* Fotograf: OHAN (Ohannes Şaşkal)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
|
Em hemû jî ji hin tiştan nefretê dikin û bi rengekî hin kes ji me nefretê dikin. Baş e, ma gelo kesê ku nefretê jê dikin dibe ku ew bi xwe nefretê neke? Dema ji min re gotin ka tu dikarî ji me re derbarê Nefretkirinê de nivîsekê binivîsî, beriya her tiştî ev pirs hate hişê min. Ma gelo kî dikare nefretê ji ew ê/a dî neke ku te kêmî xwe dibînî, zilm û zordariyê le te dike, dibe ku dixwaze te tune bike.Dema tu bibî hedefa nefretkirinê, êrîş li te bibin, di wê demê de gelo tu çiqasî dikarî yê/a li beramberî xwe bibexşînî, bi dilovanî û dilrehmî nêzîkî wê/wî bibî. Ger tu bizanibî ku wê şîmaqeke din li te bide, tu yê guh bidî Îsayî û aliyê din ê rûyê xwe bizîvirînî?
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Tew di dema ku cîhan ketiye vê rewşê de, wêrankariya bi destê mirovan bûye, xweza bi qasî ku nema bi ser hemdê xwe bê, herifandiye û metirsiyên me yên derbarê siberoja me bi çendîn cûreyan teng dike, gelo di vê rewşa hanê de, em dikarin çiqas nefreta xwe ya li dijî hin tiştan, hinan, ya rast gelo çi zexm, çi sivik em dikarin her cûre hestên xwe yên neyênî ji bo berjewendiya tiştên baş bikar bînin?
Nefretkirin ji bo hin tiştan pêwîst e
Ez ê nebêjim ka werin em dest ji hemû hest û ramanên xwe berdin, wan weke ku qet nebûne, ji bîr bikin. Nefretkirin û hestên em wan neyênî dinirxînin, xwezayî ne, rast in , hene û em dikarin bibêjin ku mirov bi wan hewce ne. Ev hestên dil û hinavên mirovan disotînin ên ku mîna hestên din ji derveyî îradeya mirovan derdikevin, ji nava dilê mirovan peyda dibin, ger mirov ne ezîz û ewliya bin nikarin bi hêsanî wan kontrol bikin, hin caran gûr dibin hin caran ditepisin lê wê her û hev bi mirovan re bin, gelekê caran em nizanin, em ê bi wan çi bikin.
Tecrûbeya derbarê nefretkirinê de
Gotinên sade yên hizrên nû û kevn pêşniyar dikin ku ev gotin ji mirovan re dibêjin, divê hûn xwe ji nefretkirin, hêrsbûn û kîn û rikê rizgar bikin, li şûna wan divê hûn hezkirin û famkirinê bicih bikin, li her deverê û gelek caran dertên pêşberî mirovan. Em wan hestên neyênî weke elamet, weke nexweşiyê, weke defoyên ku divê nebin qebûl dikin û hewl didin wan biavêjin derveyî sîstema xwe û wan ji nedîtî ve werin. Bi vî rengî em wan, di encamê de jî xwe û heta yên li der û dora xwe, li beramberî xwe nas nakin, ji ber ku em ji wan hestan ditirsin, heta nefretê ji wan dikin em nizanin bê ka em fersendên hînbûna kîjan tiştan ji dest didin. Her weha nebûna tecrûbeya van tiştan, me li beramberî nefretkirin, hêrsbûn, rik û kînê û hemû hestên neyênî yên li me peyda dibin û yên hinek ji bo me hest pê dikin, bê parastin û hesastir dike.
