Gelo li cîhê ku kêm bibin serdestên me zêdetir dibin? Ev çi lingdirêjî ev çi zimandirêjî ye?
Tew bi ser de jî ên ku behsa heq û neheqiyê dikin, ên ku qaşo dersê didin û derd dihêlin jî ew in. Ew kî ne? Birayên me yên ereb…Û ew erebtiya ku ne ji desteka dewletê be nikare xwe li ser lingan bihêle tiliyan dihejîne, deng bilind dike, dengê kurdî dibire. Dengê kurdî yê heta bêjî demokratîk, heta bêjî bê hesab û kîtab, mirovperwer û gelperwer! Welê têra xwe heye ku parastina xwe wek êrîşê dike. Dibin navê parastinê de êrîş dike, lew dizane ku parastina herî mezin êrîş e. Lê jixwe qet pêwistiya wî bi parastinê nîne û tim serdest bûye. Lêbelê dizane ku muxatabê li hember bes dikare bi vê awê bê berterafkirin. Loma ji yên ku tu kes û kûs biqasî wan nehatiye tunehesibandin re dibêje” me tune nehesibînin!”. Wey… Ewqas hêsan, ewqas erzan û ewqas beletewş e her tişt! Te li ku xwest êrîş bike. Ji cîhê ne cîh, ji cîhê ku qet hed û hesab nîne. Ji cîhê ku ji bilî şerm û hurmetê divê tu ti tiştî nekî…
Lê bê hazirî, lawazî û bê vîniya “meclisa” ku piraniya wan kurdên polîtîk û çalak in, halê herî xerab e. Çima hazir nînî mesela ey kurda/ê delal û hêja? Ewqas êrîş û berxwedanî çima kiras û helwestek ji pola çênekiriye! Ku kiras û şal û şapikê te ji pola be, êrîş kengê, çawa û ji çi alî de bê jî tu amade yî. Ne şaşwazî, ne devlalî, ne neçarî… Lê ew rewşa nebes a li hember wê boreborê dike ku zilam ji ser hemdê xwe biçe û xwe hem bike serwer hem jî bike xwediyê malê! Li ku? Li Mêrdîna rengîn… Sed heyf û mixabin ku jiyan rastiyên “de facto” dimeşe ne bi heyhey û dîrûşmeyan.
Îja dema ev bûyerên bi vî rengî li tbmmê(de bila navê wê bi tîpên biçûk be)bin jî rûreşiya mirovahiyê ne,lê dema li cîhek wek Mêrdîn bin sed qatê wê girantir in.Loma lazim e baş bê zanîn û gotin:
Bila tu kes bizarê(teqlîdê)zordestan neke,me bi seda salan e tu zordest rehet nehîştiye lewre.
Bila bê zanîn ku em bi ser neketibin jî,tu zordestî xêr ji me nedîtiye û dê nebîne jî.Loma jî qet li ser wî guhê ranezên,hûn ên ku bizarê dagirker û qedexekeran dikin,hûn ê qet û qet xêrê ji me nebînin.
Tew îja kî heye dixwaze kurd xwe ji hêla nîrxên mirovahiyê de îspat bikin!Em kengê ketin vî halê nizanim,lê wek ku deynê her kes û her hêzê yê demokrasî,mirovhezî,wekhevîparêziyê li me hebe ji me xweîspatkirinê dixwazin.Kurdbûyîn li ber çavên wan wek tiştek ku hema her dem ji xwefedakirin û îspatkirinê re amade ye dixwiyê herhal!Loma jî dema yek bi niyetek xerab û sedî sed be jî behsa tiştek welê dike,qirik li vê kurdîtiyê zuwa dibe,deng dilerize,dikeve quncikê parastinê yê teng ê ku qet nikare biparêze,loma jî naparêze û bêhtir lawaz dibe.Çimkî di wan kêliyan da serweriya derûnî jî û ya “de facto”jî wenda dike,teva ku mafdar û hêzdar e jî,dikeve rewşek nemafdar û qels…Lew mafdarbûn bi tena serê xwe ne tiştek e.Vîndarî,jîrîtî, çelengî û serwextî nebe,heta tu dixwazî mafdar be,ne xem e.Jixwe xema dîrokê jî nebûye.Loma ye ku bi deh salan e çepgirên dogmatîk dibêjin”em karker in,mafdar in,em ê bi ser bikevin”jî bi ser nakevin.Çimkî mafdarbûn nebes e,tew carna mirov dibêje xwezî ez qet mafdar nebûma jî..
Îcar,divê tu car tiliyên xwe nehejînin û bi ser kurdan de nekin borebor.Deynê tu kesî li me tine,bi ser de jî ew in ên deyndar,divê ew deynê me yê li xwe bidin.Ku dixwazin xwe ji egoyên xwe yên merezdarî re îspat bikin jî,rê ji her kes û komê re vekiriye.Bila ji xwe re çareyan bibînin,lê nebe nebe, bila nebêjin qey ku dê karibin zordestan li me zêde bikin, ne dostan!Û heyrana çavê kurdîtiya we,ka tim serhişk û hesin bin û wek pola amade bin ji her tiştî ra.Ku wilo be,dê gul,dil û stêrk tim bi kurdîtiya we re be.
(MR/AY)