DFG: Di Sibatê de 31 nûçe û 272 naverok hatine astengkirin
Li gorî DFGê di meha sibatê de 11 rojnameger hatine desteserkirin, 5 rojnameger hatine girtin, ji 9 rojnamegeran re bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar lîre cezayê pereyan hat birîn.