Qebûlkirina nefretkirinê
Ger mirov ji van hemû hestan bixwaze xwe dûr bixe, ji wan fedî bike, nefretê ji nefretkirinê bike, li beramberî hêrsê hêrs bikeve, li beramberî rik û kînê rik û kînê bike, ev di çareserkirina pirsgirêkên me de nabin alîkar. Her car em nikarin bi xweşbînî nêzîkî wan kesan bibin ku me ji ber wan êş kişandiye, kesên tehemula wan ji hebûna me re nîne em tehemuliya wan bikin, jê zêdetir jî bi hestên xwe yên tund û dijwar re yên em li beramberî xwe û heta hezkiriyên xwe hest pê dikin rûbirûbûn ne hêsan e. Ma gelo em dikarin bibêjen ew kesên tên xapandin, tên terişandin, xeyalşikestî dibin, dişikên, hurmetê nîşanî wan nadin, nikarin tiştên ku heq dikin bidest bixin, dixwazin çawa bin bi wî rengî ew bên qebûlkirin lê ev nabe, yanî tu, ez, em, hemû, rik û kînê, hêrsbûnê ji ferhenga xwe derxin û divê em derxin? ? Her yek ji me xwe ji nefretkirinê azabûyî qebûl dikin. .Lewra em dixwazin xwe bi vî rengî binirxînin, ji roja destpêkê heta niha jî tişta ku tê pêşniyarkirin jî ev e lê ji bo mirov bikaribe xwe ji nefretkirinê rizgar bike, divê destpêkê wê qebûl bike. Ji bo em bikaribin bi rastî jî li ser vê biaxivin, xeta me ya destpêkê ev der e, yanî divê xet em bi xwe bin.
Em bi nefretkirinê re çi dikin?
Ji bo bikaribin bibêjim, tiştê divê em jê bitirsin ne hest bixwe ne lê tiştên ku em bi wan dikin bi xwe ne, min ev pêşgotina dirêj nivîsî. Em hemû jî ji ber hin tiştan dibin agir û bi xwe dikevin lê mîna ku Willam Saroyanî di “Bizdonek Wêrek in” de dibêje, em hemû naçin ji ser barû ango qûleyekê guleyan li mirovan nareşînin. Bi tenê hinek ji me aşkere hinekan biçûk dixin, piçek ji me diçin li kolanan dijminên xwe kêr dikin, ji nava me kêm be jî kesek çekekê hildigire û berê wê dide kesekî/ê û gelek kêm kes dema çavsorî dibin diçin dixwazin kesekî/ê ji derekê biavêjin xwarê. Yanê, hebûna van hemû hestên nayên xwestin, illeh xirabtirîn tiştan bi me nadin kirin. Hinek mekanîzma kar dikin yên mîna psîkoloji, sosyolojî û hemû -lojiyên din û hewl didin ku em bi çi rengî dibe bila bibe, bi hev re bijîn, cihê kêfxweşiyê ye ku wisa ye.
Nefretkirina dewletê
Yek bi yek di nava mirovan her çi derbas dibe de bila bibe, em dibînin ku ji hêla civakî ve, di şert û mercên herî aloz de jî piraniya mirovan maqûl tevdigerin, ne ku dixwazin çavên kesên li beramberî xwe birijînin lê bi baqilî tevdigerin. Lê belê sîstem, polîtîka piranî ji bo hestên mîna tirs, hêrs û rik û kîndariyê birêve bibin û ji bo armancên xwe yên wê sûdê ji wan werbigire beralî dike. Em dikarin bibêjin, dewleta ku rewşa zelalbûyî ya hegemonyayê ye, ew bi xwe weke mekanîzmayeke nefretkirinê ye. Amûreke qerase ye ku nefretkirinê diafirîne û di dema beralîkirina wê de menîpulasyonê dike. Bê şik û bê gûman, armancên bilind ku dewlet wan nesîhet dike ne ji bo berjewendiyên hevpar ên civakê ne, lê ji bo desthilatdar û hizrên serdestan e ku nirxên wan ên nawxazin pirs li ser wan bên kirin û di ser her tiştî re digirin û têkiliyên wan ên di paş hin perdeyan de veşartî, heta hetayê dewam bikin. Di vê wateya wê de nefret, dibe amûreke avakar a ku “me” diafirîne û dihêle em li dijî yên din ligel hev bin. Di vê rêyê de, dikin ku civak ji yên din nefretê bikin, ew ên derbarê wan de tiştekî nizanin û wan nas nakin. Her weha dîsa nefretê ji wan kes û koman bikin ku çiqas destûr dabin wan, ew qas derbarê wan de pêzanînên wan heni. Lewre naskirin, pêzanîn gelek caran rê li ber wî tiştî vedike ku mirov empatiyê bikin û di encamê de jî mirov nefretê nakin.
