Osman Kavala heşt sal in bi awayekî nehiqûqî di girtîgehê de ye. Kavala hêjayî Madalyaya Goethe hat dîtin ku yek ji xelatên herî bi prestîj ên dewletê yên Almanya ye û ji bo rûmeta helbestvan û nivîskarê mezin Johann Wolfgang von Goethe tê dayîn.
Serokê Enstîtuya Goethe, Gesche Joost di meha Gulanê de aşkere kiribû ku Osman Kavala wê yek ji xelatgirên Madalyaya Goethe ya îsal be.
Zimanzanê Çînî Li Yuan û nivîskarê Belçîkî David Van Reybrouck jî ligel Kavala xelata Madalyaya Goethe wergirtin.
Berî Osman Kavala, li Tirkiyeyê ev xelat Prof. Dr. Sadi Irmak, Prof. Dr. Ekrem Akurgal, Prof. Dr. Şara Sayin û Doğan Akhanli jî wergirtibû
Xelat her sal di merasîmekê de ku di 28ê Tebaxê, roja jidayikbûna Goethe de tê lidarxistin, tê dayîn. Di merasîma ku duh li Weimar, cihê jidayikbûna Goethe, hat lidarxistin de, hevjîna Kavala Prof. Dr. Ayşe Buğra, li ser navê Kavala xelat wergirt.
Piştî pêşkêşiya Dîrektora Şanoya Maxim Gorki Shermin Langoff, Ayşe Buğrayê axaftina qebûlkirina xelatê a Osman Kavala xwend.
Osman Kavala di axavtina xwe ya qebûlkirinê de diyar kiriye û gotiye, Wêje ne tenê tevkariyê li pêşxistina têgehan dike, di heman demê de parvekirina hest û hesasiyetan saz dike ku dihêle têgeh cîgir bibe. Ezmûna min a di girtîgehê de weha bû. Madalyaya Goethe dê ji bo min bibe sembolek ku hemû wateyên rûmeta mirovan li bîr dixe û xurt dike."
(AEK/AY)

