Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Mijar bi xwe ne bes e ji ber ku min qebûl kiriye weke mêr, di mijareke wiha de nivîsa destpêkê binivîsim divê ez dîn bûbim, lê na ez dîn nebûme. Sedema ku min ev tişt daye ber çavê xwe ev e; li qada civakî di mijara mêrbûnê û tundkariya mêran de wextê axavtina mêran hatiye û mêr ji bo axavtinê gelekî dereng jî mane. Helbet min nekarîbû Nadîreyê û bianetê red bikira. Axir ji bêwatetiya gotina “ez li hemberî hemû tundkariyê me”, ji nimayişa mêrbûnê ya li hemberî wateya “tundkariya mêran”, em îro hatine rewşeke wiha ku mêr tundkariya mêran nîqaş dikin û li ser wê dinivîsin. Ne ji zû de ye, 9-10 salên ku vê pêvajoyê destpêkiriye. Li gori çeteleyên tundkariya mêran ên bianetê ji sala 2010ê û vir ve li Tirkiyeyê mêran li derdora 2000 jin kuştine. Dema ji vir li meseleyê binêrin û bifikirin hûnê fam bikin ku berdêla vê çiqas bi giranî hatiye dayin. Tirsa ji jinan û dijminahiya jinan bûye sedema wî tiştî ku him yek bi yek mêr him jî sazî li hemberî jinan kiryarên dijmirovahiyê pêk bînin. Her ev bûye, hîna jî dibe.
Helbet ez wî tiştî naparêzim ku dema mêr jî beşdarî nîqaş û doktrîna zayendî ya civakî bibin wê çareseriyeke misoger ji pirsgirêkê re bîne. Lê bi vê munasebetê ez ê hewl bidim ku tevkariya xwe ya mutewazî bikim û li xwe mikur bêm.
Çawa ku berpirsiyariya kemasiyên min ên ku min weke demana mêrbûnê bidest xistine, di stuyê mêrbûnên ku hatine fêrkirin û testosteronê de be, di vê mijarê de ez deyndarê wan jina me ku hema hema bi giştî wan hiştiye li ser xwe biponijim û li xwe vegerim. Ez deyndarê wan jinên zewac û evîndariya bi min re dane ber çavê xwe, yên dostaniya min kirine û yên ku weke hevkar bi min re gelek dem borandine me ku bi bêhnfirehê min perwerde kirine, tehemula mêrbûna min kirine û helbet têkoşîna nasnameyê li hemberî mêrekî kirine. Divê di mijara lêpirsîna mêrbûnê de, di fêmkirina wî tiştî de ku mêrbûn ji tercîha zayendî û heteroseksîzmê wêdetir e û di mijara pêkarîbûna mêrbûnê de ez tevkariya LGBTI+ piştguh nekim.
Gelo em weke mêrên mixalif ev tişt naleta me ye ku desthilatdariya em li hemberî wê derdikevin weke mêraniya hegemonîk dîsa dîsa çêdikin. Mixalifiya me gelek caran lêpirsîna serdestiya patriyarkayê û heteroseksîmê ji bîr dike. Lê ji ber em mixalîfin, em wisa difikirin ku ji xwe lêpirsîna xwe dikin.
Ji temenê xwe yê gelekî ciwan de ez di nava derdoreke polîtîk de bûm. Ji 17 saliya xwe û pê de jî di nava têkoşîna sosyalîst de me. ne desthilatdariya civakî û sazûmanî ya di mijara meseleya jinan de ne ya mirov wê bibin evîndarê kê û bi kê re şa bibin û ne jî hevaltiya wan zêde di rojeva min de bû. Ji bilî çend jinên bi rengekî cidî li ser vê meseleyê disekinîn ku wan jî tenê bi armanca “bila ev jî hebe” komeleyên jinan vekiribûn û ev komele di bin serdestiya îdeolojîk û rêxistinî de bûn. Wê gavê jî ew jin bêhtir hêja bûn ku di hin meşan de li paş pankarta rêxistinên jinan na lê bi me re yanî bi mêran re dimeşiyan.
