Xwepêşandanên Bolîvyayê: 2 wezîran dest ji kar kişandin
Li Bolîvyayê xwepêşandanên ku ji bo Serokê Dewletê Rodrigo Paz îstifa bike dest pê kiribû, zêdetirî mehekê ye berdewam dikin. Piştî xwepêşandanan Wezîra Perwerdeyê Beatriz Garcia û Wezîrê Parastinê Marcelo Salinas dest ji kar kişandin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya neteweyî de cih girtine, li gelek bajarên welat û herî zêde jî li paytext La Pazê xwepêşandanên li dijî hikûmetê berdewam dikin. Her weha ji kar ketina du wezîran bû sedema şîroveyên ku "krîza siyasî derbasî qonaxeke nû bûye."
Etiyopya: Piştî hilbijartinan jî krîza li Tîgrayê berdewam dike
Derbarê sedema îstifaya Garcia û Salinas heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Ev îstîfayan di serdemekê de weha de hatin ku ji bo krîza aborî nerazîbûnên gel zêde dibin û zextên li ser hikûmetê her ku diçe mezin dibin. Çavdêrên siyasî dinirxînin ku ev geşedan lawazbûna kontrola Serokê Dewletê Paz a li ser rêveberiyê nîşan dide.
Li Bolîvyayê desthilatdariya çepgiran piştî 20 salan bi dawî bû
Krîza aborî bû sedema xwepêşandanan
Bolîvya di nav yek ji girantirîn krîzên aborî yên 40 salên dawî de ye û gel zêdetirî mehekê ye li ser piyan e. Xwepêşandêrên ku daxwaza îstîfaya Serokê Dewletê Paz dikin, di serî de li La Pazê û li gelek bajarên din bi hêzên ewlehiyê re rû bi rû hatin.
Di bûyerên 26ê Gulanê de, ku di navbera hêzên ewlehiyê yên destwerdanê li xwenîşandanan kirin û gel de qewimîn, kesekî jiyana xwe ji dest da; vê yekê alozî û ragêşiya li welat hîn zêdetir kir.
Hikûmet îdîa dike ku li pişt van xwepêşandanan komên nêzî Serokdewletê berê Evo Morales hene, ku biryara girtinê li ser wî heye.
Ji bo endamtiya esil a BRICSê Tirkiye nehat pejirandin
Serokê Dewletê Paz di daxuyaniya xwe ya 25ê Gulanê de diyar kiribû ku ew alîgirê çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê ye, lê hişyarî dabû ku eger krîz kûrtir bibe, ew dikare tedbîrên cuda bixe meriyetê ku di nav de mafên rewşa awarte yên ku makezagone daye wî jî hene.
(EMK/AY)