*Fotograf: Dilara Açıkgöz / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
|
Di vê nivîsa projeya “Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan”ê de, em ê nivîsa bi ser navê “ceza” de biweşînin. Me xwest parêzer ji me re behsa sîstema necezakirinê bikin û bibêjin bê ka li salonên dadgehan çavdêriyên wan derbarê vê mijarê de çi ne. Di vê projeyê de em behsa têkiliya pêkvejiyanê bi mijarên cûrbecûr re dikin.
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Me ji şeş parêzeran pirsî ku her yek ji wan bi dozên cuda cuda re mijûl in: "Di wan dosyayên de yên ku tu wan dişopînî, hemû beşên saziya darazê li dijî faîlan helwesteke çawa nîşan didin? Ji bo rewşa necezakirinê ya li Tirkiyeyê nêrîna te çi ye?
Parêzer Kerem Dikmen, Berrin Demir, Emel Ataktürk, Fatoş Hacıvelioğlu, Tugay Bek û Veysel Vesekî bersiva van pirsan dan û gotin bê ka di dozên ew dişopînin de polîtîkayên necezakirinê çawa pêk tên, hin xalên di hin bûyeran de derdikevin pêş, birînên ku mertalê necezakirinê vedikin û têkoşîna li dijî vê mijarê çawa tê dayîn.
“Dema sûc li dijî lûbûnyayayan dibe, dewlet bêhtir xweşbîn dibe”
Parêzer Kerem Dikmen: Necezakirina di dozên LGBTI+an de
Dema em dibêjin saziya darazê, çi tê hişê mirovan? Qereqol, dozgerî, dadwerên jêpirsînê, dadgeh… Hemû jî perçeyek ji giştî ne. Bi hêviya ku wê edalet pêk were, welatî serî lê didin. Lew ji wan re hatiye gotin ku mirovan peymaneke nenivîskî çêkiriye û bi vê peymanê erka xwe ya dadgehkirin û bikaranîna hêzê dane dewletê. Yanî di rastiyê de erk ya wan bi xwe ye, dewlet li ser navê wan bikar tîne. Lê dema serlêder, kesên hêviya dadê tînin ziman kesên LGBTI+ bin, rewş diguhere. Lûbûnya* li ser kursiya gilîkaran rûniştiye. Lê dibîne, waye pirsên ku divê ji gumanbar werin kirin, li wî dibin. Çima wê saetê li wir bû, çima di medyaya civakî de ew tişt nivîsandin, ma ne aşkere bû ku wê faîl ew tişt bikirana, ma ne di bû bi zimanekî xweş bi dorê biketa? Lûbûnyayek hatiye kêrkirin, lê dane, ew kuştine. Bi şêweyekî xwe gîhandiye salona dadgehê. Piraniya caran malbat piştgiriyê nadin wan. Saziyên civaka sivîl her carê daxwaz dikin beşdarî dozan bibin, lê ev daxwaz qebûl nabin, ew bi tenê ne. Berê yek bi yek ji mirovan re behsa derdên xwe dikir, lê vê carê li ber hin kesên din divê ji dadweran re behs bike. Psîkolojiya vî barê rawêjî gelekî giran e û hindik maye ji cihê gilîkaran rabe û biçe li şûna bersûcan rûnê. Di vê demê de bersûc bêhtir fêdê ji gûmanê werdigire. Heta dozger jî fêdê jê werdigire. Ecêb, ma ew û dozger ne li heman aliyî bûn? Bala hemû kesan li ser sedemên sivikkirinê ne. Gelo dema Lûbûnya hatiye kuştin, tecawiz lê bûye, ezyet dane wî, gelo bûye mexdûrê nefretkirinê? Dibe ku ceza bê birîn lê di navbera wê û cezayê ku ji ber sûcê “normal” tê birîn de, ferq û cidaheyeke mezin heye. Di nava civakê de fikra ku dema lûbûnya sûcan bikin, dewlet xweşbîntir nêzîk dibe, xurt e. Dibe ku bersûc hatibe cezakirin lê tehliyekirina wî nêz e. Tehliyekirina bi şert û mercan, şandine girtîgeha servekirî, serbestiya bikontrol, efûya qismî. Rêye jê re heye helbet.