Piştî derbeya leşkerî ya sala 1980yî bi saya tevgera jinan, a lezbiyen û geyan ku her diçû berbiçavtir dibû, li Komeleya Mafên Mirovan min her dû jî di rastiyê de nas kirin. Li wir bi xwe jî min kêmek bi xemgînî li wî tiştî temaşe kiribû ku sala 1990î dema ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan çalakiyên protestoyî dihatin çêkirin jin çûbûn çalakiya cuda (protestoya bi cil û bergên reş). Xuya ye ku yek ji şîroveyên herî Ortodoks ên navendparêziya demokratîk a li Tirkiyeyê bandoreke mezin li ser min kiriye.
Digel ku ez bi meseleya desthilatdariyê re ewqas mijûl dibim min patriyarka paşguh kiriye. Dibe ku çavkaniya xwe ji mêrbûna min distîne ev tişt. Helbet ez li vir di vê mijarê de ji kîsî xwe hukmê nadim. Jinêk ku gelekî gelekî ji min baştir dikarin vî tiştî bikin hene. Lê ez deyndarê jina me ku di vê mijarê de meseleya jinê dîsa wan kurtir bi min dane famkirin.
Lê divê tundkariya mêran ne tenê meseleya jinan be. Jin weke kesên ku rastî tundkariyê tên, dema ku têkoşîna tundkariyê bi xwe û têkoşîna kesên ku tundkariyê dikin yanî dema têkoşîna me dikin, divê mêr jî di heman demê de hewla têkoşîna bi mêrbûnan a bi rengê di gelek çandên cîhanê de hatiye ravkirin re bikin û ji xwe re wê bikin derd.
Çi mêr be çi jin be, ti zîndewer nîne ku dema nîvê şevê bi tena serê xwe li kolanê bimeşe û rastî pênc zilaman bê û netirse.
Mêr xwediyê wê demanê ne ku dema nikaribin kontrol bikin an jî serdestiyê bikin hêrs bibin û tundkariyê bikin. Hînî wî tiştî bûne ku dema erka wan têrê neke piştgiriyê didin komeke mêrên xwedî erk û ji bo berdewamiya erka wan tundkariyê dikin. Divê neyê jibîrkirin ku tecawiza sîstematîk amûreke şer e.
Niha em hatin ser beşa zehmet… yanî meseleya lêpirsîna hindurîn.
Lewra heke di vê meseleyê de hewldana lêpirsîna hindurîn û mikurhatin çênebe wê gavê xetereya wî tiştî derdikeve holê ku mêrên xwe weke her tiştî dizanin dihesibînin dikarin qada tundkariya li ser jinan rave bikin û vebêjin. Ji ber wê jî ez wî tiştî gelekî girîng dibînim ku mêr ne li hemberî jinan bin, lê di navbera xwe de li ser merbûna xwe biaxivin û nîqaş bikin.
Qasî ku tê bîra min, min tundkariya zayendî û laşî li hevkarên xwe, jinên xwe, evîndarên xwe û zarokên xwe nekiriye. Dibêjim ku qasî tê bîramin, lewra hin tiştên ku ez weke mafên xwezayî qebûl dikim dikaribûn bihiştana taktîkên tundkariyê yên psîkolojîk bi hêsanî veguhezin tundkariya laşî. Ez hêvî dikim ku ez ne şaş bim û encameke wiha derneketibe holê. Lewra mêr vê tundkariyê jî herî zêde dikarin li ser kesên nêzîkî xwe tetbîq bikin. Bi taybetî jî ev nêzîkayî di nava malê de hatibe sazkirin ku mêr desthiladrariya xwe bi hemû awayên sazûmanî û civakî li vir diparêzin.
Min hewl da ku di têkiliyên xwe de, li ciyên ku min lê kar kirine cidakariyê nekim, serdestiyê ava nekim û hay ji mafên xebatkaran hebim. Lê di bingeha demanên mêran de desthilatdarî û kontrolkirin heye ku em weke mafên xwezayî qebûl dikin.
