Ji bo nivîsa Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Aristoteles dibêje: “Bayên ku mirov herî zêde jê ditirsin ew ba ne ku cihên veşartî yên mirovan tazî vedikin.”
Dema ku ez bi serhatiyên xwe û jiyana xwe li tûndkariya mêran dinêrim wek ez li ber wê bayê dimînim. Dema ku hûn li civakeka pederşah hatibin dinê û hûn bibêjin we tûndkarî li jinan, zarokan û li yên ji xwe zeîftir nekirine, we xwe nas nekiriye.
Lê ez dikarim bi dilekê rihet vê yekê bibêjim ku piştî ez hatim emrekê kamil min bi zanebûnî tûndkarî nekiriye. Heke ez li serhatiyên xwe binêrim li ber çavên we rayêxim û yek bi yek hilbijêrim ka dikeve di nav tevgerên tûndkariyê de dê feydeyê nede ti kesan.
Ew serhatî ew tişt in ku dê digel min, terapîstê min û wijdana min bimîne. Ez difikirim ku tiştên dikevin ser milê min ew in ku divê ez ji ber “qibahetên berê” lêborînê bixwazim û wek profesyonelekî li ser tûndkariya mêran fikrên xwe bibêjim.
Li dinyayê di her 17 saniyeyan de carekê tecawiz tê kirin. Nizanim gelo pêwîst e ez tiştekê dî bibêjim.
Dema mirov bixwaze li ser tûndkariya hemzayendên xwe biaxive, gotin li gewriya mirovî asê dimînin. Ez dixwazim ji vê tespîtê dest bi nivîsîna gotara xwe bikim. “Tûndkariya mêran a li jin, hevzayend û li mêrên ji wan zeîftir. Ne bi tenê tûnkariya wan mêrên desthilatê dixwazin e. Herweha tûndkariya civakê bi xwe ye.”
Tûndkariya li jinan, encama zeîfîya ruhê mêrane yê civakê ye.
Herbert Marcuse tûndkariya mêran weha pênase dike; ji xwe hewceyîyên tepeserkirî yên cinsî û hestebarî dîsa têne tepeserkirin. Lê divê em ji bîr nekin ku meydana tûndkariyê çînên civakê yên paderşah, heteroseksîst û ototrîter çêdikin.
Yek ji mijarên ku li ser gelek kar tê kirin jî ew e ka gelo bingeha tûndkariyê bîyolojîk e; di hormon û genetîkê de bingeha wê heye. Teoriya femînîsmê ji destpêkê ve hewil dide zayenda biyolojîk û zayenda civakî ji hev cida bike.
Avakirina zayendê bi rastî jî gelek tevlihev e. Di destpêkê de pêvajoyeka welê ye ku fêmkirina wê ne mimkin e.
Zayenda civakî Frankenstein e ku civakê çêkiriye lê zayenda biyolojîk ne welê ye lê ev jî mijara nivîseka dî ye. Ji ber wê li vê derê ez ê bi berê firek cih nedim vê îdiayê.
Min bi tenê notek nivîsî û ez ê mijarê biguherim. Têkiliya zayenda civakî û zayenda biyolojîk ji ber ku gelek tevlihev e divê li ser vê mijarê em gelek hessas bin.
Heke em mijarê ew qasê kêm bibînin ji bo çareserkirina zayenda civakî dest û pêyên me dê bêne girêdan.
Em nikarin rolên zayendî yên Stereotipik nebînin lê gelo her yek ji me ne qurbanên sîstemeka monolîtîk in.
Herweha li gor lêkolînên norobiyojîk hêj nehatiye tespîdkirin ku mêla mirovan(nemaze ya mêran) li ser tûndkariyê heye lê hatiye tespîdkirin ku mêla wan ji bo hevkarî û alîkariya hevdu heye. Helbet çêdibe ku bê îdiakirin ku ji ber hormonan mêr ji jinan zêdetir mêldarên tûndkariyê ne.
Lê rastiyek heye ku em nikarin wê biguherin. Ew jî ew e ku mêr di vê civatê de bi rola mêrbûnê hatine mezinkirin. Heke ne li vê civakê bûna gelo dê wekî xwe bûna an na? Ji ber ku ji lêkolînên antropolojîyê em dizanin ku dema mêran bi nêçîr û komkirinê jiyana xwe didomand wan gelek kêm tûndkarî li jinan dikir heta ku em dikarin bibêjin wan tûndkarî li jinan nedikir.
