Bêwar Tekbaşî demeke berê bi navê "Nav Dilistanê" straneke nû weşand. Çavkaniya vê stranê Hesen Şerîf e. Beriya niha jî wî bi navê "Barê Giran", "Yarê" û "Temo Lawo" weşandibû. Bi gotina Tekbaşî bandora hunermendên mîna Mihemed Arif, Hesen Cizîrî, Erdewan Zaxoyî li ser wî û muzîka wî heye.
Tekbaş wiha dibêje: "Stranên ez hildibijêrim zêdetir ne ew stran in ku tên dubarekirin yan ji terefê gelek kesan ve tên gotin. Wekî kesê duyem yê îcrakarê straneke kevin, dixwazim vê rolê pêk bînim."
Rewîtiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?
Ewil ez spasdariya we dikim, xweşhal im ku we ev derfet da min ku bişêm çend gotinan li ser muzîka xwe bikim. Cara ewil bi dengê bavê xwe yê gorbeheşt min stran guh lê bûme. Wextê wî bangî dayika min dikir û yarî ligel wê dikirin û digot; Min tu nevêy, min tu nevêy, dê te hêlim wellah wellah keç mişe ne...". Paşê dengê Tehsîn Taha, xudahnê van gotinan her wekî dengekî pîroz di heyata min de cih girt. Ew dengên di zaroktiya min de her ligel min bûn û min her dixwest rojekê bibim şirîkê wan dengan. Evro bo min ew roj e...
"Wextê ez straneke ji wan ustadan dixwînim..."
Çavkaniya stranên te kesên wekî Erdewan Zaxoyî, Ebdulwahid Zaxoyî, Ezîzê Simê, Mehemed Arif Cizrawî û Fadilê Cizirî ne. Her wekî diyar e, ev hunermend zêdetir ji aliyê Botan û Behdînanê ne. Van çavkaniyan bandoreke çawa li ser muzîka te kirine?
Berîya her tiştî min jî ji ava wê axê û wan kahniyan vexwariye. Min ne tinê stran û awazên wan guh lê bûne, ez bi çîrokên wan, serpêhatiyên wan, serhildan û têkoşînên wan, bi êş û azarên wan jî mezin bûme. Hestên wan bûne perçeyek ji jiyana min. Ma mumkin e mirov ji çîroka Erdewan û Eyaz tesîrdar nebe? Wextê ez straneke ji wan ustadan dixwînim ev hemû tişt di bîr û hizra min de ne.
Her wekî tê zanîn di malbatê de ji bilî te jî yên ku bi muzikê re eleqedar hene. Malbat û erdnîgariyê li ser te bandoreke çawa kiriye?
Min li jorê behsa dengê ewil yê jiyana xwe, dengê bavê xwe kiribû. Dayika min bi salan e her serê sibehê bi dengê Mehemed Arif dest bi rojê diket û xwîşk û birayên min û bi giştî malbata ez tê de çu carî dengê muzîkê jê kêm nebûye. Hima bêje her neferek ji malbata min bi muzîkê re eleqedar e. Helbet navekî wekî Alî Tekbaş ne tenê wekî birayekî, wekî hostayekî muzîkê jî bo min îlham e. Ev atmosfera malbatê bo min wekî mektebekê ye ku her gavê jê îstîfade dikim, rihê xwe muzîkê pê têr dikim.
"Ez bi aranjeyeke nû hewl didim rengekî nû bidim stranan"
Tu zêdetir stranên kevin dibêjî û ziman û şêwazê wan stranan jî hin taybetiyên xwe hene. Tu bi çi armancê wan stranan dibêjî, gelo rola wan stranan ji bo çand û zimanê kurdî çi ye?
