Seroka Bajarê Manisayê ya Partiya Nû İlksen Ozalper hat desteserkirin
Seroka Bajarê Manisayê ya Partiya Nû İlksen Ozalper di çarçoveya lêpirsîna têkildarî avakirina rêxistina sûc û bertîlê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin, êvara Çarşemê hat desteserkerin.
Di mala Ozalperê de lêgerîn hat kirin û piştî îfadeyên li emniyetê birin Enqereyê.
Li dijî Şaredariya Menderesê operasyon: Şaredar İlkay Çiçek jî di nav de 21 kes hatin desteserkirin
Cîgirê Serokê Koma Partiya Nû Murat Emir piştî desteserkirina Seroka Bajarê Manisayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got: "Desteserkirina Seroka me ya Bajarê Manisayê İlksen Ozalperê ne gaveke hiqûqî ye, berdewamiya projeyeke organîze ya tola siyasî ye ku bi fermana qesrê tê meşandin."
Emir di berdewamiya daxuyaniya xwe de weha got: "Hûn ê bi dosyayên xwe yên bêbinî, bi girtinên xwe û lêpirsînên xwe yên çêker nekaribin siyaseta sivîl bi dawî bînin!"
Gotinên "poşmaniyê" yên Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim
Hat hînbûn ku lêpirsîna derbarê Ozalperê de di çarçoveya îfadeyên poşmaniyê yên Şaredarê Uşakê Ozkan Yalimê ku ji kar hatibû dûrxistin de û di çarçoveya raporên MASAKê û qeydên HTSyê tê meşandin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de pêştir Şêwirmendê Şaredarê Bajarê Mezin ê Manisayê Demirhan Gozaçan, ajokarê wî Anil Demir û Rêveberê Giştî yê Şehzadeler A.Ş. Cem Yuzer hatibûn girtin.
(AEK/AY)