Tirkiye, di azadiya çapemeniyê de li cîhanê welatê 18emîn ê herî xirab e
Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya RSF de, Tirkiyeyê îsal 4 pileyên din winda kirin. Tirkiye di nav 180 welatan de daket rêza 163emîn û bû welatê 18emîn ê herî xirab. Her weha di asta cîhanê de jî azadiya derbirînê û çapemeniyê ber bi paşveçûnê ve diçe