Em mirovan jî wek cûrreyekê heywanan dibînin û li gor wê li hormon û genetîka wan dinêrin. Lê mirov di wan civakan de dijîn ku her dem diguherin û mirov bi xwe jî diguhere.
Hê jî lêkolînên Norolojiyê divê bênekirin û heta niho ew têra em mijarê eşkere bikin bi pêş neketine.
Ji bo tûndkariya mêran dema ku em dibêjin mêran çek çêkirin û ew maf li xwe dîtin ku mêrên dî bikujin divê em li bîra xwe bînin ku wê civakê ji bo ew mêr welê bin çawa ew guhertine.
Di guherîna civakî ya mirovan de tûndkarî çawa ji amûreka li derveyê jiyanê ketiye jiyanê?
Mesela divê em bipirsin çima tûndkarî beşeka perwerdeyê ye lê belê lêdana şaredarekê an jî lêdana alimekê dînî tiştekê ne di rê de ye?
Çi be bila ew be tiştê giring ew e ka civak bi tûndkariyê re têkiliyeka çawa didane. Gelo cival kîjan cûrreyê tûndkariyê tolere dike kîjan cûrreyî qebûl nake?
Hin nivîskarên femînîst (mesela Susan Brownmüller) nêrîna sosyobiyolojîk qebûl dikin û diyar dikin ku mêr dema têne dinyayê tûndkarî taybetiyeka derûniya wan e.
Tûndkariya mêran ji ber çima li piraniya civakan roleka welê heye ku berê civakê diguhere û rewşa civakê diyar dikin?
Têkiliya hemî tûndkariyên kesane bi tûndkariya civakî re heye. Nayê wê wateyê ku nimûneyên cida yên psîkopatolojîk nînin lê ev rêjeyeka gelek biçûk e.
Cûrreyê tûndkariyê yê me eleqedar dike ew cûrre ye ku divê ji ber wan ceza bê dayin lê normal têne dîtin, ew jî şer, tecawiz, birîndarkirin û tûndkariya psîkolojîk e. Ji ber ku tûndkarî ji bo gelek civak û koman wek rêyeka çareseriya kêşeyan tê bikarînan, mirov dikare fêm bike ka di civakê de çima tûndkariya mêran tê qebûlkirin.
Ji aliyê dî ve dewlet jî tûndkariyê wek rêyeka çareseriyê bi kar dihîne. Yanî rastiyek heye ku tûndkariya polîs dikin û şer li ser paşeroja me tehdîd in.
Dema dewleteka medenî, medenî dibe desthilata xwe bi şikênandina dewletên dî pêk tîne.
Di civakên endûstrî lê bi pêş ketî de kar bi tûndkariyê têne birêvebirin. Ji ber endûstrîyê maddeyên kîmyayî û radyoaktîf li hewayê belav dibe. Dikevin di nav xwarinan de û her kesên dixebitin û yên naxebitin tesîrê jê dibînin.
Piraniya endamên civakê heta 40-50 saliyê kar dikin, dema ji kar dikevin têne teqawîtkirin. Ev yek tûndkariyek e.
Avahîyên bajaran ne bi tenê xweza têk bir, wê hem têkiliya mirovan a bi xwezayê re têk bir hem jî tiştên insanî tine kirin.
Divê em ji bîr nekin ku mirov bi kirin û nêrînê hînî tûndkariyê dibin. Mêrek li kurê xwe dide kur li kûçikê xwe dide. Li gor lêkolînan piraniya wan kesên tûndkarî li jinan kirîn di zarokatiya xwe de rastî tûndkariyê hatine. Ne bi tenê tûndkariya bavan bi tûndkariya dêyan jî zarok guherîne.
Sîstema civakî ji bo tûndkariyê meydanekê vedike. Tûndkarî jî sazîbûna xwe ya ekonomîk û civakî bihêz dike.
Bipêşketina medeniyetê û tûndkariya mêr li jinan dikin bi hev re ne. Civaka paderşahî, desthilateka mêran çêdike ku dibe sebeb rastiya xwezayî û dîrokî têk biçe.
Simone de Beauvoir dibêje mêr di têkiliya xwe ya bi xwezayê re dudil e, ew vê dudiliya xwe li hemberî jinan jî bi kar dîinin, mêr jinan wek xwezaya berdest dibînin.