Bi vî rengî, dema penaberên ku em dibêjin mafên wan ên hatina welatê me nîne, dema werin wê pergala me ya civakî têk bibin, em gelek tiştan li ser serpêhatiyên wan, sedema koçkirina wan, li vir di nava çi şert û mercan de dijîn, pirsgirêkên wan ên rojane, têkiliyên wan ên bi zar û zêçên wan re, malbatên wan re, cîranên wan re bizanibin, em ê bi hêsanî ji wan fam bikin û em ê bi hêsanî nefretê ji wan nekin. Hemû nîşaneyên ku dibêjin yên din jî weke me ji goşt û hestî çêbûne û mafên me û wan weke hev in di encama vê pêvajoyê de bi vê rêyê tên bêdengkirin û ser wan tê nixumandin.
Gelo hestên neyênî dibin sedema tiştên baş?
Di jiyana me de bi qasî hestên erênî hestên neyênî yên weke nefretkirinê jî bandorê dikin. Diyar dikin ku bê ka em ê çi bikin û nekin, ji çi hez bikin û ji çi hez nekin, em di çi rewşê de çawa tevbigerin, em ê nêzî kê bin, ji kê dûr bikevin. Di encamê de em dikarin bibêjin ku hestên neyênî kêmanî bi qasî yên erênî bandorê li mirovan dikin. Her weha, em dibînin ku hestên em wan baş qebûl dikin gelek caran encamên gelekî xirab derdixin holê (gotina rêya dojê bi kevirên niyetpakiyê hatiye honandin bê sebep negotine), hestên neyênî jî weke di gelek mînakan de em dibînin, mirovan ber bi çareseriyên başî û xweşiyê ve dehf didi. Ka em li vir bêhnekê bisekinin.
Rûbirûbûyîn, hesabpirsîna bi xwe re û guherîn
Û em ji bîr nekin ku di tûrikê me de wêrankariyên ji ber nefretkirinê hene, em nefretkirinê tune dihesibînin, weke ku em qet nefretê nakin tevdigerin, her weha weke ku em li dijî rewşên em nefretê jê dikin têdikoşin û sedema avabûna tiştê em nefretê jê dikin hewl didin ji holê rakin. Ev hemû jî di tûrikê me de ne. Ji bo van tiştan jî beriya her tiştî divê em amade bin da ku bi xwe re rûbirû bibin, hesab bipirsin û biguherînin. Di vê rêyê de wê pêwîstî bi rastî, dilnizmî û wêrekiyê hebe. Humanîzma ku dibêje di serî di baweriyê bi mirovan bînin, nêjenîxwaziya bi guhertinê bawer dibe û piçekî jî dilpakî û hêvî jî hebe, wê ne xirab be. Ev encamên têkoşîna hizrî û civakî, ya dîroka mirovatiyê ya bi hezar salan e, mîrateya me ya hevpar in. Nirxên me ne ku başî û nebaşiyê ji hev cida dikin, ji bo em xizmetê ji başiyê re bikin an jî dema mirov ji nebaşiyê re kar bikin, rêberiyê ji wan re dikin, hatine ceribandin, hin caran têk çûne, lê her carê ji nû ve hatine nirxandin, careke din hatine ceribandin, dîsa têk çûne, dîsa û dîsa guherîne û wê bên guhertin.
Ermeniyekî Tirkiyeyî
Di nava tebeqe û qalikên cida yên nasname û hebûna min de, nasnameya min a ermeniyekî tirkiyeyî di cihekî gelekî girîng de ye, ez bixwazim jî nexwazim jî ev wisa ye. Her çend ez bixwazim ermenîtiya xwe ji bîr bikim jî, li derekê hinek ji bo ez vî parçeyê nasnameya xwe ji bîr nekim, her tiştî dikin. Ez weke mirovekî yê din, xayînekî potansiyel, bermahiyekî şûran, welatiyekî welatîbûna wî di asta duyem de, kesekî bawerî pê nayê, têm qebûlkirin û ne hêsan e weke heman kesî, têkoşînê li dijî van tiştan bidim, jiyaneke bi aram û ewle ya ku mafê her mirovî ye, bijîm. Û her weha di nava dil û hinavê min de rêbereke etîkê heye ku divê ez weke kesekî mexdûr xwe nespêrim konfora mexdûrbûnê, bi hêsanî qebûl nekim ku ez ê heta hetayê mexdûr bim, mîna qurbaniyekî profesyonel tevbigerim û di encamê de jî weke kesekî her dem mafdar bim, destûrê nedim ku mexdûrbûn bibe parçeyeke avakar a hebûna min û dema di hin wateyan de ez mexdûr bûm nebim zordar.
