Di ser kuştina Serokê rêxistina bajarê Amedê yê Partiya Keda Gel (HEP) Vedat Aydinî re 32 sal derbas bûn. Doza kuştina Aydinî jî beriya niha bi du salan ango di 30 saliya qetilkirina wî de bêncam mabû.
Birayê Vedat Aydinî Veysî Aydinî got ku kuştina Vedat Aydinî destpêka pêvajoyeke nû bû û bi vê re dewletê peyam daye kesên dixwazin pirsgirêka kurdan bi rêyên demokratîk çareser bibe.
Di 5ê Tîrmeha 1991an de hin kesên ku xwe weke polîs dan naskirin, li Amedê bi ser mala Vedat Aydinî de girtibû. Wan kesan Aydin bi xwe re biribûn. Malbat û parêzerên Aydinî serî li navenda polîsan dabû lê desteserkirina wî nehatibû qebûlkirin. Di 7ê Tîrmeha 1991an de li ser rêya di navbera Erxenî û Madenê de, nêzîkî Goristana Madenê cesedê wî hatibû dîtin. Kesên ew kuştibûn, berê îşkence lê kiribûn. Cenazeyê Aydinî di 10ê Tîrmeha 1991an de bi merasîmeke girseyî hatibû binaxkirin ku nêzîkî 100 hezar kes beşdar bûbûn. Di dema merasîma cenazeye Aydinî de polîs û tîmên taybet êrîşî girseya beşdarî merasimê bûne kiribûn. Li gorî daxuyaniya fermî 3 kes, li gorî daxuyaniya Midûrê Beşa Îstîxbaratê yê Midûriyeta Emniyetê ya Amedê yê wê demê Hanefî Avciyî 23 kes hatibûn kuştin. Digel zanyariyên endamê JITEMê Abdûlkadîr Gaydanî dabûn jî di doza kuştina Aydinî de ti pêşketin nebûbû û faîl ‘nehatibûn dîtin.’ Dosyaya Vedat Aydin di sala 2021an de ji ber ku dema yasayî boriye, bêencam mabû.
“Qetilkirina Vedat Aydinî bi destê dewlete pêk hat”
*Veysî Aydin
Veysi Aydin, birayê Vedat Aydinî diyar kir ku qetilkirina birayê wî ne mijareke şexsî ye û dewletê ew tişt kiriye: “Ev ne tenê li hemberê Vedat Aydin bû. Vedat Aydin ji bo wan destpêk bû. Ê ku di nava civakê de dihat naskirin û xuyakirin û ê ku moral û motivasyon didan gel, ew ji aliyê dewletê bizanebûn hatin hilbijartin. Dewlet bi vê rê û rêbazê xwest vê mijarê çareser bike. Dewletê nedixwest ku pirsgirêkên kurdan bê dîtin û tekoşîna wan a ku ji bo azadiyê, demokrasiyê û wek heviyê pêş bikeve. Ji ber vê, mirovên wek Vedat Aydin bûn hedef. Dewlet di wê deme de ê ku hatinê kuştin ‘lê kesên ku di mijara kurdan de zav di ne pêş de bûn’ bi xwe xwast ronî bike. Di vê derê deshilatdar xwast ku peyama “Ev cînayetê ku pêk tên bi me re ne eleqedar e.” bide. Lê ev jî neçû serî ji ber ku ev hişmendî dewletê temsil dike.”
“Di nava 32 salan de nêrîna desthilatan qet nehat guhartin”
Veysî Aydinî bal kişand li ser nêrîna desthilatan a derbarê kuştinên siyasî yên mîna Vedat Aydinî û got: “Eger ku ev kuştin hatiba ronîkirin, hişmendiya dewletê a derbarê mijara kurdan wê hatîba guhartin. Lê ev kuştin bi zanebûn nehat ronîkirin. Ji ber ku ev plan û hişmendiya dewletê bû. Di komkujiya Aydinî de ne tenê şexsek an jî saziyek berpirsiyar e. Dewlet bi xwe berpirsiyarê vê cînayetê ye. 32 sal derbas bû û di nava 32 salan de gelek deshilatdar hatin guhartin lê nêrîna wan qet nehat guhartin.
“Dosya 2 sal berê hat girtin. Me nizanbû ku dosya li ku ye jî. Herî dawî derket ku dosya li Malatyayê ye. Em nizanin ji bo çi ev dosya birin Malatyayê. Ji me re gotin ku ji ber bûyer li sînorê Maden, Elezîz û Amedê çêbûye dosya birinê wê derê. Lê rastî ne ev e. Xwestin ku dosyayê ji ber çavan hildin û dosyayê ji bîra gel dûrbixin. Demeke dirêj çi pêşketin di dosyayê de tûnebû. Di demên dawî de hin îdîa û îtîraf derketin holê. Piştre gava ku me îtîraz kir 10 salên din jî dosya berdewam kir. Lê heta ku ev hişmendî ev be ne 10 sal 50 sal jî dem bidin tiştek nayê guhartin.”
“Rêxistinên civaka sivîl û partiyan ked dan”
“Rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên muxalif û kurdperwer li gorî xwe kedek dan. Ji bo çareserkirina van bûyeran jî kedek mezin dan. Lê desthilatdar her tim wana wek dijmin nîşan da.
“20 hezar mirov li mîrateya windayînên xwe xwedî dertên. Daxwaza wan ew bû ku kujerê xizm û zarokên xwe bibînin. Lê çawa ku dosyaya Vedat bê encam ma, dosyayên failên nedîyar jî bê encam ma. Li hemberê vê dijminatiyê her tim çalakî û tekoşîn hebe lê heta hişmendiya dewletê nêguhartin ev mîjar jî her wiha berdawam bike. Zext û zorî her tim berdawam dike lê berxwedan jî ê her tim berdewam bike.” (SY/FD)