Oguzhan Ugur jî di nav de 9 kesên din hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 10 kes hatibûn desteserkirin. Ji wan 10 kesan, Oguzhan Ugur jî di nav de 9 kes piştî îfadeyên xwe li emniyetê dan, roja Duşemê derketin pêşberî dadgehê û dadgehê biryara girtina wan da.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Oguzhan Ugur, Gulgun Ozturk, Suzan Duşkuner, Emir Taşar, Emre Kartaloglu, Huseyin Kuçuk, Fatih Eke, Muharrem Karataş û Ersin Gokgun bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha cezê û aştiyê hatin kirin û piştre hatin girtin. Lê belê Ozgur Omer Guner bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Oguzhan Ugur hat desteserkirin
Hesabên bexşan tên lêkolînkirin
Lêpirsîn bi wê îdiayê tê meşandin ku bexşên ji bo Komeleya Ahbapê hatine komkirin, şandine hesabên şexsiyên ku ne yên komeleyê ne. Hat ragihandin ku di dosyaya Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Darayî ya Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê de, raporên MASAKê, hesabên bankeyan û daneyên şopandina teknîkî û fîzîkî cih digirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, dozgerî îdia dike ku hesabên hin kesan gelek pereyên mezin ketî û derketiye ku ev ne li gorî rewşa wan a darayî guncaw in. Her wiha di navbera wan kesan de veguhastina pereyên pir mezin çêbûye. Di dosyeyê de her wiha tê îdiakirin ku pereyên zêde derbasî hesabên lîstikên şansê hatine kirin, bi vê rêyê zirarên mezin çêbûne û di demeke kurt de li pey hev gelek tapo hatine dewrkirin. Ev sûcdarî hîna nebûne îdianameyek û li pêşberî dadgehê nehatine nîqaşkirin.
Halûk Levent jî di nav de 14 kes hatin girtin
Di operasyona destpêkê de Haluk Levent hatibû girtin
Di çarçoveya lêpirsînê de di 12ê Tîrmehê de, damezrînerê Komeleya Ahbapê Haluk Levent jî di nav de, endamên komeleyê, xebatkarên wê û kesên ku tê îdiakirin têkiliya wan bi wan re heye pêşî 17 kes, piştre jî 9 kesên din hatin desteserkirin.
Piştî îfadeyên li emniyetê kesek hat berdan. Lê ji 25 kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin, Haluk Levent jî di nav de 14 kes hatin girtin. Derbarê 11 kesan de jî biryara kontrola edlî hat dayîn û ew hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de Alper Çelik ê ku paşê hatibû desteserkirin jî hat girtin.
Bi van 9 girtinên dawî re, hejmara girtiyan bi giştî derket 24an.
Têkiliya Oguzhan Ugur tên lêkolînkirin
Heta niha ji aliyê dozgeriyê ve daxuyaniyeke berfireh nehatiye belavkirin bê ka damezrînerê Babala TVyê Oguzhan Ugur ji ber kîjan karûbar û tevgerên pereyan liber vê lêpirsînê ketiye.
Hat ragihandin ku di çarçoveya tevgerên hesaban ên ku tê îdiakirin têkiliya wan bi bexşên komeleyê re heye de, Ugur bi tohmetên "baweriya ji ber ximetê ji bo karên xirap bikaranîye” û "serê malûmulkên ku ji sûc bidest xistiye, nixumandiye" rûbirû maye. Lê belê li ser bingeh û hêncetên van sûcdariyan tu daxuyanî nehatiye dayîn.
(AEK/AY)