Li gor her beşa xwezayê jî vejen-enerjî gelek girîng e û bi dorvegerî xwe diguherîne û nû dike. Ji bo kes û civakan jî wilo ye. Yên ku xwe vedigerînin û vediguherînin hêzdar û dînamîk dimînin, lê yên ku xwe ji vê îradeyê mehrûm dihêlin dirizin û pûç dibin. Dema em li dora xwe dimêzînin jî dibînin, ên ku xwe nû dikin, di şexsê xwe û derdora xwe de jî bi yên kevneperest û genî re şer dikin, zindî û bihêz in, bi wê tîrojê diçirisin. Bes yên ku naxwazin û nikarin vê yekê bikin, xwe jî derdora xwe jî dilewitînin.
Em hemî van tiştan dizanin û dibînin, an jî dema em bi çavên hişyar dimêzînin dibînin. Van rojan wek wan rêzefîlmên tirkan ên beredayî gelek tişt bi ber çavên min ketin.
Mesela, Kurd ji hev hez nakin. Bi sed salan e wiha tê gotin, kurd jî vêya dizanin û dibêjin, dost û dijminên wan jî ..Lê belê ev rastî naguhere. Em dîsa wê gotina Lenîn bînin bîra xwe:
Me sê şoreşan pêk anî jî Oblomov neqedîyan!
Sê şoreş…. An jî neh şoreş…Ku şexs neguherin dê şoreş çawa pêk bê, ku civak neguherin dê şexs çawa biguherin. Û ya herî girîng: Şoreş çî ye? Kirasguherîneke mecbûrî û danezan û deklerasyoneke burokratî!?
Ji bo welatê me lûtkeya şoreşî ew bû ku dagirker, hew rût û tût, dagirker bû. Bi her awî li ser sûc hatibû girtin û bi her rengî dihat redkirin. Ev rastî gelek hêja û pîroz, gelek zindîwer û zindîker bû. Mixabin di rêzefîlmê ku niha li her derê wek berateyek êrîşker derdikeve pêşberî mirov, ne ev e. Dagirker dîsa bûye hêvî û bawerî!!! Ji bo meseleyên li nav xwe ji hev re dibêjin” te çima ban wan …nekir, ew hel dikin!”
Mirov şermende(mehcûb) û şaşwaz dibe û nizane xwe di ku wer bike.
Dagirkero! Tu kengê wiha dîsa hilkişîyayî ser textê xwe, textê xwe yê ku li ser can û cesedê me bilind bûye?
Te kengê xwe wiha ediland û di çavên qurbanên xwe de dîsa kir qehreman û adil û serwer û doxtor? Te çi kir dîsa, yên ku te wan kuştîye û birîndar û nexweş hîştîye, dibên qey tu yî derman û doxtorê wan?
Dagirkero, te çi kir û me bindestan çi kir ku ew hemî raman û hestên ronak, temîz, wêrek, dijdagirker û xweafirîner firîn çûn?
Balkêş e ku dema vejena kurdan ber bi qanalên welatperwer ve naherike û bi gerînekek birakuj û xwişkkuj ve dibeze, xwe davêje ber postalên dagirker. Dagirker jî jixwe tim li benda vê halê rebenokî ye û diranên xwe beş dike. Lew ev halê wiha rebenokî tunebe, dagirkerî tune. Li ku rebenî û hevkujî, li wir postalalastinî!
Name
Li wezareta aqil
Dermanê dînêtîyê nîne welato
Em bi vê aqilê kêm bi kuxikê ketine
Kux…kux…kux!
Cîger perçe perçe dibin
Em bi werema tekrarê ketine welato
Kuxtekuxta me ji ber vê ye
Ki navenda hesreta azadîyê
Derman nîne ferman e
Ev der şoreş e welato
Baskên şikestî bi ser me de nebarîne
(Kirasê Heyvê, Aram)
Derba mezin jî ev e. Ku kurd bi mafdarî be jî hev neecibînin, dijminên xwe diecibînin. Heyra temam, hev neecibînin, mafdar bin, lê hûn çima dijmin diecibînin? Ew kengê bûye alternatîf ku niha jî bibe? Ku li dilê we rûnenişt û bawerî çênekir, hûn bi xwe çareyek bibînin. Çimkî hûn kurd in, dê hingê ew çare jî heqîqî be, yanî kurd be. Lê yên din…ne mumkun e ku bibin çare.
Îja bindest çima ji hev hez nakin? Çimkî dişibin hev, xwe dibînin di çavên hev de. Ji bo ku ji xwe hez nakin û nagihîjin xwebûyînek xwezan û xwehez, ji hev jî hez nakin. Yên ku ji xwe hez nekin dê çawa ji yên wek xwe hez bikin? Yên ku ji xwe hez nekin, dê çawa bi hev bawer bin û vejena-enerjîya xwe bi xwe û bi yên wek xwe re bikin yek û çare û sînerjîyê bibînin?
Nebesî
Dilek ne bes e ey dil
Min sê dilên din jî divê
Min di heman kitêbê da wiha jî gotîye. Heyra em hêj nizanin û nikarin heqê dilekî bidinê û bi wî re herin serî, îja sê dil ji ku derket!
Lê belkî jî rast be. Dema ku me vê dilkê belengaz nas kir û jê hez kir û ji yên hev jî hez kir, dê her yek ji me bibe xwedî sê dilên din jî. Çawa ku dengbêj behsa çargurçikan dikin, dê behsa sêdilan jî bikin ne? Bes sedem çi dibe bila bibe em xwe teslîmê kurdkujîyê nekin. Kurdkujî kurmperestî ye û kurmîbîyîn jî dîyarîya dagirker e. Ew hew dikare vê dîyarîyê bidime me. Wî diyarîyek din nîne. Lê em dikarin destpêkê ji xwe, dûre ji hev hez bikin. Ne bi dilek lê bi sê dilan dest bi çîrokên nû bikin û nehêlin vejena me nemire û neçe ber pêlavên xelkê.
(MR/AY)