Xelata Gilel Storch a 2026an dan Osman Kavala
Mafparêz û karsaz Osman Kavala ku nêzî neh sal in girtî ye, bû xwediyê Xelata Gilel Storch a 2026’an a Swêdê.
Hat ragihandin ku xwediyê xelata îsal Osman Kavala ye; ev xelat ji sala 2018an û vir ve her sal ji aliyê komeleya bi navê 'Judisk Kultur i Sverige' (Çanda Cihûyan a li Swêdê) ve tê dayîn.
Osman Kavala: Rêzgirtina ji bo rûmeta mirovahiyê wê bi ser bikeve
Merasîma xelatê wê di 7ê Îlonê de li Salona Konseran a Stockholmê bê lidarxistin. Di merasîmê de xelatê wê li ser navê Kavala, hevjîna wî akademisyen Ayşe Bugra wergire.
Komeleyê di daxuyaniya xwe ya derbarê xelatê de diyar kir ku damezrînerê Anadolu Kulturê Osman Kavala, li Tirkiyeyê di qada civaka sivîl û çandê de xwedî cihekî bi rûmet e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kavala bi xebat û çalakiyên xwe yên çandî yên di xeta "îdealên hevpar ên Ewropayê" de, alîkarî daye "avakirin û danîna piran a di navbera civak û mirovan de."
Her wiha di daxuyaniyê de ji bo Kavala pênaseya "parêzvanekî bihêz ê demokrasî û humanîzma gerdûnî" hat kirin.
Osman Kavala Madalyaya Goethe wergirt
Tevî biryarên DMMEyê jî di girtîgehê de ye
Osman Kavala, di 25ê Nîsana 2022an de di doza Geziyê de bi cezayê heta hetayê yê girankirî hat mehkûmkirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryarên xwe yên derbarê Kavala de destnîşan kir ku girtina wî binpêkirina mafan e û ragihand ku divê ew serbest bê berdan. Lêbelê Kavala, tevî biryarên DMMEyê jî li Girtîgeha Marmarayê ya li Silivriyê tê girtin.
Osman Kavala 7 sal in di girtîgehê de ye: Ez bawerim dikim ku ez ê azadiyê bibînim
Xelatê navê xwe ji Gilel Storch girtiye
Xelata Gilel Storch, navê xwe ji Gilel Storch digire ku di navbera salên 1902-1983an de jiyaye. Storchê ku li Letonyayê ji dayik bûbû, di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de xwe spartibû Swêdê. Storch, bi xebat û wêrekiya xwe ya ji her du aliyan ve ji bo rizgarkirina gelek Cihûyên di dema Holokostê de tê naskirin.
Ev xelat cara yekem di sala 2018an de dabûn Serokkomarê berê yê Almanyayê Joachim Gauck. Par ev xelat dan Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û salek beriya wê jî nivîskar Salman Ruşdi hêjayî xelatê hatibû dîtin.
DAXWAZA ERDOGAN PÊKHAT
Dadgeha Bilind cezayê Kavala, Atalay, Mater, Ozerden û Kahraman pesend kir
(AY)