Belê, me li jorê hinek nav gotin û gelek navên din jî hene ku ez di repertuara xwe ya muzîkê de cih didim wan. Helbet dixwazim muzîka min ji bo parastina wan deng û awazan bibe pirek. Lê di heman demê de bi aranje û terzekî nû jî hewl didim rengekî nû bidim wan stranan. Dixwazim li vê derê behsa tiştekî muhim bikim. Stranên ez hildibijêrim zêdetir ne ew stran in ku tên dubarekirin yan ji terefê gelek kesan ve tên gotin. "Nav Dilistanê" ku çavkaniya wê Hesen Şerîf e, mînakek wisa ye. Dixwazim wê stranê bigehînim sedsalên dî jî. Wekî kesê duyem yê îcrakarê straneke kevin, dixwazim vê rolê pêk bînim. Heke derfet pêk bên, ez dixwazim albûmekê bi temamî ji stranên bi vî rengî derbixim. Li aliyê din her straneke kevin ya kurdî ji bo nasîna çanda kurdî, zimanê kurdî xizînekeye mezin e. Heke em wê xizîneyê baş nas bikim em ê zêdetir nêzîkî xwe û ruhê xwe yê kurdî bibin.
Di demên nêzîk de gelek qedexe li ser çand û hunerê pêk hatin û konserên gelek hunermendên kurd hatin betalkirin, tu van qedexeyan çawa şîrove dikin?
Wekî hemû miletên dî kurdan jî çandek xwe, rengekî xwe, muzîkeke xwe heye. Em jî xwedî çand û hunerekê ne. Çanda her miletekî li gorî xwe dewlemend e û çanda kurdî jî bi hizaran salan li ser piyan maye û kevnar e. Muzîka kurdî, stranên kurdî, ji bo vê çandê gelekî muhim in. Divê her hunermendekê li dinyayê bişêt stranên xwe bi rehetî, bi azadî bibêjît.
Ez herî zêde wê kêliyê xwe azad hîs dikim, wextê ez stranên xwe, bi ziman û meqamên xwe dibêjim. Lê ji bo vê azadiyê jî qadeke fikrî û hunerî lazim e. Wextê ew qad û derfet nebin em neşên dengê xwe bigehînin dahatuyê. Bi hêviya ku ji bo huner û hunermendên kurd rojên xweştir û azadtir bên û em pêkve stranên xweşî û şahiyê bibêjin, hemû qedexeyên li ser muzîka kurdî, hunera kurdî jî ji meydanê rabin. Muzîk ji hemû sînoran mezintir e...!
Qada çand û hunerê qada afirîneriyê ye. Lê rastiyeke wiha jî heye ku ji bo afirînerîyê divê hinek şert û mercên amade bin. Tu wekî muzîkjenêkî di afirîndina muzika xwe de çi astengiyan dibinî? Pewîst e kîjan şert û merc amade bin? An jî ji bo afirîneriyê şert û merc pewîst in?
Ez muzîkjen im lê mixabin ji bo debara xwe dersdariyê dikim. Heke derfet hebûna min tenê karê muzîkê kiriba, helbet da gelek karên baştir pêk hatiban. Kêm kes xwedî wî şensî ne. Ji bo çêkirina stranekê tenê deng û beste têrê naket. Paşê ew stran di studyoyê de, bi amûrên cuda cuda têne qeydkirin. Her karekî jî pêdiviyeke madî heye. Ne tenê ez, zêdetirê hunermendên kurd ji ber nebûna derfetên madî neşên stranên xwe çêken. Ji bo hunermendên ji miletên dî sponsorên mezin hene, sazî hene, sermayeya dewletan heye. Lê mixabin ji bo muzîka kurdî sponsor kêm peyda dibin. Hêvîya min ew e ku ji bo hunera kurdî, muzîka kurdî jî derfetên baş pêk bên. Divê karsazên kurd, saziyên kurdan zêdetir piştgiriyê bidin hunermendên kurd.
Derbarê Bêwar Tekbaşî de
Malbata Bêwar Tekbaşî, di dema Komkujiya Helepçeyê ya di sala 1988an de, ji gundê Spîndarê yê Duhokê ku girêdayî Herêma Kurdistanê ye, koçî Colemêrgê kirine û ew li wê derê, di sala 1990an de jidayik bûye. Piştî ku malbata wî li Colemêrgê bi cih bûye, Tekbaşî dibistana seretayî û navîn li wê derê temam kiriye. Wî Beşa Konservatuarê ya Zanîngeha Dîcleyê xwendiye. Piştî ku wî lîsans qedandiye li dibistaneke taybet mamostetiya muzîkê dike.
(SY/FD)