Şaredarê Keşanê Mehmet Ozcan ji CHPê îstifa kir
Şaredarê Keşanê Mehmet Ozcan, ji CHPê ku wekî berendam hatibû nîşandan û 4 caran wekî şaredar hatibû hilbijartin, îstifa kir.
Şaredarê Keşana Edirneyê Mehmet Ozcan ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kir.
Ozcan, tevî hilbijartinên herêmî yên dawî, cara 4emîn bû şaredarê Keşanê. Ozcan ê ku cara yekem di 28ê Adara 2004an de wekî şaredarê Keşanê hatibû hilbijartin, her weha di salên 2009, 2014 û 31ê Adara 2024an de jî di bin banê CHPê de di hilbijartinê de bi ser ketibû.
Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir
19 Hezîran 2026
Îstifayên di CHPê de
Li CHPê di navbera parlamenteran de herî dawî parlamenter Nimet Ozdemir îstifa kiribû. Ozdemir, di civîna komê ya duh de tevlî AKPê bû.
Di hefteya dawî de Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemil Tugay, Şaredarê Boluyê yê girtî Tanju Ozcan û Şaredarê Haymanayê Levent Koç jî ji CHP’ê îstifa kirin.
Li dijî Şaredariya Seferîhîsarê operasyon û şaredarê Silivriyê jî ji wezîfeyê hat girtin
17 Hezîran 2026
(NÖ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.