Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê Cemil Tugay, piştî ku bi Koma Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a CHPê û şaredarên navçeyan re civiya, biryara îstifaya xwe bi parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand.
Ji bo CHPê biryara "betalbûna mitleq" hat dayîn
Daxuyaniya îstifayê ya Tugay wiha ye:
"Biryara "Betalkirina Mitleq" a ku Partiya me ya Gel a Komarî pê re rû bi rû maye û tiştên di pêvajoya piştre de qewimîn, jixwe her kes pê dizane. Ez dibînim û fêm dikim ku vê pêvajoyê zirarên mezin dane partiya me ya ku ji aliyê Gazî Mustafa Kemal Ataturk ve hatiye avakirin û Komara me ava kiriye. Bi taybetî biryarên îxrackirinê yên ku rojên dawî li pey hev hatine girtin,cihê fikarê ne. Duh komek serokên bajaran û Serokê me yê Bajêr ê Îzmirê ji wezîfeyê hatin girtin. Ev neheqiyeke mezin e ku li îradeya siyasî ya Îzmirê hatiye kirin û şaşiyeke nayê qebûlkirin e.
Bi hovîtî paşguhkirina îradeya siyasî ya endam û dengdêrên partiya me, nîşaneya biryarên bi vî rengî ne ku dê di rojên pêş de werin girtin. Mimkin nîne ku ev biryarên li pey hev hatine girtin rewa werin dîtin û qebûlkirin. Ez bawer dikim ku di bin van şert û mercan de êdî rûbirûbûna bi rastiyan re ji bo me hemûyan ferz e. Ji bo ku partiya me di zûtirîn deman de vegere ser rênivîseke demokratîk, bêguman berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Min jî heta îro bi helwest, gotar û bi îmzeya xwe ya ji bo kongreya awarte, çi ji destê min hat ji bo vê pêvajoyê kir.
Lê ez êdî bi eşkereyî dibînim ku ev hewldanên me yên biniyetpakî di dema ku em dixwazin de encamê nadin. Li ser vê yekê, dê gelek endamên partiya me hîn jî bi awayekî neheq û derhiqûqî bibin hedef. Ez ji dil bawer dikim ku hewcedariya welatê me bi CHPya ku ji her cûre lîstik, wesayet û manîpulasyonan dûr e û tenê ji bo maf û aramiya gelê xwe dixebite heye. Ez ê di dirêjahiya jiyana xwe de her dem di nav vê têkoşînê de bim. Lê belê, ev CHPya ‘betalbûna mitleq’, êdî nikare bibe banê vê têkoşînê.
Bi van nêrîn û ramanan, bi xembariyeke mezin û bi hêviya ku rojekê dîsa vegerim, ez ji endamtiya Partiya Gel a Komarî îstifa dikim. Di pêvajoya piştî vê de, ez ê wekî serbixwe wezîfeya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê bimeşînim û bi hemû hêza xwe xizmeta bajar û gelê me bikim.”
Polîsan midaxele li Navenda Giştî ya CHPê kir: Ozel û partiyî ji avahiyê derketin
(AEK/AY)