Li Îranê cezayê qedexekirina hevdîtinê li 10 girtiyên jin hat birîn
Li Girtîgeha Evînê ya li Tehrana paytexta Îranê ye, ji ber daxuyaniyên ku dane û cezayên darvekirinê protesto kirine, cezayê qedexeya telefon û hevdîtinê li 10 girtiyên jin hat birîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Koma Çalakiyan a Hevpar (GAM) derbarê mijarê de daxuyaniyek da û bang kir ku zextên li ser girtiyan bên bidawîkirin. Daxuyanî weha ye:
“Sedema vê qedexeyê ewe ku hinek girtiyan li dijî cezayê îdamê dengê xwe bilind kirin, di qowîşê de atmosfera protestoyê çêbû û wan bi medyayê re hevpeyvîn kirin. Bi vê biryarê re, têkiliya girtiyan a bi malbat û parêzerên wan re bi temamî hat birîn. Vê yekê tecrîta li ser wan kûrtir kir û zexta li ser derûniya wan hîn girantir kir.”
Rejîma Îranê 2 xwepêşanderên din bi darve kir
Nayê zanîn wê heta kengî bidome
Werîşe Muradî jî di nav wan jinên ku ceza xwarine de ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbarê dema qedexeyê de tu dîrokeke zelal nehatiye dayîn û navên girtiyên jin ên ku ceza girtine jî hatin parvekirin.
Saziyên mafparêz ên Îranê: Rejîmê di salekê de 48 jin darve kiriye
Navê jinên ku ceza lê hatine birîn weha ye:
Elaheh Foladi, Forough Taghipour, Sakineh Parvaneh, Shiva Esmaili, Zahra Safaei, Golrokh Iraei, Marzieh Farsi, Werîşe Muradî, Nasim Simiari û Lindsay Forman.
Îranê di 2025an de herî kêm 1639 kes bi darve kiriye
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (Iran Human Rights- IHR) û platforma Li Dijî Cezayên Darvekirinê Em Tev bi Hevre ne (Ensemble contre la peine de mort) têkildarî darvekirinên li Îranê raporeke hevpar weşandin. Li gorî raporê di sala 2025an de hejmara darvekirinan li gorî sala berê wî ji sedî 68 zêde bûye û gihîştiye 1639 kesan.
Li gorî vê hejmarê rojane herî kêm 4 kes hatine darvekirin. Ji sala 1989an û vir ve cara yekem ewqas kes tên darvekirin.
48 jin hatin darvekirin
Li gorî raporê di sala 2025an de 48 jin hatine darvekirin ku ev hejmar di 20 salên dawî de hejmara herî zêde ye.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku darvekirin ji bo zextên siyasî û kontrola civakî têne bikaranîn. Rêveberê IHRê diyar kir ku rayedar hewl didin bi avakirina atmosfera tirsê xwepêşandanan bitepisînin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, jî diyar dike ku Îran li gorî nifûsa xwe yek ji wan welatan e ku hejmara herî zêde ya darvekirinan lê tê sepandin.
(EMK/AY)