Sînorên tiştên pêkan-mumkun û nepêkan- nemumkun,li ku dest pê dikin? Çima hin tişt nepêkan in? Bi taybetî jî tiştên ku mirov li bendê ye, tiştên ku bi sal û zemanan mirov dibê ‘ha pêk hat, ha pêk hat!’…Dema pêk tên, êdî ne ew tişt in, loma jî nepêkaniyeke din didin dest pêkirin. Ji ber wê ye belkî, mirov tam li wir dibe darek spîndarê ya li ser rê… Darek spîndarê ya li ser rê, ku ne xêra wê ji rê re heye, ne jî xêra rê ji wê re…
Minemin
Yên ku birînên xwe li hev pêçan
Saet dan pêş beden dan paş
Yên ku birînên xwe bi hev pêçan
Saet dan sekinandin
Bi baranê re kirin minemin
Bi sivnikan bera cinan dan
Bi pisîkên payîzê re dan pey bayê
Yên ku birînên xwe bi hev pêçan
Bi baranê re kirin minemin…
Dibe ku ew minemin jî ji ber nepêkaniya gelek tiştan be. Mînak; gihîştina hev qet nepêkan e. Lewre heta mirov digîhîje hev, ne mirov eynî mirov e, ne jî armanc û daxwaza gihîştinê eynî ye... Çimkî di wê rêya dûr û dirêj a ji bo gihîştinê de, tişta ku nehatiye serê mirov nemaye… Gelek caran welê dibe ku wek beytikek bagerê ew dizîbe, nizane çi bi serê wê/î jî hatiye. Serborî wisa zehf in ku nayên jimartin... Serborî welê borî ne ku wî/ê kirine sergêj û sermest. Tew gihîştina ku pêk hatiye, welê direng û welê peritî ye ku di nav kêliyek de sêhra wê betal dibe. Lê ji bo ku çav ji çavan şerm dikin, kes newêre bêje;
Qey ev bû a ku em ewqas li bendê man?
An jî…Na! Ev nebû a ku me ewqas xwest û ewqas bi pey ketin...
Erê çav ji çavan şerm dikin. (Dixwazim ku ew gotina pêşiyên me ya balkêş, li vir were bîra we: “Çav ji çavan şerm dikin, bertîl-ruşwet, keviran nerm dikin.” Lê mesele niha ne ev e.) Baş e ku şerm dikin. Lê xwezî carna şerm nekirana, ewqas nazik, kubar û zarîf nebûna û bigotana; “Ev çî ye lêêê! Ev bû ya ku me xwe li pey wek hespek kumêt bezand! Ev çî ye looo! Ev bû ya ku me di çavên xwe de ewqas xemiland û di dilê xwe de ewqas kemiland?
Çav ecêb in bi rastî jî…Di demên girîng de xwe li kubariyê datînin, şermok dikin, ji nedîtîva tên... Lê em… Em spîndarên li devê rê, em ê çi çare ji halê xwe re bibînin?
Sandiqa Bîranînan
Te heft derî girtin
Li ser sandiqa bîranînan
Û xwe avêt der ve
Lê tu bi xwe bîranîn î
Tu yê xwe li ku veşêrî
Te hemî derî girtin li ser bîranînan
Lê sindoqa herî mezin tu yî
Tu yê xwe li ku veşêrî
Belkî ya ku nahêle veger bibe gihîştin û gihîştin jî bibe bextewarî, ew sandiqa (sandiq, sindoq, sendoq, hemî jî ji devokên zimanê me ne) bîranînan e. Di her kêliya guhertin an jî neguhertinê de dengê xwe bilind dike. Carna bêhna biyok-bîh û darçînan, carna jî bêhna kufikê bi ser serê me dixîne. Tim dengê xwe dertîne, carna kakofonî (caco-phone) carna newayên rengînî, carna jî awazên baskşikêniyê bi ser serê mirov dixe.Tew carna bi çepilê mirov digre û davêje binê sandiqê û berî ku kilît bike jî bi mirov dikene. Sandiq e ew. Tim li oda herî girîng bicîhbûyî, tim girîng, tim sandiq..
Lê em ê çi bi nepêkantiyê bikin? Dema pêkhatina a ku em li hêviyê bûn dilê me xweş nekir û ji ber şerma çavan me li xwe danenî an jî avêt binê dilê xwe, dê çi bê serê me? Dema wan tiştên ji ber şermê civiyane ji cîhê xwe zîl dan û rê li ber nemumkuniyên din vekirin, dê mirov ê/a ku bûye sandiqa bîranîn û xatireyan kîjan zemanî bijî? Zemanê ku tê de ye an yê ku zûda li paş maye?
Rojên Xweş
Bi vê pêxasiya ku
Ji bagerek pir kevin maye
Li benda we ne em
Ey rojên xweş ên
Ku dê qet neyên
Ji bo ku kolonyalîzm heta dil û hestiyan jî diçe, nahêle ku têkiliya mirov a bi xwe re jî serwext û zindîwer be. Û ji bo ku mirovên ne azad tim bêhnçikandî ne, nikarin ji xwe re bibin dost heval, doxtor û derman. Pir pir cîran in ji hev û ji xwe re. Cîrantî jî mecbûrtî ye…Ma dê ji têkiliyên mecbûrî çi derkeve? Mecbûriyet dikare xêrê bighîne xwe û xwediyên xwe?
Bes spîndarên li devê rê êdî naxwazin mecbûriyetê bijîn û ji tevî nepêkaniyan re dibêjin, na!
(MR/FD)