“Mihrîcana kayûm ne mihrîcana çanda Amedê ye"
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya kayûm tayînkirî biryar daye ku Festîvala Duyem a Rêya Çandê ya Sûrê li dar bixe. Ji ber pevçûna di navbera Filistîn û Îsraîlê de, konserên di bernameya Festîvalê de hatin betalkirin. Lê biryar e ku bernameyên din ên Festîvalê pêk bên.
Festîvala navborî di nava beşeke civakê de bû sedema nerazîbûnan. Endama Lijneya Rêveber a Odeya Mîmaran Qiymet Yildiz û Rêvebirê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekînî nêrînên xwe yên derbarê vê festîvalê û bernameyên mîna wan de ji bianet kurdî re anîn ziman.
Rêvebirê Navenda Çand û Hunera Dicleyê Celal Ekînî anî ziman ku mihricanên bi destê kayûman tê çêkirin ne li gorî çanda kurdevariyê ne: “Bi van çalakiyan bajarê Amedê nayên nasandin. Mîhrîcanên ku tên çêkirin çand û zimanê vî gelî temsîl nakin. Gazî hin hunermendên Kurdistanî dikin lê ez texmîn dikim ku tevlî van çalakiyan nebin.”
Endama Lijneya Rêveber a Odeya Mîmaran a Amedê Qiymet Yildizê diyar kir ku plansaziya Sûrê ne ji bo jiyanê lê ji bo bazirganiyê hatiye çêkirin. (SY-VB/FD)
Wênesaz Eyşe Qerecdax: "Jin bi keda xwe û enerjiya xwe jiyanê ava dikin
![Wênesaz Eyşe Qerecdax: "Jin bi keda xwe û enerjiya xwe jiyanê ava dikin](https://static.bianet.org/list-haber/2023/10/06/wenesaz-eyse-qerecdax-jin-bi-keda-xwe-u-enerjiya-xwe-jiyane-ava-dikin.jpg)
VÎDEO NÛÇE
"Divê hemû kes bi zimanê xwe bên perwederkirin"
!["Divê hemû kes bi zimanê xwe bên perwederkirin"](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/125/original/dil.jpeg)
“Girtîgehên Ewlekariya Bilind tenê navên nû yên rejîma tecrîdê ne”
![“Girtîgehên Ewlekariya Bilind tenê navên nû yên rejîma tecrîdê ne”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/281/704/original/99bb.jpg)
"Di kuştina Vedat Aydinî de dewlet berpirsiyar e"
!["Di kuştina Vedat Aydinî de dewlet berpirsiyar e"](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/281/161/original/Adsız_tasarım_-_2023-07-05T160421.874.jpg)
"Desthilatdar LGBTI+an dike hedef, mixalefet bêbandor e"
!["Desthilatdar LGBTI+an dike hedef, mixalefet bêbandor e"](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/408/original/newroz1.jpg)