Ev demek e dil û hişê min li hember hin rewşan di îsyanek de ye û ev îsyan ji ber xwe ve pêk hat, ne bi li ser fikirîn û biryara min… Ji ber ku piştî demekê dil û hiş êdî ne hewcê biryar û li serfikirîna me ye. Ew bi xwe îşê xwe dizanin.. Ê ez jî spasdar im ji bo wan ku wiha kirin.
Bes mesele çî ye ne, ez behsa çi dikim? Behsa nûçe û xeberên ne nûçe û xeber… Ew gotinên ne gotin, ew xeberên ku zû da ye êdî ne xeber in, lê bi saya hin kurdên me yên nûçegîhan an ne nûçegîhan li ser me dibarin…
Mînak: Nizanim kê, an jî kîjan navdar got ku, Kurd tekane miletê bê dewlet in li vê dinyaya bi dewlet… Kerem kir xêra xwe got ku, Kurd hem miletek pir mezin in, hem jî bê dewlet in…Kurd gelek mêvanperwer in û zirarê nadin mirovan..
Dil û hişê min van nûçeyên girîng, yanî nûçeyên ne girîng û ne nûçe…naxwîne, naşopîne heta dawiyê, lê dîsa jî van gotinên hûn niha dixwînin, wek refên qijakên bi hêrs ji volqana dilê min difirin…
Ma ev êdî nûçe ye? Ma gere niha em kêfa xwe bînin û dilê xwe xweş bikin? Hûn çi keremdarên mezin û lutufkarên peyebilind in!We em xelas kirin,êdî ji niha û pê ve piştî ku we wiha kerem kir û got rewş û halê me guherî, em jî li vê dinê bûn xwedî cîhê ku em zûda layîq in… Ne dagirkerî ma, ne nokerî û nîrên wê man!
Belkî jî sûc tev ê hest û zanîna: Lê paşê…Paşê çi bû, çi guherî, ye. Ji ber ku lazim e piştî gotina hin tiştan, hin tişt biguherin… Lazim e wate, giranî û qîmeta gotinan hebe. Ji ber vê jî divê ne kartû(beyat)bin, li bin lingên dubareyên dîrokê nepeçixîbin. Yanî lazim e gotin, gotin bin…nû bin, hinek nûker bin.
Bes dema ku kevin û dubareyên dubareyan bin, zilm in. Hem li xwediyên xwe hem li xwîner û guhdaran… Loma jî ne nûçe ne, ne çîrok in, ne jî dîrok..
Mînak: Êdî meneya, Kurd gelek mêvanperwer in nemaye…Ev ne nûçe ye, ne mizgînî, ne jî agahî…Dema ku yek bêje qey em Kurd wek parsekên eleqe û baldariyê ne û bixwaze bi gotinên bi vî awî destê xwe di serê me bide jî, divê em qebûl nekin. Na. Ne dem ne qursax, ne sebr û ne jî pêwîstiya me bi gotinên bi vî awê heye. Em baş dizanin ku kurd çi ne çi nînin û çima mêvanperwer in. Tew carna em dibêjin, xwezî wiha mêvanperwer nebûna û xwe di vî halî de nehîştana! Her wiha dema yek dibê qey bi xêra xwe û dostanî û mirovahiya xwe ya mezin… dilê me geş dike û dibêje, Kurd mezintirîn miletê bê dewlet in jî, tu wateyek napeke asîman, tu tişt naguhere. Loma jî gere êdî an mirov qet bi beyanatên wiha îtîbar neke an jî bêje:
Waaa,,,roj baş…hew roj baş! Lazim e em êdî bidin zanîn ku dostanî jî û behskirina kurdan jî ne tiştek wisa hêsan e û em ne di wê meraqê de ne hema ku yek behsa me bike. Destê me wisa, ji bo vê yekê vekirî nîne. Lê mesela gotinên nû û li cîh jî hene. Di wan rojên şikestina darzeytûnên Efrînê de rewşenbîrek frensî gotibû: Dinya kurdan heq nake, ne liyaqê kurdan e! Ev tesbîta ku sedema wê diyar bû, hêja bû, nûçe bû! Mukurhatinek mirovî û rewşenbîrî bû! Lê ku were dubarekirin ew ê jî êdî nebe nûçe û watedar neyê. Lew dê êdî wek gotina kurd mêvanperwer in, bê dewlet in… ji rêzê û acizker be.
Îja ku em dûr herin ev jî heye: ku di dema serdestiya Naziyan de em rastê tiştek wiha bihatana ê hêja bûya, nûçe bûya!
Gestapo çok li ber çend girtiyên Cihû şikênand û lêborînê ji wan xwest! Lê ku mirovperweran bigota:
Cihû tên hepiskirin… Dê zêde wata wê tinebûya. Loma jî mirov bigota, roj baş û derbas bûya. Ji ber ku dostanî jî û gotinên li ser navên wê jî gere ne erzan bûna, gere ne erzan bin. Rewşên ku bibin nûçe jî wilo.. Çawa ku ji bo me tu nûçetiya rengê oje û cilên nizanim kê û cîhê betlana nizanim kê tune ye, nûçebûyîna rewşên pir asayî jî tune. Mînak demek berê em rastê ”nûçeyên”wiha hatin: Otobozên şaredariyê piştî qeyûm, dibêjin ’roj baş’. Niha ev jî nûçe ye? Ji bo zimanek ku her roj bo zimanê zordestê xwe tê qurbankirin, çi wateya vê rewşa gelek gelek asayî heye û roj başek dikare zimanê me serwer bike?! An jî çima bi kurdî nebe ev roj baş, qey mumkun e ku bi kurdî nebe…û hwd..hwd…
Di demên wiha de wî sûretê Einsteîn ê ku zimanê xwe derxistiye tê bîra min, belkî jî ji bo rewşên wiha wilo kiriye û wek sûret, her nû..çe…maye, nû..maye.