Etiyopya: Piştî hilbijartinan jî krîza li Tîgrayê berdewam dike
Hilbijartinên giştî yên 1ê Hezîranê yên li Etiyopyayê bi dawî bûn. Encama yekem û ya herî giring nîşan dide ku wekî dihat pêşbînîkirin, Serokwezîr Abiy Ahmed dê desthilata xwe bi rêjeyeke mezin biparêze.
Her çend encamên fermî hîn nehatibin ragihandin jî, ajansên Reuters, AP û çavdêrên herêmî radigihînin ku Partiya Refahê (Prosperity Party) ya li ser desthilatê dê piraniya dengan bi dest bixe. Bi vê yekê re, Abiy Ahmed ji bo serdemeke nû ya pênc salan amadehiyê dike.
Lê belê, piştî girtina sindoqan, mijara sereke ya ku Etiyopya bi fikar li benda encama wê ye, ne serkeftina desthilatê ye; babet ew e ku herêmên giring ên welat hîn jî li derveyî hilbijartinê mane, di nav pevçûnan de ne.
Ji ber ewlehiyê 143 navendên dengdanê nehatin vekirin
Li Etîyopyayê zêdetirî 50 mîlyon dengdêr tomarkirî ye û welatê duyem ê herî mezin ê Afrîkayê ye. Saziya Bilind a Hilbijartinê ragihand ku ji ber sedemên ewlehiyê 143 navendên dengdanê nehatine vekirin. Bi taybetî li herêmên Amhara û Oromîayê proseyên dengdanê cih bi cih hatin birîn. Li gorî nûçeya APyê, li hin herêman welatî ji ber fikarên ewlehiyê neçûn ser sindoqan.
Tîgray cara duyem e ji hilbijartinê bêpar dimîn
Yek ji encamên herî girîng ên hilbijartinê ew bû ku herêma Tîgrayê careke din li derveyî proseya hilbijartina neteweyî hat girtin. Piştî şerê navxweyî yê salên 2020-2022an, li vê herêmê cara duyem e sindoq nayên danîn. Saziya Hilbijartinê ev yek bi "nebûna şert û mercên guncaw" hincet nîşan da. Bi vê biryarê, Tîgray careke din ji proseya nûnertiya siyasî ya federal bêpar ma. Li gorî nirxandina Deutsche Welleyê, ev rewş nîşan dide ku piştî Peymana Aştiyê ya Pretoriayê jî krîza siyasî ya li bakurê welat hîn nehatiye çareserkirin.
Addîs Ababa nikare herêmîbûnê rabike
Bêparhîştina ji hilbijartinê tenê meseleyeke birêvebirinê nîne. Eniya Rizgariya Gelê Tîgrayê (TPLF) di meha Gulanê de ragihandibû ku ew ê şêweyê rêveberiya herêmî ya berî şer ji nû ve zindî bikin. Vê daxuyaniyê li Addîs Ababayê metirsî li ser alozîyên nû zêde kirin. Li gorî nirxandina ku berê ji aliyê Reutersê ve hatibû ragihandin, rayedarên Etiyopyayî û çavdêrên navdewletî îhtîmala pêleke nû ya bêaramiyê ya li bakur bi temamî red nakin.
Îdiaya mezin a hikûmetê geşbûna aboriyê ye
Abiy Ahmed kampanyaya xwe ya hilbijartinê bêtir li ser geşbûna aboriyê, veberhênanên binesaziyê û ewlehiya xurakê saz kir. Serokwezîr piştî ku dengê xwe da, diyar kir ku gelê Etiopîyeyê dikare bêyî destwerdana derve sîstemeke demokratîk ava bike û got: “Pênc salên pêşiya me dê bibin serdemeke ku tê de xalên werçerxanê yên dîrokî ji bo Etiopyayê rû bidin.” Hikûmet îdia dike ku di sala 2026an de geşbûna aboriyê dikare ji sedî 10an derbas bibe.
Opozîsyon ji neheqiya di rikaberyê de bi gazind e
Lê belê opozîsyon rûyekî din ê tabloyê nîşan dide. Partiyên opozîsyonê îdia dikin ku şert û mercên rikaberyê ne wekhev bûn, hin lîderên wan hatine desteserkerkirin û çalakiyên wan ên siyasî bi astengiyên qanûnî û îdarî hatine sînordarkirin. Nûnerên opozîsyonê yên ku ji ajansan re axivîn, diyar kirin ku serdestiya desthilatê ya li ser çavkaniyên dewletê û saziyên ewlehiyê, rikaberiya hilbijartinê bi giranî xerap kiriye. Hikûmet li dijî van tohmetan derdikeve û wan red dike.
Li herêma Oromîayê, pevçûnên di navbera Artêşa Rizgariya Oromo (OLA) û hikûmetê de berdewam dikin. Li herêma Amharayê jî, mîlîsên Fano li beşekî mezin ê bejahiyê bandora xwe diparêzin. Li gorî nûçeya Reutersê, tenê li Amharayê ji 138 herêmên hilbijartinê, bi kêmanî li 8 herêman dengdan nehat kirin.
(AEK/AY)