Tirkiye bi cezayên girtîgehê û girtinan di rêza yekem a Ewropayê de ye
Konseya Ewropayê û Zanîngeha Lozanê rapora xwe ya bi navê “Li Ewropayê Girtîgeh û Girtî: Lêkolîna SPACE I 2025” weşand. Ev rapor li gorî daneyên ku ji 51 rêveberiyên girtîgehan ên li 46 welatên endamên Konseya Ewropayê hatine berhevkirin, amade bûye.
Li gorî raporê, Tirkiye ji aliyê rêjeya girtiyan, zêdebûna girtîgehan, rêjeya ketina girtîgehê û hejmara girtiyên ku dikevin serê her karmendekî ve, di asta herî bilind a Ewropayê de ye.
ÎHD: Li girtîgehan 2 hezar 629 caran maf hatine binpêkirin
Ji her 100 hezar kesî 458 kes girtî ne
Li gorî nûçeya Gundem Hapishaneyê, heta 31ê Kanûna Paşîna 2025an, hejmara giştî ya girtî û mehkûmên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de ne wekî 392 hezar û 456 kes hatiye tomarkirin. Tirkiye bi rêjeya ji her 100 hezar kesî, 458,1 kes girtî ne di nav welatên Konseya Ewropayê de di rêza yekem de ye.
Li seranserê Ewropayê jî rêjeya girtiyan, ji her 100 hezar kesî 127 kes girtî ne. Di vê lîsteyê de piştî Tirkiyeyê, Azerbaycan bi rêjeya 271 girtiyan, Moldova bi 245 û Gurcistan bi 232 girtiyan tên. Her weha, welatên ku di vê lîsteyê de rêjeya wan herî kêm e, Norweç 54 girtî, Hollanda 55 girtî û Fînlendiya 58 girtî ne.
Di 10 salên dawî de rêje du qat zêde bûye
Daneyên demdirêj ên di raporê de nîşan didin ku hejmara girtiyan li Tirkiyeyê di salên dawî de bi awayekî berbiçav zêde bûye. Di sala 2015an de rêjeya girtiyan ji bo her 100 hezar kesî 223,3 bû, lê ev rêje di sala 2025an de derket 458,1ê. Bi vî rengî, di nav 10 salên dawî de rêjeya girtîyan ji sedî 105 zêde bûye.
Ev rêje di sala 2020an de ji ber sererastkirinên înfazê û berdanên di dema pandemiyê de heta 257,2an daketibû, lê di salên piştre de dîsa zêde bû. Rêjeya zêdebûnê ya di navbera salên 2020 û 2025an de derorê ji sedî 78 e. Daneyên nîşan didin ku zêdebûna hejmara girtiyên li Tirkiyeyê, di salên dawî de pir li ser asta navînî ya Ewropayê re ye.
ÎHD: Li girtîgehên herêma Marmarayê 1326 caran maf hatine binpêkirin
Rêjeya girtiyên jin di bin rêjeya Ewropayê de ye
Ji sedî 4,4ê girtiyên li Tirkiyeyê ji jinan pêk tê. Li Ewropayê jî ji sedî 5,8ê girtiyan jin in. Rêjeya Tirkiyeyê di bin rêjeya Ewropayê de ye. Li gorî raporê, Tirkiye di nav wan welatan de ye ku rêjeya jinên girtî li gorî tevahiya Ewropayê kêm e.
Pênc welatên pêşîn ên ku rêjeya jinên girtî li Ewropayê herî zêde ye ev in: Andorra (ji sedî 12,5), Îzlanda (ji sedî 12,1), Monako (ji sedî 10,5), San Marîno (ji sedî 9,5) û Liechtenstein (ji sedî 9,1).
Gava em li welatên ku nifûsa wan di ser mîlyonî de ye dinêrin, di sê rêzên pêşîn de Macaristan (ji sedî 8,8), Çekya (ji sedî 8,6) û Swêd (ji sedî 7,9) cih digirin.
Rêjeya girtiyên biyanî kêm e
Li Tirkiyeyê, rêjeya girtiyên biyanî di nav tevahiya girtiyan de ji sedî 3,8 e. Li Ewropayê ji sedî 26,4 e.
5 welatên ku li Ewropayê rêjeya girtiyên biyanî lê zêde ne ev in: Liechtenstein (ji sedî 100), Monako (ji sedî 89,5), Lûksembûrg (ji sedî 78,1), Swîsre (ji sedî 72,5) û Andorra (ji sedî 72,2). Di nav welatên ku nifûsa wan ji mîlyonî zêdetire, piştî Swîsreyê, Awistirya (ji sedî 53), Slovenya (ji sedî 52) û Yûnanistan(ji sedî 52) tên.
Rêxistinên mafparêz û hiqûqê: Divê Mehmet Sait Yıldırım demildest bê berdan
Di girtîgehan de 3 hezar û 890 zarok hene
Hejmara zarok û ciwanên ku temenê wan di bin 18 salî de ne û di girtîgehên Tirkiyeyê de ne, 3 hezar û 890 e. Ji van zarokan 479 kes di malên perwerdehiya zarokan de tên girtin.
Her wiha li gorî raporê, 944 zarokên ku temenê di navbera 0-6 salî de ye, ligel dayikên xwe di girtîgehan de dijîn. Ev hejmar, di nav welatên Konseya Ewropayê yên ku dane parve kirine de, wekî hejmara herî bilind a mutleq derdikeve pêş.
Cezayên girtîgehê yên demdirêj
Li Tirkiyeyê hejmara kesên ku di navbera 10 û 20 salan de cezayê girtîgehê li hatine birîn 70 hezar û 263 e. Hejmara kesên ku 20 sal û zêdetir ceza lê hatine birîn derketiye 57 hezar û 347an. Hejmara girtiyên ku cezayê heta-hetayê (muebbet) û muebeta girankirî lê hatine birîn jî 13 hezar û 50 e.
Di salekê de 457 hezar kes ketine girtîgehê
Daneyên salane yên herikîna girtîgehan nîşan didin ku Tirkiye ne tenê xwedî hejmareke zêde ya girtiyan e, di heman demê de xwedî hejmara herî zêde a ketina girtîgehan e li Ewropayê. Di navbera Kanûna Paşîna 2024 û Kanûna Paşîna 2025an de, li Tirkiyeyê 457 hezar û 175 kes ketine girtîgehê û 345 hezar û 89 kes jî hatine berdan.
Li girtîgehên Mêrsînê 18 girtiyên nexweş hene ku nayên berdan
Di girtîgehan de 745 kes mirin, ji wan 54an xwe kuştin e
Di sala 2024an de, di girtîgehên Tirkiyeyê de bi giştî 745 kes mirin e. Hatiye tomarkirin ku ji wan 54 kesan xwe kuştine û 2 jê jî hatine kuştin. Rêjeya xwekuştinê ya ji bo her 10 hezar girtiyan li Tirkiyeyê wekî 1,4 hat hesabkirin. Bi vê rêjeyê, Tirkiye di nav wan welatên Ewropayê de ye ku rêjeya xwekuştinê lê kêm e.
Li Ewropayê rêjeya mirina giştî ji bo her 10 hezar girtiyan 11,3 e.
Pênc welatên Ewropayê yên ku rêjeya xwekuştinê ya ji her 100 hezar girtiyan lê herî zêde ye jî wiha ne: Andorra (138,9), Îzlanda (71,4), Lîtvanya (29,2), Danîmarka (19,1) û Fransa (17,2).
Her weha li Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî 8 fîrar hene.
(FY/AY)