Di gera yekem a hilbijartina serokatiyê de ku duh (17ê Tebaxê) li welatê Amerîkaya Başûr Bolîvyayê hat lidarxistin, ti namzedek hejmara pêwîst a dengan bidestnexist.
Li gorî encamên nefermî, Senator Rodrigo Paz ji sedî 31ê dengan bi dest xistiye û bûye yekem. Rodrîgo Paz, namzetê rastgiran e û kurê serokê berê yê Bolîvyayê Jaime Paz Zamora ye ku ji sala 1989an heta 1993an desthilat bû.
Serokê berê yê rastgir Jorge Quiroga ji sedî 27ê dengan wergirt. Her weha karsazê muxalif Samuel Doria Medina jî ji sedî 20.2ê dengan bi dest xist û di rêza sêyemîn cihê xwe girt.
Dîmenek ji mîtînga dawî ya namzet Jorge Quiroga Ramirez, Foto: Ajansa Anadoluyê
Wezîrê Navxweyî ê berê û namzetê Partiya Tevgera Berbi Sosyalîzmê (Movimiento al Socialismo MAS) Eduardo del Castillo ji ber ku di hilbijartinê de ji sedî 3,2ê dengan bidestxist, dê nikaribe di gera duyemîn de pêşbaziyê bike. Partiya Tevgera Berbi Sosyalîzmê 20 salên dawî ye li wî welatî desthilat e.
Li gorî Ajansa Anadoluyê, piştî encamên fermî yên Dadgeha Hilbijartinê a Bilind (TSE) dê piştrast bikin ku tûra duyemîn dê di 19ê Cotmehê de were lidarxistin.
(TY/AY)