Gelek dem lazim bû ji bo ku ez xwe kontrol bikim. Gelek dem lazim bû ji bo ez wî tiştî fam bikim û ji xwe bipirsim ku tiştên ez weke maf dibînim ji perwerdeya zayendî ya civakî tên. Ez nikarim bibêjim ku min ji hev derxistine. Ne laşî be jî min demana tundkariyê teqez bi kar aniye.
Ez dixwazim behsa wan deman û xûyan bikim ku hîna hewl didim çareser bikim û wan weke mafekî xwezayî dibînim.
Em ji ya herî nerm, ji “mafê qutkirina gotinê” dest pê bikim…
Mafê qutkirina gotinê ya mêran: Her çiqas ku ez zû bi zû paş de gavê diavêjim jî her gav ez bûme gengeşîkerekî germ. Di germbûna nîqaşê de bêyî ku hay jê çêbibim bê kesên din diaxivin an na ez tiştên ku tên hişê min, tiştên ku rast dibînim û baweriya min bi rastiya wan tê tînim ziman. Ev jî pêwîstiyeke “li ser navê hêza rastiyên mêrbûnê” bû.
Çareserî: Heke ku tehemula te tune be beşdarî nîqaşan nebe, gotina jinan qut neke, qut neke, qut neke.
Mafê ez dizanim ê mêran: Bi dirêjbûna temen re tecrûbe û zanyarî jî bi rengekî îzafî zêde dibin. Ez ji nişka ve dibînim ku di her mijarê de zanyariyên min hene. Ev zanyarî piştî demekê vediguhezin fikr û darazên neguher. Di civîn û nîqaşan de her gav gelek fikrên min hene ku ez bibêjim. Ez dixwazim ku van tiştan bibêjim. Na, divê ez bibêjim, ragihînim. Ev car caran bi hevokên “rastiya vî karî ev e” derdikeve holê. Heçku her gava ez diaxivim, ji hêla teorîk ve dizanim ku jiyana ciwanan, jinên bi zehmetî dikarin mafê axavtinê bi dest bixin zehmettir dikim. Her wiha ez dikarim bi qebûlkirina vî tiştî dest bi karî bikim ku ez van mijaran nizanim, dibe ku hin kesên din ji min baştir bizanibin.
Çareserî: Ez hewl bidim ku hin tiştên dizanim ji xwe re veşêrim û kêmtir biaxivim, di wê dema teserufê de ji bo jin û kesên LGBTİ+ bêhtir biaxivin baldartir bim.
Mafê pevhenekkirinê yê mêran: Min ew derdorên karî ên rehet her gav tercîh kirine ku mirov henekan bi hev dikin. Min hewl da ku ciyên ez lê dimînim jî wiha bin. Lê ez her gav balê nadim wî tiştî ku li van derdoran hiyerarşîyeke nav lê nehatiye kirin heye û mirov xwe li van deran wekhev nabînin. Ez gelek caran ji bîr dikim wan henekan nekim ku derbarê temenên jinan, jîriyên wan û yên derbarê dîmenên wan ên ku wê bihêlin xwe xerab bihesibînin. Ev jî sazkirina wê taktîka desthilatdariyê ye ku bi sedsalan e dihêle yên li hember xwe lawaz û kêm bibîne.
Çareserî: Derbarê nîjadperestî û zayendperestiya rojane de bêhtir tiştan tu bixwînî û bifikirî. Tu wî sînorê di navbera pevhenekkirinê û yê sivkitayê neborînî. Bi taybetî ji jinan re tu nebêjî ku “Îro tu gelekî westiyayî dixuye, çi bûye gelo tu bi şevê ranezayî, kîloyên te zêde bûne.”
Mafê qîjînê yê mêran: Hewldana bêdenghiştina bi qîjînê ya li ser kesên din jî taybetmendiyeke mêran e. Tiştê herî xirab ew e ku dema vî tiştî dikim ez ne di ferqa wê de me, tenê dema ku ez nîqaşê dikim vî tiştî dikim. Yanî ez dengekî gelekî çînî û mêrokî bikar tînim, tam weke amûreke serdestiyê hetta weke amûreke çewisandinê.
