/a xwe”.
Stajyerê/a ku vê gotinê esas digire, çi jê re tê gotin bi cî tîne, neçar e ku bi cî bîne. Ji xwe rêjeya bêkariyê li medyayê gelekî zêde ye. Ma bila beriya ku têkeve karî, jiyana wî/ê ya kar biqede? Bila neqede lê dema vî tiştî çiqas e ne diyar e. Rojnamegerên jin herî zêde di dema stajyeriyê de rastî destdirêjiyê tên. Ji nûçegîhan bigirin, heta şef, heta rêveber hemû mêr destdirêjiyê li wan dikin.
Komisyona Jin û LGBTIyan a TGSyê hefteyên borî ankêtek çêkir ku rojnamegerên jin ên li Tirkiyeyê beşdar bûbûn. Li gorî vê:
* Li Tirkiyeyê ji 10an 6 rojnamegerên jin dibêjin ku “di jiyana xwe ya karî de ji ber zayendiya xwe ez rastî cidakariyê hatime/têm”.
* Ji sedî 55 ji rojnamegerên jin dibêjin ku ew jî qasî mêran kar dikin lê qasî wan meaş nastînin.
* Ji sedî 87 ji rojnamegerên jin wisa difikirin ku bandoreke neyênî ya dayikbûnê li ser karê wan heye yan jî wê hebe.
* Ji sedî 60 ji rojnamegerên jin dibêjin ku rastî tundkariya psîkolojîk û mobbîngê hatine. Rêveber di lîsteya kesên ku tundkariyê dikin di rêza yekê de ne. Di rêza duyem de hevalên wan ên karî tên.
Tiştên ku rojnamegerên jin ên beşdarî vê anketê bûne û parvekirinên wan wê careke din bibe sedema wî tiştî ku hemû xwendekar muhasebeya xwe ya bikin…. (GD/APA/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |