Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê diyar kirin ku taloqkirina tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim a ji bo 9 mehan biryareke derhiqûqî ye û xwestin Yildirim were berdan.
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) yên Îzmîrê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ya Îzmîrê têkildarî girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (74) ku 30 sal in girtî ye, li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin û tehliyeya wî ji bo 9 mehan hate taloqkirin, daxuyanî dan.

Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim dîsa nehat berdan
Daxuyanî, li Şaxa ÎHDa Îzmîrê hat dayin û pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila lijneyên îdare û çavdêriyê bên girtin” hate hilgirtin.
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Nazli Turan di daxuyaniyê de got ku cara duyemîn e tehliyeya Yildirim bi awayekî keyfî tê astengkirin. Nazli Turanê weha got:
“Rewşa tenduristiyê ya Mehmet Saît Yildirim giran e. Di Çileya 2024’an de anjiyo bû. Di bicihanîna pêdiviyên xwe yên sereke de zehmetiyê dikişîne û bi zehmet diaxive. Raporên nexweşxaneyê yên Yildirim nîşan didin ku nikare bi tena serê xwe bijî. Lê tevî ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn jî ev 8 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ev rewş li dijî raporên tenduristiyê û standarên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Di tecrîdeke giran de ye, tenê diçe hevdîtina parêzeran. Hem di qawîşê de hem jî dema hewadariyê bi tenê ye. Piştî gardiyanan li ser bêtêlê piştrast kirin ku kesek li korîdorê nîne wî derdixin derve. Heta saetên spor û hewadariyê jî bi awayekî ku girtiyên din nebîne tên amadekirin.”
"Biryara lijneyê kêfî ye"
Di berdewamê de Nazli Turanê bal kişand ser hinceta taloqkirina tehliyeyê û ev tişt anî ziman:
“Tu daneyeke ku têkiliya girtî bi rêxistinê re didome nîne lê dîsa jî li gorî qenaeta xwe weke hincet nîşan dane. Ev jî bi aşkerayî li dijî rêgezên pîvan û ewlehiya hiqûqî ye. Nabe ku sazî li gorî şertên bi xwe ava kirî kesekî ceza bike. Di rapora ewlehî û çavdêriyê ya lijneyê de ku raporên navxweyî ne, dibêje ku Yildirim tu pirsgirêkên ewlehiyê çênekiriye û meyla wî ya ji bo tundiyê tune ye. Tevî vê jî tehliyeya wî hatiye astengkirin.”
Her weha Nazli Turanê, axaftina xwe wiha qedand: “Lijne jî qebûl dike ku girtî kal e û rewşa wî ya tenduristiyê giran e. Divê ev rewş di nirxandina başhaliyê de weke hêmayekî erênî were nirxandin. Di tecrîdeke girankirî de ye û rewşa wî ya tenduristiyê li girtîgehê xerab dibe. Lijne bi xwe jî van qebûl dike û divê lijne li gorî vê jî biryara xwe bide.”
Li gorî nûçeya MAyê Endama Lijneya Rêveber a Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran û parêzerê Yildirim Fatma Demîrerê jî xwestin Yildirim tavilê were berdan.

Girtiyê siyasî Mehmet Saît Yildirim: Derkevin û bi eşkereyî bibêjin "me îdam kir"
Mehmet Saît Yildirim, di 30ê Mijdara 2025an de bi rêya parêzera xwe Fatma Demirerê ji bianetê re têkildarî biryara lijneya girtîgehê ev nirxandin kiribû:
"Min di sala 1996an de cezayê darvekirinê(îdam) stend. Cezayê min ê îdamê ji bo cezayê heta hetayî yê girtîgehê hate guhertin. Piştî 30 salan, divê ez bihatama berdan, lê bernadin. Sekn û helwesta min weke hêcet didin nîşandan û berdana min cara duyemîn tê paşxistin. Her weha min di lijneyê de jî got, hûn di rastiyê de dixwazin ku biryara îdamê pêk bînin. Heke hûn dixwazin ewqas zêde cezayê îdamê pêk bînin, bi merdî tevbigerin û li hewşê sêdarê deynin û darve bikin da ku ez bizanibim cezayê îdamê li min hatiye birîn û hûn jî bi eşkereyî bêjin 'me îdam kir.'"
"Hûn bi nexweşiyên min ên kronîk dizanin, raporên min li ber destê we ne. Hûn dixwazin min di girtîgehê de bikujin û kuştina min jî weke mirinek xwezayî nîşan bidin. Di rastiyê de hûn dixwazin bi rêya mirina xwezayî cezayê îdamê pêk bînin. Di qanûna cezê de tiştek weha nîne. Wekî rêveberiya cezê tu tenê erkdarê wê yekê ye ku cezayê hatiye birîn pêk bîne. Min ji malbata xwe du mîrate/mîras wergirtin. Yek jê nexweşiya dil a kronîk e. Ji ciwanên me heta kal û pîrên me nexweşiya wan a dil heye. Ya duyemîn, rûmeta min a ku min ji bav û kalên xwe girtiye. Ez li vir bimrim jî ez ê rûmeta xwe binpê nekim û bi rûmet ji vir derkevim. Bi awayekî din jî ez dernakevim. Divê her kes bizanibe ku "Tu hêz nikare îradeya şoreşgerekî ku xwedî îdeolojiyan e û hemû jiyana xwe fedayê azadiya gelê xwe kiriye, bişkîne."
Çi bûbû?
Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.
Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi "fermana Wezaretê" de di hucreya yekkesî de tê girtin.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.

