Qerenfîl
Dême tu hatî
Zûda ye ku ne li tu derê bûy
Tu çiqas neguherî yî
Destên te çiqas qerebalix in
Çavên te çiqas ji nîşkava
Min qet te wiha qet neguheriyî nedîtibû*
Ji bo ku li ser hatinek wiha bê guherîn bû bala min kişand vê helbestê. Bêguherîn… Lê jixwe ku mirov li ne tu derê be, dikare biguhere? Çimkî der in ên ku mirov diguherînin. Der û dor. Mekan û mesken, cîh û war.. Lê ku mirov li ne tu derê be, li ku ye? Dema yek ji me dibêje, ez hatim lê li ne tu derê bûm…Mirov dibêje çi? Dixwaze bêje çi û ên ku li hember mirov in çi fêm diçin? Ez hatim lê li ne tu derê bûm… Waa… Li ne tu derê… Em vê gotinê çi baş fam dikin û serê xwe dihejînin ne? Waa…Tu li ne tu derê bûy…Waaa…Tu ji wir têy…Ji ne tu derê…
Li gor ku em wiha dizanin em tev li ne tu derê ne. An jî derek wilo ku ne hûn bipirsin ne ez hîn bibim… Derek ne tu der e heyran. Ne li erd ne li asîman. Mîsogeriya tu tiştî tine ye. Tu tişt ne di bin qontrola me de ye. An jî tiştên girîng, tim di bin qontrola hinekên din de ne. Ew hinekên ku wek di roman û sînemayên dîstopîk de hem her kes bi wan dizane hem jî nizane… Biryarên girîng distînin di derbarê me belengazan da. Ew bêjin çi ew e. Fermana çi bidin ew pêk tê. Çarenûs na, neçarînûsên me ne ew… Çi dixwazin wê dinivîsînin, çi naxwazin wê jê dibin. Ev pênûs û jêbir kengê ketiye destê wan, ji kengê de wiha li ser me û li ser serê me dinivîsînin, her kes dizane. Her kes dizane ku çima pênûs û jêbira me jî tine, çima em jî nikarin binvîsin û jê bibin, jê bibin û binvîsin…
Her tişt kûr bû, şopên li ser berfê
Teyrereşên ku me hema li wan dinhêrî
Eywana zivistanê beramberê deryayek bû
Ku wisa bû bo çi em li ser bîrekê giriyabûn
Çima me bi tirs li pey çûna payîzê mêzandibû
Me destê xwe biribû ser eniya xwe û em li şefeqê geriyabûn
Eywana zivistanê, olana daristanek bû
Ji bo çûyînê ji mirina me pê ve çi lazim bû
Lê me dizanibû, dema jihevçûna hesin bû
Av ji ber giraniya xwe westiyayî bû
Sî, fikrên terikandî bûn
Eywana zivistanê, li pişt agirek bû*
Eywana zivistanê an jî hewşa havînê…Nav û wate çi dibe bila be, way ev sînemaya dîstopîk û dubare ya ku jîyana me ya bê dubare û tik û tenê li pey xwe dikişkişîne didome. Çerx heman çerx...Ne liyaqê neletbarînê ye jî êdî. Wekî ku peyv jî naxwazin êdî tenezulê vê dubareya rizî û mirinokî û bêrûmet bikin, xwe ker dikin. Em ji tu derê nayên. Rojev ji tu derê nayê. Bûyer ji tu derê nayên. Hew ew heye; Bextreşî, zikreşî û bêbextiyek bêmirês, li ser text rûniştiye û ji her dera wê mirin dibare. Me hew daxwazek heye; bila tune bibe, tune bibe!
Bisekne neçe
Li hêviya min be
Em herî dawî kengî rastê hev hatin
Erê, tê bîra min, zivistan êdî diqediya
Tu bi çengek sosin ketî hundir
Te got min ji te re agir anî, tu yê xwe pê germ bikî
Te bi minemina stranek ku min qet nebîhîstibû
Porê xwe dûz kir, avê vexwar
Di şibakê de li derva mêze kir, li hespê li ser çayîrê
Te bi lekeyek li ser camê li eniya hesp nîşan girt
Dûre te got “şev xweş” û tu çûy*
*Helbest, Salih Bolat, Toplu Şiirler, varlik