Kesên navdar jî di nav de ji bo 25 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve tê birêvebirin de, derbarê 25 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn. Hunermend Mabel Matiz jî di nav de, 14 kes hatin desteserkirin.
Rojnameger Mirgun Cabasê ku derbarê wî de biryara desteserkirinê heye, li ser hesabê xwe yê Xê ev daxuyanî da:
'Vê sibehê min ji çapemeniyê bihîst ku navê min di lêpirsînekê de derbas dibe. Duh min bavê xwe winda kir, ji bo cenazeyê bavê xwe ez li Îzmîrê me. Parêzerên min bi dezgehên lêpirsînê re hevdîtinê dikin, gava ez agahdar bibim ez ê tiştê pêwîst bikim. Xem nekin."
Daxuyaniya Dozgeriyê
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ev daxuyanî da:
"Ji aliyê Serdozgeriya me ya Komarê ve, her wekî li dijî gumanbarên ku bazirganî û hilberîna madeyên hişbir dikin; di çarçoveya lêpirsîneke din a li hemberî kesên ku bikaranîna madeyên hişbir hêsan dikin, cîh peyda dikin û bi kar tînin de, li gorî delîlên hatine bidestxistin, di 21/05/2026an de ferman ji Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Stenbolê re hatiye dayîn da ku derbarê 25 gumanbaran de biryara desteserkirin, lêgerîn, lêkolîna biyolojîk û girtina îfadeyan bîne cih. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin."
Navên ku di lîsteya desteserkirinê de ye ev in:
(EMK/AY)