Di çarçoveya lêpirsîna "bertîl" û "gendeltiyê" ya Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê de ku li dijî Şaredariya Menderesê tê meşandin de, Şaredar İlkay Çiçek jî di nav de 21 kes hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li mala Çiçek û li avahiya xizmetê ya Şaredariya Menderesê lêgerîn hat kirin. Lêkolîna li avahiya şaredariyê berdewam dike.
Hat zanîn ku îfadeyên 21 kesên hatine desteserkirin ên li emniyetê berdewam dikin. Lêkolîna Serdozgeriyê ya derbarê lêpirsînê de dom dike.
(EMK/AY)