Di dîrokê de ermenî ji bo xwe ji vî barê giran rizgar bikin, gelek rê û rêbaz pêş xistin. Hinek ji wan bêdeng bûn, serî tewandin, hinekan ji wan çek hilgirtin, hinekan koç kir, hinekan jî bawerî bi guhertinê anî û hewl da ku ji civaka pê re dijî bibêje, ev karê dike ne ti kar e, hewl da ku rêya diyalogê bibîne, zimanekî hevpar saz bike, bi qasî hheza xwe. Ez yek ji van kesên ku vê rêya herî dawî hilbijartine me.
Rola “yê din ê meqbûl”
Min ev ne ji ber xêrxwaziyê kir, her weha ez bi xwe ne bawer im û ez îdia nakim ku min ev bi îradeya xwe kirine. Lewre ermeniyê tirkiyeyî, mîna ku hin hest hatine qedexekirin bû di zaroktiya min de, îro jî rewş zêde neguheriye. Ger hûn bi qasî tiliyên du destan mabin û bi tundkariyê we terbiye kiribin, we kiribin mijara nefretkirinê û we derxistibin ji derveyî mirovatiyê û hûn bê hêz hatibin hiştin, wê gavê hêrs, rik û kîndarî û nefretkirin, dibin hestên gelekî bixetere. Ev bi tenê dikarin ziyanê bidin we. Di encamê de hûn hestên xwe ditepisînin, hûn hewl didin ku wan tune bikin, hûn xwe mîna yên din ên meqbûl û xemgîn nîşan didin. Ew sînorê ku li ber we danîne, hûn bi ti rengî derbas nakin, ji xwe hûn vî tiştî xeyal jî nakin. Mafê hin kesan nîne ku wan hestên neyênî bibihîzin û ew piraniya caran ji tebeqeya herî jêr ya civakê ne, yên herî zêde tên vederkirin û kêmdîtin. Dibe ji ber ku çareyeke din nebû, min çarekeye din nedît min ev rêya diyalogê, her du alî bikaribin hev fam bikin hilbijart û ev ne tiştekî ku mirov pê pesnê xwe bide û serbilind be.
Kesên ku Aras û Agos ava kirin
Ez dibêm qey siûda min hebû, lewre ez weke mêrekî ciwan ê li rêya xwe ya li ser rûyê cîhanê digeriya, rast li wan kesan hatim ku ji bo travmayên ermeniyên tirkiyeyî û neheqiyên ku îro li wan bûne bi kesên ne ermenî re biaxivin, ev bên naskirin û dermankirin Weşanxaneya Arasê û Agos ava kirine. Migirdiç Margosyan, Yetvart û Payline Tomasyan, Ardaşes Margosyan, Hrant Dink, Sarkis Seropyan û hevalên wan ên xwestine bi rêya wêje û pirtûkan, bi ya rojnamegeriyê binivîsin û bi vê re armancên xwe vebêjin, bi kesên heta îro nefret ji wan kirine re peywendiyê çêkin û bi vê peywendiyê re guhertin pêk werin, ji bo vê nefreta li wan bûye, nefreta ku nefret jê kirine ji holê rakin, tenê nefret nekirine, xweziya xwe danequrtandine, çandek ava kirine û gotinên xwe gotine.
Saziyên ku ji bo aştiya civakî kar dikin
Helbet ne tenê ew bûn. Gelek sazî û kes li Tirkiyeyê hene ku li ser mijarên mirovan ji hev cida dikin, mijarên ku nahêlin civak di nava aramî û firehiyê de bijîn kar dikin û kedê didin. Ma gelo mirov dikare karên Anadolû Kulturê ya Osman Kavalayî ji bo bi rêya hunerê li çar aliyê Tirkiyeyê piştgiriya aştiya civakî bike ew ava kiriye, ji bîr bike. Osman Kavalayê ku ew bi salan û bi nefretkirin û rikê di girtîgehê de hiştin û paşê jî bi biryareke li ser navê edaletê mirov jê şerm bike ceza kirin û wî jî bi mafdarî got “ger di dest wan de ben hebûya wê min darve bikirana”.
