Şaxa ÎHDê ya Wanê bi afîşeke li dijî LGBTÎ+yan hate hedefgirtin
Li deriyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê afîşeke ku LGBTÎ+, femînîst û komên ji bawerî û ramanên cuda hedef digire, hate daliqandin.
Li gorî nûçeya Kaos GLyê, li Wanê kesên ku xwe wekî komeke ciwanên misilman pênase dikin afîş daliqandin e û di afîşê de gotinên weke “Malbata we ji hevzayendî, komunîzm, feminîzm, demokrasî, deîzm û ateîzmê tenê Îslam diparêze” cih digirin.
Li Enqereyê li dijî cihê LGBTÎ+yan operasyon: 7 kes hatin girtin
Her weha di afîşê de jin û mêrek, du zarokên wan û sîwanek li ser “îslam” nivîsiye hene. Jin û mêr di bin sîwana ku li ser “Îslam” nivîsî de zarokên xwe ji rengên keskesorê diparêzin.
Li ÎHDya Wanê Komîsyona LGBTÎ+yan ava bûbû
Di bin banê Şaxa ÎHDê ya Wanê de Komîsyona LGBTÎ+yan di Hezîranê de di çarçoveya Meha Rûmetê de hatibû ava kirin. Komîsyonê di daxuyaniya damezrandina xwe de ragihandibû ku wê li dijî zext, cudakarî û tundkariyê têkoşîna xwe bidomîne.
“Di 12emîn Pakêta Darazê de dê xalên li dijî LGBTÎ+yan cih negrin"
(NÖ/AY)