“Dadgehkirin bêbandor in û nikarin pêşiyê li sûckirinan bigirin”
Parêzer Berrin Demir: Di mirinên karkeran ên di dema karkirinê de necezakirin
Li Tirkiyeyê karkerek di dema karkirinê de bimire, li ser navê civakê doz li kesê/a ji mirinê berpirsiyar tê vekirin. Li welatê me ji bo piraniya bûyerên mirina karkeran, doz li gorî Xala 21/2yê1 ya Qanûna Cezaya a Tirkan û bi tohmeta sûcê bi zanebûn hatiye kirin, tê vekirin lê ceza ji ber kuştina biqûsur a asayî tê dayîn. Mînak, Karkerê BEDAŞê Erkan Keleş, ji bo pirsgirêgeke elektrîkê, di 10ê Îlona 2010an de we şandibûn Arnavûtkoya Stenbolê. Li xeta enerjiyê ya xurt, elektrîkê bi Keleşî girtibû û ew miribû. Xeta enerjiyê ya xurt dikeve nav beşa karkeriya gelekî xeter. Ji bo kesek li vir bike divê lepikên îzolekirinê, çîzmeyên îzolekirinê, istanka û hin tiştên din kelûpelên ewlehiya karî ne û divê ev tişt bên bikaran. Bêyî van kelûpelan Erkan Keleş şandin ji bo pirsgirêkê çareser bike, ev, qestkirineke zelal e. Diviyabû hemû berpirsiyar ji ber ihtimala qestkirinê bihatana cezakirin. Digel vê rewşê, piştî mirina wî encax bi sê salan doza cezakirinê hatiye vekirin. Dadgehkirin li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 2yê pêk hat û di 13ê Adara 2018ê de biencam bû. Dadgehê her ji bersûcek li gorî Xala 85/1ê ya TCKyê bi 4 sal û 2 mehan ceza kir ku ev kêmtirîn ceza ye. Ev ceza jî veguhest bi cezayê pereyan ku her yek ji bersûcek di navbera 30 hezar û 60 hezar TLyî de hatin cezakirin. Dadgehê ji bo bersûc mexdûr nebin, biryar da ku ev ceza bibe 24 beş û jiha bê dayîn. Weke ku tê zanîn ev cure cezakirina pereyan, diçe kaseya dewletê. Doza tezmînata madî û manewî niha li ber destê Dadgeha Bilind e.
Dadgehkirin nikarin bibin asteng ku mirov careke din sûcan nekin, bi salan dewam dikin, dadgehkirina xwedanên karan ên biryaran didin bi berfirehî û bi bandor nabe, piraniya caran li şûna xwedanên karan, rêveberên payeya wan nizm, pisporên Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG), midûr, karker, hoste yên erka wan a dabînkirina sazkirin û ewlehiya karkirinê kêm e tên cezakirin û cezayên li wan tên birîn wediguhezînin cezayên pereyan û van jî dikin teqsît. Ev ne nîşaneya sîstema cezakirinê ye, berovajî wê sîstema necezakirinê nîşan didin. Di rewşeke wiha de xwedanên karan, ji bo rêzikên ewlehiya karkirinê çêbikin naxwazin mesrefan bikin. Weke ku ev tişt dihêlin kar hêdî bibin û naxwazin wan bicih bînin. Ji ber ku mekanîzmayên bibandor nînin lê binêrin bê ka li kargehan rêzikên ewlehiya karî pêk tên an na û di dozên ku ji bo mirinên di dema karkirinê de pêk hatine hatine vekirin de ji cezayê pereyan zêdetir ti encam dernakevin, xwedanên karan ti tiştekî nakin. Zelal e ku ev rewş û sîstema necezakirinê mirinên di dema karkirinê de kêm nake û şert û mercên mirinên nû ava dike.
“Necezakirin rê li ber sûcên din vedike”
Parêzer Emel Ataktürk: Taybetmendiyên hevbeş ên dozên necezakirinê
Hemû astengiyên hiqûqî û yên kiryarî yên ji bo lêpirsîn, dadgehkirin û cezakirin û bicihanîna cezayan a faîlên sûcekî, bi gotina necezakirinê tên penasekirin.
Dema em behsa necezakirinê dikin, em her gavê behsa berpirsiyariyên dewletê dikin. Ango behsa berpirsiyariya dewletê dikin ku ew sûc an jî qada binpêkirinê her çi dibe bila bibe lêpirsîna faîlan nake, wan dadgeh nake, ceza nade wan an jî bi biryarên efûkirinê û yên weke wan nahêle cezayên wan bicih werin û rasterast an jî nerasterast faîlan diparêze. Di rastiyê de ew tiştê ku em jê re dibêjin necezatî ne tenê di binpêkirinên mafên mixalifên siyasî de derdikeve holê, her weha di binpêkirinên mafan, sûcên nefretkirinê yên li dijî kêmnetewên etnîk û olî, jinan, zarokan, kesên LGBTI+an an jî sûcên li dijî xweza/jîngehê û hin tiştên din tên kirin de derdikevin holê.
Helbet pratîkên necezakirinê yên di mijarên cida de dibe taybetmendiyên wan ên cida hebin lê bê şik û guman hin xalên hevbeş hene ên di hemû mijaran de xuya dibin û em dikarin bi rehetî van tiştan bibêjin: Bandora necezakirinê kêmtir li Tirk, çermspî, Misilman, sune û mêran dibe, lê bandora necezakirinê herî zêde li kesên li derveyî vê lîsteyê dimînin ango Kurd, Ermenî, Rûm, Cihû, Elewî, jin, zarok û kesên LGBTI+an dibe... Ez parêzereke mafparêz im û bi salan e ez dikevim dozan. Di hemû doza de ez bûm şahidê heman tiştan: Faîl her gavê tên parastin, cih û warên wan diyar in lê ti carê nayên peydakirin, yek ji wan jî nayên girtin û bi vî rengî tên dadgehkirin, bi kêmtirîn cezayan tên cezakirin û ew ceza ji xwe nayên bicihkirin. Ev xeleka parastinê mexdûran birîndar dike û di demdirêjiyê de rê li ber sûcên din vedike. Ji ber wê ye ku weke her carê em dibêjin, têkoşîna li dijî necezakirinê ne tenê mexdûran me teva eleqedar dike û her carê hêlên wê yên kolektîf hene û mijareke civakî ye.
“Her cara ku necezakirin zêde dibe, bêhtir jin tên kuştin”
Parêzer Fatoş Hacıvelioğlu: Di kuştinên jinan de hêlên cida yên necezakirinê
Li Tirkiyeyê di dozên tundkariya li djî jinan û kuştinên jinan de sedema bingehîn a polîtîkaya necezakirinê sîstema baviksalarî ye ku hemû saziyên civakî di encama vê sîstemê de saz bûne û ev sîstem di qanûn, qereqol û dadgehan de xwe xurt dike û hebûna xwe dewam dike. Di tundkariya sîstematîk a li dijî jinan û mekanîzmayên ku jin li dijî vê tundkariyê serî lê didin de polîtîkayeke cezakirinê ya xwe dubare dike serwer e. Digel hemû zehmetiyan jin serî li darazê dixin lê ji ber tedbîrên bibandor û bergiriyê nayên standin û ev serlêdan bêbandor dimînin, tedbîrên parastinê bibandor û berfireh nayên bicihanîn, di dema dadgehkirinan de mêrên faîl an qet nayên cezakirin an jî cezayên wan gelekî tên kêmkirin, faîl nayên girtin û hin tiştên din dibin sedem ku sûcên li dijî jinan tên kirin bi necezakirinan biencam bibin. Her ku necezakirin zêde dibe, kuştinên jinan, tacîz û tecawiza li jinan dibe, jî zêdetir dibe. Rûyê din ê “polîtîkaya necezakirinê” di dosyayên tundkariya li dijî jinan û kuştinên jinan de jî ew e ku dema jin ji bo jiyana xwe xwe diparêzin, cezayên giran li wan dibirin. Yanî piştî tundkariya li dijî jinan a têkoşîneke bibandor li dijî wê nayê dayîn, jin neçar dimînin ku jiyana xwe biparêzin û di encama vê necezakirinê de, jin ji ber jiyana xwe diparêzin bi cezayên giran tên cezakirin. Ev çalakiyên jinan ên tundkariya sîstematîk li wan dibe û ji bilî kuştinê ti rêyeke din ji wan re namîne, weke xweparastina rewa nayê qebûlkirin û ev jî encameke polîtîkaya necezakirinê ye. Xaleke hevbeş a “kuştinên jinan” ên mêr faîl in û kuştinên ku jin ji bo neyên kuştin mêran dikujin heye: Tundkariya mêran a sîstematîk. Tundkariya sîstematîk ji nedîtî ve tên an jî ji bo parastina rewa têrê nayê qebûl, ev jî nîşan dide bê ka necezakirin çawa bi rengekî zayendperest tê bicihanîn.
