Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 1ê Gulana 2007ê de sendîkayên karkeran û DISK(Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger ên Karkeran) xwestin li Meydana Taksîmê ya Stenbolê mîtîngekê bike. Rayedaran destûra mîtîngê neda û hêzên ewlehiyê mûdaxele li xwenîşanderan kir.
Dadgeha Mafên Miravan a Ewropayê(DMME) ji ber destûrnedana mîtînga 1ê Gulanê biryar da ku Tirkiyeyê Xala 11. a “mafê azadiya birêxistîbûnê” binpê kiriye.
Bixwîne - Nûnerên sendîkayan çûn Meydana Taksîmê
Li gor biryara dadgehê Tirkiye dê tezmînata me’inewî (7 hezar û 500 Euroyan) bide aliyê doz vekirî.
Li ser navê DISKê Süleyman Çelebi Arzu Çerkezoğlu, Musa Çam, Adnan Serdaroğlu, Kamer Aktaş, Celal Ovat, Ali Rıza Küçükosman û Gençay Gürsoy serî li dadgehê dabû.
1ê Gulanê û Taksîm
Li Tirkiyeyê cara pêşiyê di sala 1906ê hat pîrozkirin.
Di sala 1977ê de, karkeran 1ê Gulanê li Taksîmê pîroz kir. di pîrozbahiyê de 34 kes hatin kuştin. Ew roj wek “1ê Gulana bixwîn” hat binavkirin.
Di sala 1ê Gulana 1979ê de li Stenbolê derketina derve hat qedexekirin.
Di sala 1981ê de biryar hat dayin ku êdî 1ê Gulanê ne betlaneya fermî ye.
Di sala 1989ê de komeka ji 2000 kesan pêk tê ber bi Taksîmê ve meşiyan polîsan ew belav kirin. Welatiyek bi navê Mehmet Akif Dalcı birîndar bû. Fîşekek li serê wî ketibû piştî rojekê mir.
Di sala 1990ê de di pîrozkirinê de, polîsan mûdaxele kir. 40 kes birîndar bûn. Birîndareka bi navê Gülay Beceren felç/şeht bû.
Di sala 2006ê de rêxistinên karkeran qernefil danîn meydana Taksîmê. Polîsan 34 kes desteser kirin.
Di 22yê Nîsana 2009ê de parlamenê biryar da 1ê Gulanê wek “Roja Ked û Hevgiriyê” bibe rojeka betlaneya fermî.
Di sala 2010ê de piştî 32 salên qedexeyê, meydan ji bo pîrozkirin û şahiyan hat serbestkirin.
Di salên 2011 2012ê de polîsan mûdaxeleyî pîrozkirinê nekir.
Di sala 2013ê de polîsan mûdaxeleyî xwenîşanderan kir.
Di salên 2014-2015ê de pîrozkirina 1ê Gulanê li Meydana Taksîmê hat qedexekirin.(AS/MB)