“Pepikên bebekan, ji bo firotanê: Qet nehatine lixwekirin” (For Sale:Baby Shoes,Never Worn,Ernest Hemîngway) Ev e çîroka dinyayê ya herî kurt. Hew ji şeş gotinan pêk hatiye (lewma wek hin zimanên din, di zimanê me de jî ji şeş gotinan dirêjtir e, lê dîsa jî ya herî kurt e)
Lê Hemîngwayê ku romanên dûr û dirêj nivîsandiye, çima xwestiye wiha çîroka herî kurt binivîse û mijar çima ev e: Papikên Bebikan.Belkî ji bo ku temenê herî kurt ê zarokan e ev çîroka herî kurt li ser papikên wan e, belkî jî ji ber gelek sedemên din… Lê ev çîroka ku wek şûrê kurtiyê xwe şanî me dide, dide zanîn ku kurtahî tiştek çiqas baş û lazim e û tu tişt nikare wê dirêj bike. Ew, kurt e lewre. Biryar û vîna wê ev e, ne dirêjahî û xwedirêjkirin.
Lê qey em ê nikaribin meraq jî bikin? Gelo ew papik hatin firotan an na? Gelo rengê wan çawa bû? Gelo çima dihatin firotan, lê nedihatin lixwekirin? Ev papik yên kê ji me, yên kîjan zarok û zaroktî bûn?
Lê dixwazim vê çîrokê bi çîrokeka kurt bixemlînim. Çîrokeka kurt… Dê çawa be gelo? Hem jî bi kurdî… Bi zimanê ku xwediyê çîrok û derdê herî dirêj e, çîrokek kurt çawa tê nivîsandin? Bi zimanê ku nahêle tu tişt di kêliyek dilxweş û dilopek baranê de biveje û biçe. Di qedehek avê de bê vexwarin û tîbûna har ji holê rabike…Çîroka kurt û kurdî, tu li ku yî ka were?
Bila ev be çîroka me:
Heta çav gîhîştin hev,heyat derbas bû.
We dît ku ji heft gotinan pêk hat û xwe bi dawî kir. Lê bila ev jî çîrokek be:
Kesî/ê nizanibû ku deriyê bexçe girtîbû.
Ev jî ji şeş gotinan pêk tê.Bes ev herdû jî me di meraqê de dihêlin ne? Lê ya ku behsa negihîştina çavan dike, pirtir nas tê ji me re. Wek ku jixwe di berîka me tevan de bûye û hema niha derketiye. Çimkî ev der, çîrokgeha nepêkhatinan e an jî cîhê çîrokên nepêkhatî…
Lê bala me dîsa diçe ser çîroka li despêkê. Ya ku xwe bi kurtbûna xwe îspat kiriye.(Jixwe dibêjin dema ku nivîskêr, gotiye ez ê çîrokek wiha kurt binivîsînim, jê nehatiye bawerkirin. Lê wî nivîsiye.)
Her wiha Augusto Monterosso jî,çîrokek wiha nivîsandiye:
“Dema şiyar bûm, dînozor hê jî li wir bû”
Li gor gotinan, gelek çîrokên vî nivîskarê li dij dîktatorê Hondurasê hebûne û dema ku rojekê hevalek wî gotinek li ser çîrokek wî zêde kiriye, jê re gotiye “te çîroka min kir romana Tolstoy… ”Gelo ew cezayê mişextiya wî ya bêdawî bû ku çîrokan wiha lê kurt kiribû û bi zêdebûna tenê gotinek jî, li ber çavên wî biqasî romanek Tolstoy dirêj kiribû?
Hin mînakên din jî hene. Lê ku çîrok, berdewamî an jî dengê jiyanê be, qet hewcê mînakan nake, jixwe çîrokên kurt ên ku em qet hay jî ji wan çênabin, li dora me dizivirin. Belkî her kêlî çîrokek, her çîrok dawiyek e û her dawî jî despêkek…ji ber ku em bibînin nebînin, jiyan çîrokên xwe dinivîsîne û di wan çîrokan de em hene. Em.Geh li vê çîrokê, geh li wê çîrokê.. Lê ku li vir kurtbûna çîrokan girîng be, em carna bizivirin û binhêrin ka me kîjan çîrokê çawa jiyaye? Her wiha çîrokên dirêj pirtir in. Belengazên ku nikarin kurt û rind behsa xwe û dinyayê bikin, heta dikarin dirêj dikin. Ew dirêjahî carna dibe goristan,carna jî dibe tekrarek mirovxur. Bes em dikarin û dixwazên bibin xwedî û nivîskarên çîrokên berkeftî û kurd û kurmancî ..Ka dê vê baharê kîjan çîrokan bi me bide nivîsandin û jiyandin...Çîrok xweş…
(MR/AY)