Li gor Simone de Beauvoirî çawa ku xweza her tiştan dide me lê ji nişkê ve dikare felaketekê rake, jin jî heman tiştan dikin.
“Çarinan hevpeyman in, carinan cijmin.... Jin kaosek in ku jiyan jê derdikeve. Carinan jiyan bi xwe jin û mirin e.”
Tûndkariya ji bo desthilatiyê li xwezayê tê kirin û tûndkariya li jinan tê kirin carinan hevdu temam dikin. Carinan diçin cihên hevdu.
Beauvoir dibêje digel ku “mêr digel ku rola duyem dide jinan, dîsa jî agresyon li ser wan e.” Di jiyana rojane de tûndkariya mêran li ser jinan e.
Ev tûndkariya mêran a li jinan, ji ber xwezaya dikare zû bişkê ya wan û hewildaneka ji bo baladestiya mêran a ku ji xwe nîne ye. Mêr welê hest dike ku ji bo ew erkên xwe yên polîtîk, civakî û ekonomîk bidomîne di vê di liv û tevgerê de be.
Ji ber ku neçalakbûn zeîfîyê û zeîfî jî jinan teswîr dike. Ji xwe tûndkariya li jinan jî beşek ji wê çalakbûnê ye. Herweha jin bi heyina xwe zeîfî, nazikî, bêwesfiya wan tîne bîra wan, ev cezayek e.
Tecawiz nîşandana mêraniya nazik e. Em dibînin ku mêrên tecawizkirîn di îfadeya xwe de behsa zeîfî, bêdesthilatî, û tirsa ji desthilatê dikin.
Heke jin jî nebin mêr dê xwe li hemberî kê serdest bihesibînin. Di lêkolîneka di salên 70yê de hatî kirin de, li ser îfadeya tecawizkaran lêkolînek hatiye kirin. Di hin îfadeyan de axiftinên bi vî awayî hene:
“Dema ez xwe û mêrên dî didanim ber hev ez xwe kêmî wan dibînim. Dilê min ji min dixele. Dema min tecawiz li keseka ji xwe zeîftir kir ez ji wê hestê xelas bûm.”
Di îfadeyeka dî de.
“Ez bawer dikim ku ji daxwazên cinsî zêdetir sebeba tecawizê ew e ku tu dixwazî xwe li cihekê dî bibînî.”
Ev hêrs û tirsa mêran a ku wan bi xwe ferq nekiriye, taybetiyeka nû li çînê wan zêde dike.
Herweha li kargehan tûndkarî li mêran tê kirin û mêr wê di malbatê de telafî dike. Mêr li kargehê ew qasê bêdesthilat e ku hewil dide li malbatê, di dema xwe ya şexsî de hest bike ku ew jiyana xwe kontrol dike. Encama vê yekê tûndkariya safî ya mêran e.
Da ku mêrbûn dewam bike mêr bêrawestan hewceyî wê yekê ne ku bêne erêkirin. Ev erêkirin ya rastî dikare ji tûndkariyê gelek dûr jî be. Ji xwe mêla piraniya mêran ji bo tecawiz, taciz û tûndkariyê nîne.
Di ciwanî an kamilbûna xwe de piraniya me ya kêm carekê ji bo desthilata fîzîkî cûrreyekê tûndkariyê bikarînaye.
Lê belê tûndkarî ji bilî ku kêrî wê yekê tê hesta bêdesthilatiyê zêde dike û îmaja xwe-bûnê xera dike kêrî tiştekê dî nayê.
Di romana Gabriel Garcia Marquezî ya bi navê “Payîza Bavê me yê Serok” de împaratorê ku pîr nabe dema li korîdora dirêj a qerrê dimeşe, pêyên xwe yên werimî bi erdê ve tîne û bêhna siftê belav dibe.
Ew li dinyaya wî teror, qehir û tinebûn lê zêdekirî êdî nikare ti bike. Ew mehkûmê trajedîyekê bûye. Ew mecbûr dimîne ji zindîbûnê dûr, wê bêhnê heta hetayê bikêşe.
Ma le’ineteka welê ji bo me mêran jî nîne.
Gelo rêyek nîne ku em ji vê dojeha tûndkariya mêran a me bi xwe çêkirî û hemî sextekariyên bi mêrbûnê ve têkildar xelas bibin ku ew zerereka mezin dide hevzayendan, jinan, zarokan û me bi xwe. (AH/ŞA/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |