Oguzhan Ugur hat desteserkirin
Damezrînerê Babala TVyê Oguzhan Ugur di çarçoveya lêpirsîna Komeleya AHBAPê de, hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya Sabahê, polîsan li mala Oguzhan Ugur lêgerîn pêk aniye. Derbarê çarçoveya lêpirsînê de ji aliyê dezgehên fermî ve heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn. Daxuyaniyên Ugur ên piştî erdhejê bibûn rojev.
Oguzhan Ugur di dema xebatên alîkariyê de bi Haluk Levent re kampanyayên hevpar dimeşandin.
Piştî desteserkirina Haluk Levent di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Ahbapê de, Oguzhan Ugur roja Sêşemê (14ê Tîrmehê) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weha gotibû:
"Min ji vê yekê dersa xwe girt. Ji niha û pê ve di pêvajoyên bi vê rengî de divê mirov li derveyî saziyên fermî yên dewletê tevnegere û min girîngiya vê dît…"
14 kes hatibûn girtin
Di lêpirsîna Komeleya Ahbapê de ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin, piştî temambûna îfadeyên 19 kesan di 16ê Tîrmehê de hunermend Haluk Levent û Parêzer Ece Guner jî di nav de, 14 kes hatin girtin.
(FY/AY)