Saziyên mîna Kardeş Turkuler, Açik Radyo, Kalan Muzîk yên di salên aloz ên 1990î de ango ew û Aras û Agos di heman deman de hatine avakirin, li dijî yekperestiyê hewl dan ku dengên cida bînin ba hev û hewl didin jî. Navenda Bîrê ya ku ji bo “rastiyên derbarê binpêkirinên mafan ên raboriyê de derkevin holê, bîra civakî xurt bibe û kesên bandora van binpêkirinan li wan bûye bikaribin edaletê bidest bixin hatiye avakirin”, li dijî jibîrkirinên me têkoşîna bibîranîn û bibîrxistinê dide. Saziyên feminîstan ên mîna KAMER, Komeleya Jinan a Rosayê, Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Sekinandın, li dijî neheqiyên li jinan dibin, têdikoşin. Saziyên mhina Bîra Amedê, Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê, (DISA), Weqfa Alîkariyê û Çandê ya Nasandina Amedê (DÎTAV), ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurdan li rêyan digerin. Komeleyên mîna Kaos GL, û Pembe Hayatê mafên hebûn û jiyana wekhev ên LGBTI+yan diparêzin. Saziyên mîna Navenda Civakî ya Tarlabaşiyê ya ku van rojan dixwazin wê bigirin, di nava zehmetiyan de piştgiriyê dide zarokên ku di rewşa xerab de ne û hewl dide li ser xwe bimînin. Komeleya Mafên Kar û Pîran mafên kal û pîran diparêze ku gelekên me cidakariya li wan dibe nabîne. Gelek saziyên mîna Komeleya Welatîbûnê, ji bo penaber û penaxwazên her roj rastî gotin û kiryarên nefrekirinê tên, kêm be jî rehet bikin, kar dikin. Û di gelek rêxistinan de gelek mirov ji bo mafên hin kesên ku em, hûn, cîranên me, yên din nefretê ji wan dike, naxwazin bi wan re bibin cîran, wan ji bo civakî weke pirsgirêk dihesibînin, yanî ji bo we, me, yên din, me hemûyan kedê didin.
Ji bo bipaşxistina nefretkirinê em dikarin werin ba hev
Kurt û kurmancî, têkoşîna bi nefretkirinê re, bi taybet ji bo hin kesên ku rûyê wê yê wêrankar baş dizanin, yek ji parçeyên girîng ê jiyanê ye, dibe ku wateya jiyanê bi xwe ye. Kesên ku ji bo vê armancê têdikoşin û dixwazin cîhanê biguherînin her wextê di nava hewldaneke zehmet de ne û ji ber vê mirov ji taqetê dikeve û gelekî girîng e ku divê sazî û rêxistin werin avakirin û ev bikaribin karên xwe dewam bikin. Ji ber ku mirov şaşiyan dikin, dema karên xeter dikin, gelekî diwestin, car caran hêza wan namîn û mirov heyîneke ku di encamê de dimirin, lê nefret ji temenê mirovan dirêjtir e. Lê mirov dema werin ba hev hev, bi hev re kar bikin, piştgiriyê bidin hev, birêxistinkirin, sazkirina çandeke têkoşînê ji bo têkbirina nefretkirinê û sedemên hebûna wê gelekî girîng in. Em di tirkî di dibêjin “Xwîn bi xwînê nayê şuştin”, nefretê jî ne bi nefreteke zêdetir an jî wê ji nedîtî ve werin û çavê xwe jê re bigirin na, lê bi tenê mirov dema werin ba hev û hiş tiştan bikin, dikarin paqij bikin.
Rêzenivîsa "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan"
1 - Malbat: Di rojên xweş û ne xweş de...
2 - Gelo mimkun e ku mirov di sîstema necezakirinê de bi hev re bijîn?
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(FY/SO/NÖ/FD)