Li Enqereyê li dijî cihê LGBTÎ+yan operasyon: 7 kes hatin girtin
Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li dijî mekanê şahiyê de ku LGBTÎ+ diçin wir, 7 kes hatibûn destserkirin. Her heft jî hatin girtin.
Serdozgariya Komarê ya Enqereyê aşkere kir ku lêpirsîn li gorî îxbarên bo CÎMERê, beyanên şahidan, lêkolînên çavkaniyên vekirî û parvekirinên li ser hesabên medyaya civakî yên wî mekanî, hatine destpêkirin.
Di daxuyaniya Serdozgariyê de hatiye îdîakirin ku di mekânê de şahiyên zayendî hatine lidarxistin û çalakiyên ku tê îdîakirin “dijî exlaqê giştî ne” hatine kirin.
Heft kesên ku hatibûn destserkirin, piştî îfadeyên li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Medyaya nêzî desthilatê zimanekî cihêkar bikartîne
Piştî operasyonê, hin saziyên medyayê yên nêzî desthilatdariyê, lêpirsîn bi gotinên ku LGBTÎ+yan bi sûc û bêexlaqiyê re wekhev dihesibînin ragihandin.
A Haberê di serenavên nûçeyên xwe de gotina “LGBTya jirêderketî” bi kar anî û operasyon bi gotinên “Rê nayê dayîn ji bo LGBTya jirêderketî” pêşkêş kir.
Rojnameya Sabahê jî di nûçeya xwe de gotinên wekî “partiyên hevzayendan”, “dansên erotîk ên mêr bi mêran re” û “gay bar” derxistin pêş.
(NÖ/AY)