Kevneşopiyeke bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Hem di gelek dokumanên dîrokî de hem jî di pirtûkên pîroz de behsa wê hatiye kirin û îro jî di jiyana rojane de li gelek deveran tê dîtin. Di hemî olên semawî de tê bikar anîn. Ji metnên dîrokî tê famkirin ku ew beriya misilmantiyê di şaristaniyên îranî, roma û hindî de jî heye û adeteke hevpar e.
*Fotograf: Roza Sierra (instagram)
Em di van belgeyan de dibînin ku jinan di dema Sumer, Urartû û Hîtîtan de ew weke sembola azadiyê li xwe kirine.1 Yekem Destûra Bingehîn di dîrokê de ya Hammurabiyî ye. Cara yekem di vê Destûrê de hatiye nivîsandin ku bê ka wê kole û kesên azad çawa ji hev werin naskirin û ev jî ji cil û bergan diyar dibe.2
Di Tewratê de qala lixwekirina leçekan hatiye kirin; bi tenê ji bo jinên azad weke taybetmendiyekê hatiye dîtin. Li gorî Tewratê, ger jinek, bê leçek derkeve kolanê; mêrê wê dikare dev jê berde. Leçek, ji bo Cihûyan, rûmet û nîşana esaletê ye. Li gorî hinekan wekî sembolê paqijiyê ye û li gorî hinekên din wekî sembola li dijî çanda pûtperestan e. Ev bêhtir li bal Xiristiyanan wisa ye.3 Li gorî şîroveyeke din a Cihûyani, jina ku leçekê bide serê xwe bi awayekî pîroz xwe bi mêrê xwe ve girê dide. Yên ku wusa di fikirin leçekê tenê ji bo jinên zewicandî pêwîst dibînin.4
*Rojnameya Şalomê
Li gorî Tewratê sedema berdanê ye
Sergirêdana bi leçekan di nava Xiristiyan û Cihûyan de weke qanûnekê ye û berdewam dike. Wekî ku di îkonên Xiristiyanan de jî tê dîtin, leçekek li serê Dayika Meryem girêdayî ye.5 Di Xiristiyantiyê de, ne tenê ji bo rehbikan ji bo hemû jinan weke ferman e sergirtin. Di Încîla Pawlosî de, nameya yekem a ji Korintiyî re nivîsandiye qala sergirêdanê kiriye. Di vê nameyê de, cara yekem, leçek weke semboleke cuda hatiye diyarkirin ku jin ji hêla afirîneriyê ve ji mêr kêmtir hatiye qebûlkirin. Ev axaftin yek ji çavkaniyên "zordariya baviksalarî" ye ku îro li cîhanê li ser jinan tê sepandin.
Di Misilmantiyê de jî sembol e
Di Islamê de girêdana seriyî li gorî adetên civakan, welatan û herêman cûda diguhere. Di vî warî de yek ji ayetên li ser bingeha Îslamê, ayeta 31emîn a Sureya Nûr e; Ya din Sûreya Ahzab, ayeta 59an e. Ji ber ku wateyên ayetan cuda cuda hatine şîrovekirin, cudahiyên di navbera çandan û herêman de bikaranîna leçekan jî cuda bûye. Leçek bi salan e weke amûreke taybet û berbiçav di nava Misilmanan de tê bikaranîn.
Leçek û sekulerizm
Li Tirkiyeyê ji bo her etnîsîteyan û olan şêwazek pêçanê heye. Ev şêwaz herêm bi herêm diguhere.
Di dema guhertina rejîmê de û bi destpêka sîstemeke sekuler re bûye amûreke îdeolojîya fermî. Di dema Împaratoriya Osmaniyan de, jinan serê xwe girê didan. Lê dema derbasî Komarê bûn li gorî prensîba laîkparêziyê ev rewş guherî. Di serî de li zanîngeh û li saziyên dewletê û hinên taybet sergirtin hate qedexekirin. Ji vê pirsgirêkê re “pirsgirêka turbanê” tê gotin.
*Merve Kavakçi / AA
Di hilbijartina sala 1999an de yekem parlamentera sergirtî bû parlamenter. Ew Merve Kavakçi bû û hilbijartina wê bû sedema krîzeke mazin di nava parlamentoya Tirkiyeyê. Bülent Ecevit, Serokwezîrê wê demê got ku "Kavakçi bi leçeka li serê xwe hat Meclîsê û dewlet tehdit kir.” Destûr nedan ku Kavakçi sondê bixwe. Di 2007an de bi guhertina serokatiya YOKê re, xwendekar karîbûn sergirtî bikevin zanîngehan. Heta 1ê Çiriya Pêşîn ya 2013an li saziyên dewletê karmendan nekarîbûn serê xwe girê bidin, ev qedexe bû. Di wê demê de “paketeke demokratîkbûnê” bi serpereştiya Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê wê demê li Meclîsê hate qebûlkirin û ew qedexe rabû. 4 parlamenterên AKPyê ( Gülay Samancı, Nurcan Dalbudak, Sevde Bayazıt Kaçar û Gönül Bekin Şahkulubey) di 31ê Çiriya Pêşîn a 2013an de tevlî sergirtî bûn beşdarî Civata Giştî ya Meclîsû bûbûn.
Kurd û leçeken wan ên rengîn
Kurd ji wateya wê ya olî bêhtir di wateyeke çandî de serê xwe girêdane. Tiştekî ji rêzê ye ji bo wan. Li her heremê şal an jî leçekek cuda heye. Qumaş û ew materyalên hatine bikaranîn rewş an jî statuya civakî nîşan didin.
*Fotograf: Ferid Demirel
Hevrîşim, etles û pembû zeditir ten hilbijartin. Ew leçekên ku jin li xwe dikin rewşa wan a zewacê an jî azibiyê diyar dikin. Çarikên spî kurdan; jin tenê piştî zewacê dikarin wê li xwe bikin. Dirêjiya van çarikan nîşana rewşa civakî ne. Her weha ev çarik bûne sembola aştiyê.
*Remziye Tosûn / Parlamentera HDPyê
Leçek û poşî bûne amûrên modayê û heta yên protestoyê. Jin û mêrên ciwan van poşiyan wekî aksesûar di jiyana xweya rojane de bikar tînin.
*Dengbêj Gazin
Yek ji serpoşa kevn a Kurdî, kitan u hûrbî ye; ew ji şalikên rengîn bi navê "hûrbî", çend caran li dora kitanê tê pêçan ku kitan qumaşeke spî ye. Jinên ciwan di dawet û şahiyan de vê kevneşopiyê didomînin. Kofi; cûreyek serpoşan e ku şalikek reş e û bendikên rengîn li dora wê hene.
-------
1) Yılmaz,Bedriye. Tarihten Günümüze Örtünmenin Anlamları. İz Yayınları, İstanbul. 2008.
2) Tosun,Mebrure- Yalvaç, Kadriye.Sümer, Babil, Asur Kanunları ve Ammi Şaduqa Fermanı. Türk Tarih Kurumu Basımevi, Ankara. 1975.
3)Görmez, Mehmet. İlahi Dinlere Göre Başörtüsü. İslamiyet Dergisi. Ankara. 2001. c.4, s.2.
4) Brayer, Menachem. The Jewish Woman in Rabbinic Literature: A Psychosocial Perspective Hoboken. N.J.: KtauPublishing House,1986.
5) İncil Pavlus'un Korintlilere Birinci Mektubu", Yeni Yaşam Yay., istanbul 1995,
(HC/FD)
Bîra Tiştan