Di dîroka Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ku ji aliyê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ve tê amadekirin, cara yekem e ku piraniya welatên cîhanê di rewşeke 'dijwar' an jî 'gelekî giran' de têne nîşandan. Di 25 salên dawî de, xala navîn a hemû welatên ku hatine lêkolînkirin, tu carî wekî îsal kêm derneketiye.
Bi taybetî belavbûna qanûnên ku bi polîtîkayên ewlehiya neteweyî ve girêdayî ne û her ku diçe bisînor dibin, ji sala 2001an û vir ve mafê gihîştina nûçeyan heta di demokrasiyan de jî lawaz dike.
Ji ber ku li Tirkiyeyê sûcên wekî “belavkirina agahiyên nerast”, “heqareta li serokkomar” an jî “reşkirina saziyên dewletê” her tim wekî hincet tên bikaranîn, zext li ser rojnamegeran zêde dibe û rojnameger tên girtin. Ji ber van sedeman, di Endeksa RSFê ya sala 2026an de, Tirkiye di nav 180 welatan de ket rêza 163emîn. Bi vê encamê, Tirkiye di cîhanê de bû welatê 18emîn ê herî xirab. Tirkiye sala borî di rêza 159emîn de bû.
Di çaryeka sedsala dawî de asta herî nizm
Di van 25 salên ku RSF Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê diweşîne de, azadiya çapemeniyê her ku diçe xirabtir dibe. Rojnameger hê jî ji ber karê xwe tên kuştin an jî tên girtin. Taktîkên êrîşên li ser azadiya çapemeniyê jî diguherin.
Rojnamegerî; bi gotinên siyasî yên dijber ku nûçegihanan dikin hedef tê xeniqandin, ji ber aboriya medyaya ya lawaz qels dibe û bi bikaranîna qanûnan wekî amûreke zextê, di bin sînoran de dimîne
Nîşandera qanûnî, îsal bû nîşandera ku herî zêde paşketin nîşan da. Ev nîşander di navbera salên 2025 û 2026'an de, di 110 welatan de (ango di ser %60'ê welatên cîhanê re) xirabtir bû. Wekî mînak; Hindistan (163.), Misir (169.), Îsraîl (116.) û Gurcistan (135.) dikarin werin nîşandan.
Sûcdarkirina rojnamegeriyê bi rêya binpêkirina hiqûqa çapemeniyê, xirab bikaranîna qanûnên rewşa awarte yan jî qanûnên giştî, êdî li hemû cîhanê wekî diyardeyekê belav bûye.
(HA/AY)