Çareserî: Di navbera kesên wekhev û yên tu wan ne wekhev in, ji te kêmtir in tu dengê xwe qet bilind neke. Di nava ti şert û mercan de…
Mafê neecibandinê û yê rexnekirinê yê mêran: Bi taybetî li malê di jiyana rojane de mêr bi hêsanî dikarin xwe bixin pozisyona rexnegiran. Her wiha ez jî! “Ev birinc ne weke ya ku tu her carî çê dike ye.”
Çareserî: Mafê neecibandinê û mafê rexnekirina bihêsanî him ji ber ku dihêle yê li hemberî te xwe kêm bibîne tê wateya tundkariya psîkolojîk him jî ji bo dîtina çareseriyê tê wateya bi rengê çalak helwestê nestîne, kedê demkî û giyanî ya vê nede û bi vî rengî pozisyona xwe ya bikêr zexmkirinê. Yanî jinûve hilberîna desthilatdariya mêran.
Mafê serdestiya li ser keda nava malê: Hizra min a li ser wî tiştî ku divê karê nava malê her li ser keda jinê be. Karê min bi xwe be jî. “Zarok digirî”, “gumlekê min ê lacîwer li ku ye?”, “mal çima bela wela ye?”.
Çareserî: Divê ez bînim bîra xwe ev hemû karên min in û divê ze wan bikim. Heke ku xwarin ne zêde bi çêj be, heke ku zarok bigirî, heke ku pêdiviya zarokê bi lîstikê hebe, heke ku tiştên lê digerim ne li ciyên xwe bin an jî ez wan nabînim, beriya ku ez tiştekî bibêjim ez tînim bîra xwe ku ev karê min e. Tişta baş ew e ku dema ez vê ji bîr dikim li malê kesek heye, tîne bîra min.
Mafê hêrsbûnê yê mêran: Dema hin kes, tiştek min gelekî aciz dike û di vî tiştî de israr dike hêrsbûn yek ji demanên mêrbûnê ye. Kesê/a li hemberî xwe bi hêrsbûnê bimelisîne. Dijûnkirin…Ez vê jî dikim.
Çareserî: Divê ez bînim bîra xwe ku ev tişt nîşaneyeke mêrbûnê ye, dijûnkirin qasî birînkirinê zayendî ye.
Mafê xeyîdîn û cezakirinê yê mêran: Piştî mafê hêrsbûnê yan jî mafekî ku di heman demê de bi mafê hêrsbûnê re tê bikaranîn. Yek ji rêbazên herî baş ê ku cezakirinê ye, yan jî dihêle kesê li hember, xwe tenê û dilbiguman bibîne. Dema kesê li hember tiştekî bibêje sazkirina desthilatdariyê ya bêdengiyê yan jî bi xeyidandina kesê li hember wî tune bihesibîne. Gaveke li du wê jî cezakirina wî/wê û bihêle ku hay jê çêbibe. Min gelek caran ev tişt kirin. Xûyeke xirab, mêrbûneke kirêt.
Çareserî: Ti gavê li hemberî xizmên xwe, evîndarên xwe û hevkarên xwe desthilatdariya bêdengiyê saz neke. Desthilatdariyeke wiha ye ku biçûk dixe, bi xeyîdandinê tune dihesibîne û bêhtir rencîde dike, mêr ji bilî xwe li hemberî herkesan gelek caran bi kar tînin.
Ez piranî bi rêveberên jin re xebitîm. Weke ku min got, ez gelek tişt ji wan fêr bûm. Gava ku tiştek nekirin jî mirêk li ruyê min girtin. Lê 6 salên dawiyê li ciyekî wiha kar dikim ku bêhtir jin lê hene. Ez ji hemûyan lê herî zêde jî ji sê hevalên min ên jin ên rêveberiyê dikin, gelek tişt fêr dibim. Di serî de jî guhdarkirin tê. Ez fêr dibim, ew jî hîna bi min re kar dikin. Ez hîna jî dixwazim. (MC/HK/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses