Ji bo nivîsa tirkî / ingilîzî bitikîne
Min li warên xwendekaran xwendiye! Wek hemî kesên li warên xwendekaran xwendîn ez jî bi vê yekê serbilind im. Ji bo min wek enstîtûyeka xwegihandinê bû. Bi xêra wê derê ez ji wesfê “berxikê dayika xwe” xelas bûm. Ez bûm “zelam.” Ez bi hêsrên çavan ji malê derdiketim, dayika min li şaneşînê destê xwe li min dihêjand, bi wê xemê diçûm dibistanê. Paşê ez elimîm. Ez jî bûm yekê “ji wê karwanê.” Wek gihabim pileya bibim şahê mêran...
Hemî rengên tûndkariyê li wê derê hebû. Her yên xurt lê digera yên lawaz tepeser bikin. Mesela wan henekên xwe li wan zarokên dî dikirin ku ew nizanin mastûrbasyon çi ye. Wan bigotiya ew dizanin jî heke guman heba bi zorê ew kar li wan dihat kirin.
Xwendekaran dema kesekê bêdeng bihata dîtin heta wan serî nehildaya bi ser wan de diçûn.
Di hefteyên paşiyê yên dewra xwedinê de dibû dema eziyeta li xwendekarên sefa jêr. Hima çi bê bîra we dema xwendekar dirazan ew bi yaneyên razanê ve dihatin girêdan, dolaba hinekan dihat şikandin û xwarinên ji memleketê wan hatî şandin dihat şelandin... Ji dizî ve keçên li warê xwendekaran dihatin tacizkirin. Her ku tê bîra min xwêdidim.
Herî zêde yên “Almancî” rastî tûndkariyê dihatin. Li dibistanê gelek ji wan hebûn. Li gor me yanî li gor “wan kesên normal” hinekê paşdemayî û nedîtî bûn.
Paşê me spor keşf kir. Piştî dema xwendinê, pêşiya wê demê, dema navberan hemî ji bo em li pey topê bibezin hêcet bûn.
Ew kesên nedilîstin wek kesên kêrnehatî dihatin dîtin. Ji ber wê ew kesên dizanin û nizanin ji bo xwe nîşan bidin xwe diceribandin. Divîya dema lîstinê ne nerm bûna.
Ez kesek hûr im lê xweşbextane ye ku ez zû baliq bûm û bejna min ji ya herkesan bilindtir bû. Ez ne yek ji yên kurt bûm. Yên herî kurt, herî qelew, herî zeîf, herî dirêz... derd dikêşan.
Heqê vê nivîsê ye ku binivîsim min jî tûndkarî kiriye. Tê bîra min dema me topî dilîst ji ber ku kesek bêşiyan bû û ji ber wî tîma me bi ser nediket min her xerabî lê dikir.
Paşê me havîngehek ava kir. Her havîn em diçûn havîngehê. Dema warê xwendekaran qediya. Dema Edeneyîbûnê dest pê kir. Me bi topa pêyan dilîst, em pey keçikan diçûn, şer dikir.
Ev tiştên ez dibêjim ez ji bo dibistaneka taybet a kolej dibêjim. Dibistanên baş jî ji pêla vê rastiyê ne dûr e. Dema em mezin dibûn çanda me kurikan kêm zêde ev bû.
Wan kesên li seyrgeha meydanên lîstina topa pêyan kom dibin bifikirin. Komek kesên xeber-reş, amade ku hinekan lînç bikin. Ev beşeka mêrbûnê bû ma yê çi be. Ew kesên bi jinan re temas nakin, sosyalbûnê bi rêya sporê dikin, ew kesên bi tenê bi wan kesan re ne ku dişibin wan bi xwe, ji yên dî ûnefret dikin... Ew kesên bi serê xwe nikarin biaxivin lê bi komê re qêrdanê wek beşeka kesayetê dibînin...
Li vê wan gotinên wek “mêrbûn”ê zêde bikin. Wehameta rewşê gelek xerab dibe. Êdî ferq nake ka ji kîjan çîn û nasnameyê ne. Ew kesên xwenda, hûnermend, dersdêr hemî ji nû ve “maçotiyê(zirzopiyê)” ji nû ve diafirînin.
Ez dema li xwe dinêrim erê ez bi wan rojên li warê xwendekaran bûm serbilind im, di be ku dewra baliqbûnê ya ez tê de mame ev e.
Dema dibêjim ew der cihê kamilbûnê bû behsa wan demên testeronê dikim an na, ferqeka biçûk di navbera herdu fikran de heye. Hêvî dikim ez wan baş ji hev ferq bikim.
Ez hêvî dikim deminan min gelek zilim li gelek kesan nekiriye. Ne ew dewr bû ku bibêjim her kes welê bû ez cida bûm. Em hemî welê bûn.
Divê tam em vê biguherin. Wî qalibî bişkênin. Wê nasnameyê têk bibin. Divê em wî cihê futbollîstinê yê ku zayendperestî her roj ji nû ve tê çêkirin biguherin, em rexneyê li dema baliqbûnê nekin zehmet e em bigihin ti deran.
Hingê nebûbe jî îro ma ne demê kirina wan karan e? (BE/ŞA/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren