*Fotograf: Fîlmê Get Out
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
|
Gelek caran behs dikin bê ka tecrûbeya temaşekirina fîlman li sînemayan û helbet ya sînemaya tirsê û tecrûbeya xewnê re çiqas nêzîkî hev in. Wê gavê ka em xewnekê penase bikin û destpê bikin. Theodor W. Adorno, di Kanûna Pêşiyê ya 1964ê li lênûska xwe ya xewnan nivîsiye: “Ji dawiya dinyayê re hindik mabû. (…) Hemû kesî li esman dinêrî. Min di xewnê de, ji rewşeke nîvê pirsî, bi rastî wê niha dawiya dinyayê were? Weke ku ew kesên di mijarekê de zanyariyên wan ên teknîkî hene, mîna wan, mirov axivîn û pesend kirin ku rewş ev e. Li esmanan sê stêrkên gefxwar xuya dibûn; dibûn sêgoşeyeke cotkenar. Dibêjin serê sibê, saet di 11.00ê de, wê li bin guhê dinyayê bikevin. Paşê ji hoparlorekê dengek tê, dibêje wê Werner Heisenberg di 08.20 deqîqeyan de careke din biaxive…”
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Xewna Adornoyî
Di encama hin xewnan de ew hizr bi Adornoyî re peyda bûye ku qey mirov mirina xwe weke katastrofeke kozmîk tecrûbe dikin. Li gorî gotinê, ji ber vê ye bala wî çûye ser xewnan. Ew xewna ku min li jorê behsa wê kir, (ji nava gelek xewnên wî yên tê kuştin, serê wî tê serjêkirin, bi pençeşêrê dikeve, Hîtler hîna sax e û gelekê din) ev yek ji aan e ku herî zêde nêzîkî hizra vê “kozmik katastrof”ê ye.
Digel hemû hêlên wê yên “kozmîk”, di vê xewnê de ger em ê behsa tiştekî bikin ku bi tirsê re peywendîdar e, ew jî ti têkiliya wê “bi hatina dawiya dinyayê re” nine. Mirov dibêje qey di xewnê de tişta herî bitirs ne ku wê dawî li dinyayê bê ye, bûyereke bi qasî dawî li dinyayê bê ye ku di wê de jî dîsa wê heman pispor ango fizîknas Werner Heisenberg biaxive. Belê, wê Heisenberg saet di 08.20 deqîqeyan de biaxive. Nivîsa wî ya li ser xewnan bi van gotinan dewam dike:
“Min got, ew ne ew kes e ku li ser dawiya dinyayê şîroveyan bike. Ev bi tenê dibe dubareya tomarkirina kasetekê be ku berê gelek caran lê hatiye guhdarkirin. Ez bi wê hestê hişyar bûm ku ger dinya bi rastî jî wê bi dawî bibe, bi tenê dikare bi vî rengî bibe.”
Tirsa esasî ji ber çi bû?
Tişta Adorno di xewnê de tirsand ne ku wê dawiya dinyayê bê. Û ne ku bi dawiya dinyayê re wê dawiya wî jî bê. Tişta wî ditirsand ew tişt e ku dawiya dinyayê ango rojeke bi qasî dawiya dinyayê “taybet”, wê bi şîroveyên fizîknas û xelatgirê Nobelê Werner Heisenbergî yê projeya enerjî/çekên nukleerî ya Naziyan saz kiriye re were. Bi wî rengî wê dawiya dinyayê were ku tevlî şîroveyên vî fizîknasê kaûntûmê yê jê heye wê desthilata Naziyan an jî qet nebe radîkalîzma wan gelekî wê dewam neke û ji ber wê ew protesto nekiriye, kar û barên xwe dewam kiriye û berpirsiyariya projeya çekên nukleerî hilgirtiye (ger bi ser biketa bi rastî wî dibe ku dawiya dinyayê bianiya û ev xewn nehata dîtin…
Çi ye tiştê ku xewnê dike kabûs?
Di dawiya hebûna mirovahiyê de hevkarekî Naziyan yê di navberê de maye, diaxive. Ma gelo ji bilî vê çi heye ku xewnê bike kabûs? Dîsa ew e? Divê ev tomara kasetekê bûya! Unheimlich. Hemû tişt çiqas naskirî ye, (dengê heman rûyê bêhnê teng dike) lê di heman demê de mirovan ditirsîne (cîhaneke ku sêkoşeyeke dukenar a ji sê stêrkan pêk hatiye, nêzîk dibe). Adorno hişyar dibe û difikire, dawiya dinyayê aha wê tam bi vî rengî be. Digel hemû hewldanên me, nivîsên me, çalakiyên me, wêjeya me wê dawî bi vî rengî ji rêzê be. Ji dawiya dinyayê zêdetir tişta ku wî ditirsîne, dihêle di nava xwêdanê de hişyar bibe, dibe ew hesta bêqiymetî/bêbandoriyê be.
Kozmîk katastrof
Piştî ku ez xewna Adornoyî dixwînim difikirim û dibêjim: Vegotinên sînemaya sereke ya roleke taybet dide karakterên di nîveka çîrokê de ne, gelo bi rastî dikarin tirsnak bin? Xewn hesta ku mirov di navenda bûyeran de ne, ji destê wan derdixe. Hinekî ji ber wê ye mirovan ditirsînin. (Erê zanyarî her ji cihekî tên, wê wisa bibe, wê di vê saetê de wisa bibe û hin tiştên din, hûn di nava tariyê de kaş dibin û zanyarî diherikin, wi dîwarê Twitterê hê zûtir.) Piraniya fîlmên tirsê yên sereke, behsa tirsa kesên xwe di nîveka cîhanê de dibînin, yên ji ber vê pozbilindiyan dikin na, lê hewesa wan dikin: Ne bêbandor e, dikare biguherîne, bi tena serê xwe be jî… (Tu dixwazî bila dawiya dinyayê were, ew dîsa leheng e, qet tiştek nebe wê bibe “şehîdê” siberojeke nîne...) Di karaktera ku dikare boçûna tiştan biguherîne de, tirsa kesayeta modern a dibêje ma ez qet nikarim bandorê bikim dernakeve holê, nikare cih ji xwe re bibîne. Lewre kesê/a li perdeyê dinêre û xwe dixe şûna karakterî, gelek caran xwe rehet his dike, ger bitirse jî bêhtir ji efektên dengan ditirse, tirsa wî/e ne kûr e, hest bi tirsa binketinê ya kozmîk ya biheybet a her tiştî dadiqurtîne nake. Di sînemayê de tirseke bi vî rengî, bêhtir di çeperên sînemaya sereke de yan jî dûrî wê derdikeve holê. Dema sînemaya tîcarî ji senaryoyên karesatan aksiyonan berhev dike, fîlmên li tenişta ya sereke ne, yên bûdceye wan kêmtir e, cih ji zêdegaviyê re vedikin, bala wan ne li ser wî tiştî ye ku karakter di navendê de ye yan na û bê ka temaşevanan xwe dixin şûna karakteran an na, (belê ji Hitchcockî û vir ve, ji Psychoyî û vir ve ev rewş wiha ye) dikarin bibin sedema tirseke wisa ku mirov dikare bibêje “kozmîk katastrof”e .
Îmaja dawiya dinyayê
Ez di hişê xwe de li xeyalên sînematîk ên derbarê dawiya dinyayê de digerim. Gelek xeyalên bi lev û tevger yên derbarê destpêka dawiyê yan jî piştî dawiyê (ew devera ku jê re dibêjin post-apokaliptik) hene. Lê mirov dibêje qey gelek fîlmên tirsê hene yên dawiyê nîşan didin, nînin. Gelek fîlmên tirsê hene ku di wan de dinya diguhere, her der ji zombiyan re dimîne, gefên nukleerî, bêavî, vîrus û hin tiştên din dawiya mirovahiyê tînin, bi xeyalê zanistî re çirivîtkan didin û bi rengekî piştî qiyametê ji xwe re dikin. Lê xeyala dawiyê bi xwe di fîlmên cûreyên din de derdikevin ber min.
Dawiya Melancholiaya Lars von Trierî. Justine (Kirsten Dunst) û Claire (Charlotte Gainsbourg), bi keça Claire-ê Leoyê (Cameron Spurr) re ne, li ser girekî biçûk, di nava şênkayiyê de destên hev girtine, li bendêne ku gerstêrka bi navê Melankoliyê li bin guhê dinyayê bikeve; ji dinyayê, civakê û ji her tiştî xwe îzole kirine. Berê her der sipî dibe, paşê reş. Ji xeyala dawiya dinyayê ya Adornoyî pastoraltir; qet ne unheimlich e jî. Mîna fînaleke ku ji bo depresyona narsîsîst a karakteran û bi taybet ji bo wan hatiye amadekirin. Tirsnak e? Jê zêdetir, dibe ku bi qasî navê gerstêrka nêzîk dibe melankolîk be. Karakter di nava xwe de dijminatiyê dikin û bi hev re mijûl in, peywendiya wan bi dinyayê re nîne, ji ber wê mirina şexekî û dawiya dinyayê hema hema dibe heman tişt. Di xewnên bitirs ên mirovan di nava xweydanê dihêlin de tiştên bi vî rengî nabin; ew der ne dinyaya şînkayeke pastoral lê ya detayên ku hewce nakin e: Him bi qasî dinyayê mezin him jî bi qasî şexsan biçûk e. Ji heştan bîst deqîqe bibore wê Heisenberg biaxive…
Dawiya dinyayê, katastrofeke wisa ye ku dibe sînemaya vegotinê ya tîcarî bikaribe tevlî komediyê li dijî wê têbikoşe û bi ser bikeve. Don’t Look Up mînakeke ku di demên dawiyê de derketiye. Di vî fîlmî de, mîna di kabûsa Adornoyî de, gelek mirov li asmanan dinêrin û hemû jî mîna pisporan e. Sahneya dawiyê jî “xwarina dawiyê ye.” Karakter diayên xwe dikin û bi destên hev digirin. Digel vê rewşa absurt a fîlmî, (ango dibe ji ber vê sedemê be) em dikarin bibêjin ku ev xeyala wê dawî, ji ya Melancholiayê tirsnaktir e. Dibe ji ber hizra ku dibêje dibe ku bi rengekî din jî biba, me dikarîbû bisekinanda, ango dibe mîna di xewna Adornoyî de hizra, ma wê her tişt ewqas ji rêzê ba digel hemû mîzansena rîtuelîstîk mase dorpêç kiriye. Lê ev komediyeke reş e. Sînemaya sereke ya ku nikare dawiya dinyayê xeyal bike, xeyal dike bê ka wê çawa kapîtalîzm dawiya dinyayê bîne. Di encamê de dinyayeke nekapîtalîst ji bo ya sereke tirsnaktir e; xeyala kaotîk ya qerebalix li der derê belav bûye û her derê li binguhê hev dixe, rengê vegotina vê ye, ger sîstem têk biçe wê kaos çêbibe. An kaos wê çêbibe yan jî wê kapîtalîzm dawiya dinyayê bîne, ti rêyeke din nîne.
Asêkirin û liv û tevger
Tiştek heye ku di demên nêz de Jordan Peele di Get Outê de ew polîtîze kir, veguhest çîrokeke asîmîlasyonê, û fîlmîn îşkence/rehîngirtinê yên mîna Birrekê ji me re dibêjin (car caran ji bo vê dibêjen “pornoya îşkenceyê”). Tekane sedem ne ew ku ji ber kelûpelên îşkencekirinê û efektên dengan ên ji nişka vê tên bihîstin ev fîlm rasterast weke sînemaya tirsê tên qebûlkirin an jî temaşevanan ditirsînin, (Apichatpong Weerasethakul di Memoriayê de guh dide van efektan, demeke dirêj li wan guhdar dike, ev fîlm jî ji hêlekê di rastiyê de fîlmê tirsê ye ku li çeperan disekine). Fîlmên asêkirinê yên mîna Birrekê, nêrîna karakter û bi wan re ya temaşevanan li xaleke çîrokê (car caran li serî car caran jî li dawiyê) li cihekî bi tenê heps dike. Ev rewşa tengezariyê ango asêbûnê, navbereke ku destûra nêrîna mêrê (Laura Mulveyê jî digot ku temaşevanên sînemayê jî xwe dixin şûna mêran û mijarê dinirxînin û weke ku raçavkerek bin û “bi dizî li qurbaniyekî/e xwe temaşe dikin) di sînemaya baviksalar de bibandor e ji destê wî hatiye standin. Temaşevanên ku li sînemayê yan jî li malê li ser paldanka xwe rûniştine û di nava hawizê hizr û ramanan ên fîlm jê re pêşkêş dikin avjeniyê dikin, ji nişka ve, bi hebskirina re vê jêhatîbûna xwe ya vê hizr û ramanê jî ji dest dide. Karakterî li odeyekê derî li ser digirin, dest û piyên wî girê didin û mîna temaşevanan xeyal li ber çavên wî jî xuya dibin.
Di Get Outê de jî karakterî li paldankekê girê didin. Li ber çavê wî televizyoneke bi tup a modela wê kevn û serê xezalekê li ser dîwarî daliqandî. Li paş wî maseyeke pînponê, li derdora wî sehpayên li ser wan lembe hene. Rêveberiya hunerî ya serdestiya çermspiyan. Ev rewşa zeftkirinê, di rastiyê de gelekî dişibe wan hestan ku Adornoyû di kabûsa xwe de behsa wan dike. Ma gelo wê her tişt ew qas tewşo mewşo bidawî biba, ma wê di mîzansena malbata li çolteran a bûrjûva ya bermayiya arîstokrasiyê ya ku serê xezalekê li dîwar kiriye xeml û daliqandiye de bidawî biba.... Tirs li dijî vê rewşa ji rêzê ya xwe weke serdest ferz dike tengezar bûye. Dibe ku ne dawiya dinyayê ye lê dawiya kesekî/ê ye. Helbet ne kesekî/e ji rêzê ye. Get Out jî karakterê xwe mîna ku kes weke wî nîne, nîşan dide. Ew kes e ku ji destê malbata bedenên çermreşan kolonîze dike rizgar bûye û yekem kesê ku ew têk birine. Lewra Get Out jî bi her hêlê xwe ne fîlmekî tirsê ye, yê tirsê-komediyê ye.
Fîlmên tirsê yên polîtîk
Dema di înternetê de li peyva “Fîlmên tirsê yên polîtîk” bigerin hûnê bibînin ku yekser rêzeya The Purge wê derkeve pêşberî we, ew a ji 2013ê û vir ve dewam dike… Hêla herî balkêş a vê rêze fîlmî, ji bo bikaribin çîrokê biherikînin pêwîstiya wan her gavê bi nûçeyên televizyonan heye. Şeva Purgeyê destpê kir, ji malên xwe dernekevin, Purge qediya, hûn dikarin ji malên xwe derkevin, êrîş li artêşa DYAyê bûye, Meksîka û Kanadayê sînorên xwe vekirin. Berovajî wan fîlmên ku nêrîna karakteran neçarî xeyalêndi televizyonekê de diherikin dikin; li her derê ekranek, li her derê nûçeyên lezgîn, frekasyonên radyoyan yên bi deh belayan hatiye dîtin… Digel ewqas karantîne, girtin, kuştin û tiştên din, gelo fîlmên The Purge ji ber vî tiştî ne fîlmê tirsê lê yê aksiyonê ye? Gelo sînemaya tirsê çi vî rengî çi bi wî rengî be, dixwaze dest deyne ser nêrînê? Cîhaneke çîrokan a tê de ekranên televizyonan li her deverê nûçeyan radigihîne ji bo mirovan, bivê nevê, gelo daxwaza rejîmeke dîtbarî dike ku tê de aksiyon ango jêhatîbûna liv û tevgerê heye? (Di The Purge Forever de digel karakteran, qedexeya derketina derve, Neonaziyên serdema post-Trumpî yên li kolanan derdikevin nêçîra mirovan û tiştên din, bi qabîliyetekê balkêş hatine xemilandin ku hevjînên çermspî, yên amerîkayî û xwediyên çewlikê, di serî de mirov dibêjin qey nîjadperest in, lê di dawiyê de ji ber tirsa canê xwe ji sînorê Meksîkayê dibuhirin, pitika wan li wir jidayik dibe…)
Fîlmê tirsê çi ye?
Fîlmê tirsê çi ye? Cinawir, zombî, cin, wampîr, her cûre mûtasyonên laşî (body horror)… Qefaltin hebe yan jî nebe, fîlmên ku ev tişt tê de hene, li ser navê tirsê tên nivîsandin. Mîna The Purge, fîlmên ku behsa tirsên têkildarî man û nemana dewleta DYAyê û yekîtiya wê dikin (melting pot, em êdî nema dibin hewdê mehandinê, em ber bi kaosê, “anarşiye” ve kaş dibin…) ev cûre dehbeyana, her çend ne bi navên xwe tê de cih bigirin jî, bi jestan û cil û bergan tên nîşandan. Mînak bila salona sînemayê ya di The Purge Foreverê de vala kirine, cesedên pelçimokan ji jor de daliqiyane û ekrana wê de fîlmekî vampîran tê nîşandan were hişê we. Fîgurên ku pişta xwe dane dîwarên fûayeyê û ji nişka ve sax dibin û êrîşî karakterên sereke dini, di rastiyê de ne zombî ne; komeke “pakbûyî” ne ku teqlîda zombiyan dikin. Ger deformasyon/cinawirbûneke derxwezayî yan jî ji ber mûtasyonê pêk nehatibe, sînemaya tirsê fêdê ji spêleyên xwe distîne. Li ser ekranê fîlmê vampîran, li ser dîwarî kesên teqlîda zombiyan dikin.