Demeke berê di dosyeya derbarê kuştina Hatîce Kaçmazê de heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir. Heyetê di biryarê de got ku mêrê bersûc ê daxwaza wî ya zewacê nehatiye qebûlkirin, dibe ji bo demeke kurt “derûniya wî têk çûbe” û ji ber wê jî ne ku plan kiriye, ew kuştiye. Li vir dadwerî xwe xistiye li şûna faîlî û li gorî piştgiriya di navbera mêran û empatiyê biryarek daye ku ev ne biryareke hiqûqî ye. Daraza baviksalar kêmtirîn cezayan dide, bi mahneya “bi neheqî ew tehrîk kiriye” û “li dadgehê helwesteke erênî nîşan daye” cezayên mêrên faîl kêm dike, wan xelat dike û bi vî rengî tundkariya mêran rewa dike lê heman daraza baviksalar dema faîl dibin jin, bilindtirîn cezayan didin. Ji xwe “ji ber ew bi neheqî tehrîk kiriye” cezayê Nevin Yıldırımê kêm nekirin lê ji ber li girtîgehê hema ken bi ser lêvên wê ketin jî “cezayê wê kêm nekirin” û cezayê miebetê dane wê. Ev bandortirîn mînak e ji bo vê rewşê. Mînakeke din jî di dosyeya Çîlem Doganê de pêk hat. Demek beriya diviyabû ku rewşa wê li gorî parastina rewa bihata nirxandin lê Dadgeha Bilind 15 sal cezayê girtîgehê yê lê hatibû birîn, pesend kir. Jinên feminîst heta niha di dosyayên tundkariya li jinan û kuştinên jinan de biryarên zayendperest ên dadgehan aşkere kirine, şopandine û bala civakê kişandine li ser wan û li dijî wan têkoşîneke girîng meşandine ku ev arguman di bin navê “ji ber ew bi neheqî tehrîk kiriye” û “li dadgehê helwesteke erênî nîşan daye” pêk tên û weke kêmkirina cezayan a mêrbûnê ye. Lê piştî betalkirina Peymana Stenbolê re, di dozên tundkariya li jinan de, bibandortirîn mekanîzmaya kontrolkirin û cezakirinê ya derbarê necezakirinê hate rakirin û ev jî dê bihêle ku necezakirin bêhtir pêk were.
“Doza Ali El Hemdanî serkeftineke girîng e”
Parêzer Tugay Bek: Di dosyayên derbarê binpêkirinên mafên penaberan de necezakirin
Di 27ê Nîsana 2020ê de li Edeneyê polîsekî, Ali El Hemdaniyê sûriyeyî kuşt. Wan rojan ji bo bergiriyên Covid-19ê derketina derve qedexe bû û ji bo kesên li dijî vê biryarê derdiketin û derdiketin ji derve, bi cezayê pereyan dihatin cezakirin. Polîsê ku Alî El Hemdaniyî kuşt jî, bi heman armancê hatibû wezîfedarkirin. Polîsî di paraznameya xwe de gotinên klîşe dubare kirin: “Ji bo bisekine min ew hişyar kir, lê nesekinî û min da pey wî. Ez likumîm. Dema ketim çeka di destê min de teqiya. Ti armanca min a guleberdanê, kuştinê nebû.” Polîsan di navbera salên 2007-2020an de bi mahneya “ji bo bisekine min ew hişyar kir, lê nesekinî”, 406 mirov kuştine. Her yek ji polîsan bi heman rengî xwe parastin û ceza li wan nehat birîn. Kameraya ewlehiyê ya ku cihê kuştina Ali El Hemdanî didît, hebû. Di vîdeoyê de xuya dibe ku “Polîs Fatîh Karacayî, bi xwînsarî ji 15 metreyan gule bera dilê Ali El Hemdanî yê berê wî lê û destê wî li jor daye.” Tîşort û atletê ku di dema kuştina Alî El Hemdanî de lê bûn, ji bo lêkolînkirinê şandin Laboratûara Krîmînal a Polîsan. Laboratûara Krîmînal a Polîsan raporeke sexte nivîsand. Di raporê de hate gotin ku, dema em li kuna li ser tîşortî ya li ser dilî dinêrin, “em dibînin ku dendika guleyê ya ji jêr ber bi jor ve peqiyaye bûye sedema mirinê.” Ger dadgehê ev rapor qebûl bikira, ji ber ku weke polîs gule bera jor an jî jêr daye, wê bihata qebûlkirin û kujerê Alî El Hemdanî wê nehata cezakirin. Ji ber ku rapor û vîdeoya kameraya ewlehiyê û gotinên şahidan li hev derneketin, Serdozgeriya Komarî ji Beşa Pisporan a Saziya Tiba Edlî xwest ku raporeke nû amade bike.