Penasekirina tirsê
Robin Wood, di pirtûka xwe bi navê ya Hollywood From Vietnam to Reagan…and Beyond ku cara pêşiyê di sala 1986ê de hatiye weşandin de bi van gotinan behsa formûla esasî ya fîlmên tirsê dike: “Cinawirek (ango ‘guncaniya li normên civakî yên serdest’) gefê li asayîbûnê dixwe.”i
Wood di beşa “Kabûsa Amerîkayê: Di salên 70yî de Tirs” de, teoriya kedê ya biyanîbûnê û teoriyên derbîr/çewisandinê yên psîkanalîzê aniye ba hev û behsa wê dike. Cara pêşiyê wî behs kiriye nizanim lê penaseya herî zêde ya derbarê sînemaya tirsê de di van rûpelan de weke sernavekî cih girtiye: Vegerîna Tişta Hatiye Çewisandin (Return of the Repressed). Li gorî nêrîna Woodî, sînemaya tirsê ya amerîkayî ya salên 70yî, çi tiştên ku kapîtalîzma baviksalar ew çewisandine (bîseksuelî, hevzayendî, proletarya hemû aîdiyetên ku hişê amerîkayî we weke “yên din” qebûl kiriye – jinên ku di serdestiya mêran de yên din in, etnîsîteyên cida, komunîzm di serî de îdeolojiyên cida û hww), bi formên cida bang li wan dike. Li gorî Woodî, ji ber ku ne rexneyên civakî yên birêkûpêk bûne, li ser wan bi berfirehî nehatine fikirîn û ya girîng jî ji ber ku dixwazin rasterast temaşevanan şok bikin, proveke bikin û bitirsînin, fîlmên tirsê bi kesên bincilkirî re bê sînor dikarin diyalogê çêbikin. Lê ne modeleke wiha ye ku mîna The Texas Chain Saw Massacreyê (1974) xebatkarên selexaneyan rasterast tîne qeysa proleteryayê. Wood nabêje ku fîlmên tirsê dixwaze tiştê ku dikare bê qebûlkirin, yên dehfî derveyî normê hatine kirin, bi stratejiyeke bizanebûn wan temsîl bike. Jê zêdetir, behsa cûreyeke zibilxaneyeke derbîrê (di wateyeke baş) dike. Penaseya cûreyekê dike ku nikare bîne ser mijarê, ji rêzê nîşan dide, her tiştî zelal nîşan dide û pêşkariyê dike; bêyî vana nikare hebûna xwe saz bike (bixwe ji ber qûrala “fîlmê tirsê divê bitirsîne” ye).
Demeke dirêj di ser vê penaseya sînemaya tirsê ya Woodî re bihuriye. Niha şik û gûman nîne ku xeyalên tirsê gelekî zêde di ferqa xwe de ne. Sînemaya tirsê bixwe jî hinekî dişibe sahneya salona sînemayê ya The Purge Foreverê; ji nostaljiya xwe tirsê çêdike. Piştî van awirdanan, pastîş û nostaljiyê jî, ji ber li gorî nêrîna min gelekî zelal e ku rewşê tengezar û aloz dike, ez naxwazim balê bikişînim ser “serdestiya nostaljiyê” ya Jamesonî yan jî “kopyeya kopyeyê” ya Baudrillardî. Her weha li gorî nêrîna min ji zombiyên Roger Cormanî heta zombiyên Atlantiquesê yên Mati Diopî, ji fîlmên Cronenbergî heta Titane-ê di vê rêya dirêj de, ango ji salên 70yî heta îro,gelek mînakên cûreya fîlmên tirsê yên bi stratejiyên dekolonyalîst, feminîst, kûîr, der-mirovî re bi zanebûn peywendiyê çêdikin, piştgiriya argumanên esasî yên Woodî dikin: Hêza sazkirina têkiliyeke germtir ya bi ya polîtîk re –ji endîşeyên safî yên sînemaya “hunerî” yên mîna dawerivandî an jî naziktî rizgarkirî, gelek caran jî ji metirsiyên têkildarî “qalîteya produksiyonê” ya sînemaya ticarî ya bi pereyên zêde tê amadekirin jî rizgarkirî–. Sînemaya tirsê –piraniya caran têkiliya wê bi cûreyên cida re heye– vê hêza xwe diparêze. Ne tenê ji ber bandora fîlmên Jordan Peele, Bong Joon-ho, Julia Ducournau, Mati Diop û yên mîna wan, di heman demê ji ber van sedeman jî: Bijarteya Folk Horrorê ya ku Cuneyt Çakirlarî ji bo kovara Altyazıyê amade kiriye (di Festîvala Fîlman a Stenbolê ya 41ê de hatin nîşandan) ji erdnîgariyeke gelekî berfireh hatibûn hilbijartin, hêza wan a derbasî sînorên tezên kolonyalîst ên vegotinên fîlmên tirsê –dibe ku ya xeyalkirina beriya kolonyalîzmê– û herî dawî jî têkiliya balkêşa cûreya tirsê bi tişta ku em jê re dibêjin “arşîv” û cûreya ceribandinê re.