Pisporên Laboratûara Polîsan a Krîmînal ên ku rapora sexte amade kiribûn, hîna li ser karên xwe ne. Mifetişên Mulkiyeyê rapor nivîsandin ji bo vê rewşê lê ji bo berpirsiyaran ti lêpirsîname nehate amadekirin. Payeya Midûrê Emniyeta Edeneyê yê wê demê Zafer Aktaşî bilind kirin û ew şandin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Waliyê Edeneyê Mahmût Demîrtaş weke Waliyê Mêrdînê wezîfedar kirin. Digel vê rewşa reşbîn, pêvajoya dadgehkirinê bi biryareke erênî biencam bû ku hêvî da mafparêzan û kesên “li dijî bêcezakirinê têkoşînê didin”. Ji ber sûcê “bi zanebûn kuştiye” 25 sal cezayê girtîgehê li polîsê Ali El Hemdanî kuştiye, birîn û di têkoşîna li dijî necezakirinê serkeftineke girîng hate bidestxistin.
“Di çavê dadgehan de bersûc weke mexdûran e”
Parêzer Veysel Vesek: Necezakirina di dozên ku hêzên ewlehiyê tên dadgehkirin de
Di 18 salan de weke parêzerekî ji Baroya Amed, Şirnex û Amedê, min di gelek dozan de parêzeriya mexdûran kir ku hêzên ewlehiyê di wan de bersûc bûn. Di doza JITEMa Cizîrê de Fermandarê berê yê Cendermeyan ê Cizîrê Cemal Temîzoz, sercerdevan û îtîrafkar dihatin dadgehkirin. Ew xweşbîniya ku di 51 danişînên doza JITEMa Cizîrê de ji bersûcan re nîşan dan, hişt ku gefa kuştinê li parêzerên mexdûran bixwin. C.T., Kamîl Atağ û Adem Yakinê girtî dihatin dadgehkirin, li ser her mijarê bi saetan axivîn ku têkiliya axavtina wan û dosyayê nebû û qet axavtinên wan nehatin qutkirin. Lê belê di dozên din de ger bersûcan piçekî jî ji derveyî dosyayê behsa tiştekî dikirin, gotinên wan dihatin qutkirin û mîkrofonên wan dihatin girtin. Di dozên ku maf bi awayekî xurt hatine binpêkirin de yên karmendên dewletê tê de dihatin dadgehkirin, heyetan bersûc di wateya xwe ya rast de tohmet nekirin. Serokên Dadgehên Cezayên Giran weke ku li daxuyaniyên bersûcan guhdar bikin, jêpirsîna xwe dikirin. Weke ku ji ber pirsan dikin, şerm dikirin. Ew şert û merc ji bo bersûcan nehatin avakirin ku li dijî tohmetan bikaribin xwe biparêzin. Bersûcên ku nedihatin girtin, piraniya caran piştî yek du danişînan ji bo wan biryar dihate girtin ku ger bixwazin dikarin beşdarî danişînan nebin. Lê belê di dosa JITEMa Cizîrê de em behsa 20 kuştinan dikin. Di van cûre dadgehkirinan de bersûcên girtî, di navbera danişînan de dikarîbûn bi malbatê xwe re biaxivin û derdên xwe ji hev re bibêjin. Lê di dosyayên din de cendermeyan nedihiştin bersûc bi parêzerên xwe re biaxivin. Bersûc, heyetên dadgehan jî tê de her kes bi rengekî tohmetbar dikirin. Heyetên dadgehan ti tiştek li beramberî van bersûcên ku gelek kes tohmetbar dikirin, nekirin.
Dozeke din a kuştinên faîlên wan nediyar li ji Mêrdînê birin Çorûmê û li vir dadgehkirin li Dadgeha Cezayê Giran a 2yem a Çorûmê pêk hat. General Mûsa Çîtîl di vê dosyayê de dihate dadgehkirin. Di dema danişînan de bersûc weke ku şermokî bû, lê heyeta dadgehê hema hema ew tohmet jî nekir. Ji ber fikra ku wê bersûc mexdûr bibe doz li cihê lê ye û li Dadgeha Bilind bi lez û bez bi encam kirin. Lewre ji bo bersûcî dema bilindkirina payeyê bû. Kurt û kurmancî, di dozên mîna van de, bersûc di çavên heyetên dadgehan de weke ku mexdûr in.
[1] (Xala 21/2yê) İhtimala bizanebûn kiriye, yanî faîl pêşbîniyê li wan tiştan dike ku di wateya sûcî ya qanûnê de behsa wan hatiye kirin, çaverêyê li encaman dike û weke ku di nava gel de tê gotin bi xemsariya "çi dibe bila bibe" wê kiryarê pêk tîne. Di vê rewşê de ceza divê girantir be.
*Di zimanê LGBTI+an de tê wateya “LGBTI+”
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(SO/NÖ/FD)