Tişta ku hatiye çewisandin gelo dikare “bi şûn de” were?
Li şûna paşgotinê, ez di rûpelên dijîtal û podcasda peywendîdar de behsa gumanekê bikim. Bi şûn de hatina qurbaniyhen sûcekî ku di demên berê de hatiye kirin, (spêle), milê ji binê erdê derdikeve, xwîna ji derzan dipijiqe.… Di paradîgmaya bi şûn de hatina tiştê hatiye çewisandin de û di hemû xeyalên pê re peywendîdar de, bi we jî wisa tê ku weke sûcan weke tiştên di raboriyê de bûne û li wir mane nîşan didin; îro, niha, sûcên niha hatine kirin weke nebûne didin xuyakirin? Rewşeke ku berdewamiya kolonyalîzmê, zordariya çîna kapîtalîst, serdestiya mêran û nîjadperestiyê nabîne yan jî bêhtir wan bi raboriyê re têkildar nîşan dike û pişta xwe dide metaforên bi vî rengî? Lê weke ku gelek caran hatiye gotin, dekolonîzasyon ne metafor e. Rastgiriya zêdegav di rastiyê de nûnertiya zêdegaviyê nake; nûnertiya berdewamiya rastgiriyê dike. Îdeolojiya lîberal a ku “xwezaya mirovan” bi gotinên rikeber, keysperest û yên weke wan penase dike û wê dixe bin kontrola xwe û tiştê çandî jî weke xwe nîşan dide, fermanê dide ku em ji tiştên kolektîf bitirsin (Ji Joker heta Matrix Resurrectionsê, ji Usê heta Belfastê ma qerebalix her carê weke amûra tirsê nayê hesibandin? Gelo çend fîlm hene ku dema mirov li qerebalixê dinêrin û ji vê xeyala kaosê dûr dikevin, di nava qerebalixan de ne tenê tirsê her weha hêviyê jî didin? ii Çend fîlmên tirsê?) Zombî di nava me de dijîn, ew tekez wiha ye. Baş e, lê ger cûreya tirsê, mina ku Wood û gelek kes îdia dikin, sansur zêde bandorê li wan nake, gelo mirov dikare fîlmekî tirsê yê behsa kesên êrîşî gora dêya Aysel Tûglûkê dikin, bike, fîlmekî tirsê yê behsa rewşa tirsê ya Tirkiyeya AKPyê bike û vê xeyal bike? Ne sînemayeke tirsê ya ku behsa vegera sûcê ser hatiye girtin dike lê bê ka çawa îro bûye serdest, bi gotina dawiya dinyayê hatiye, ma dîsa heman şîrovekar dibehite, ji niha de şok dibe?
Rêzenivîsa "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan"
1 - Malbat: Di rojên xweş û ne xweş de...
2 - Gelo mimkun e ku mirov di sîstema necezakirinê de bi hev re bijîn?
[1] Laura Mulvey, “Görsel Haz ve Anlatı Sineması” https://www.cinerituel.com/gorsel-haz-ve-anlati-sinemasi-laura-mulvey/
[2] Min wergerandiye, Columbia University Press E-book, 2003, sayfa 232.
[3] Ji bo lêkolîneke li ser nîşandana qerebalixan a di sînemaya sereke de: Aylin Kuryel, “Looking at and with Images: Crowds in Joker, Joker in the Crowds”, Breaking Down Joker, ed. Sean Redmond, Routledge: 2021
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(FY/SO/NÖ/FD)