Rejîma Îranê 2 xwepêşanderên din bi darve kir
Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Îranê, HENGAWê, Îranê vê sibehê du girtiyên bi navên Mêhrdad Mihemedinya û Eşkan Malikî bi darve kir.
Herdu xwepêşander nêzî pênc meh berê di dema xwepêşandanên Îranê de ku di 28ê Sibata 2026an de destpêkiribû, hatibûn desteserkirin. Heta niha ti agahiyek di derbarê dadgehkirina her du xwepêşanderan de bi raya giştî re nehatibû parvekirin. Li aliyê din hat zanîn ku xwepêşanderê bi navê Arman Merfetî jî metirsiya darvekirinê li ser heye.
Li gorî nûçeya mizanonline ku ser bi rejîma Îranê ye Mihemedinya û Malikî bi wê yekê tên sûcdarkirin ku Amerîka û Îsraîl alîkarî dane wan û ew bi fermana wan derketine kolanan. Çek, sotemenî û madeyên teqîner bikaranîne, nîzam û aramiya giştî têk dane û bûne sedema mirin û birîndarkirina bi sedan hêzên ewlehî û welatiyan. Her wiha bi şewitandin û rûxandina banke, mizgeft û mal û milkên giştî jî hatine tohmetbarkirin.
Saziyên mafparêz ên Îranê: Rejîmê di salekê de 48 jin darve kiriye
Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan û yên nan neteweyî Îran yek ji wan welatên herî zêde cezayê darvekirinê bi cih tîne ye. Ji Adara 2026an ve ango ji dema despêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve derxistin û bi cihanîna cezayên darvekirinê gelek zêde bûne.
Di nava sê mehan de herî kêm 37 kes bi hincetên tevlî xwepêşandanan bûne yan jî bi îdiaya ‘hevkarî li gel dijmin û muxalefetê de’ kiriye, hatine darvekirin.
Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li sê welatiyên Kurd birî
Kesên ku Îranê ceza lê birîne Mihemed Emîn Şemsî, Emîr Îmrayî û Kamyar Îmrayî. Fotograf: RojNews
Bi destpêkirina şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê re, pêlek a tund ya girtin û darvekirinê li Rojhilatê û Îranê destpê kir. Di heman çarçoveyê de sê ciwanên Kurd bi 9 sal û sê meh cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin.
Li gorî daneyên HENGAWê sê ciwanên Kurd ên xelkê Dereşehr a ser bi bajarê Îlam û niştecihên bajarê Kerec bi 9 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatine mehkûmkirin.
IHR: Îranê îsal herî kêm 1000 kes darve kirine
Hate ragihandin ku ciwanên bi navê Mihemed Emîn Şemsî, Emîr Îmrayî û Kamyar Îmrayî ku cezayê girtîgehê bi ser de hatine sepandin, di xwepêşandanên vê dawiyê yên gelên Îranê de hatibûn desteserkirin.
Ev her sê ciwan di dema desteserkirinê de gelek caran ji aliyê pasewanên girtîgeha Qizilhesar ya Kerecê ve hatine êşkencedan û 10 rojan di hucreya yekkesî de bêyî ku cihê wan were diyarkirin hatine girtin. Her wiha di dema desteserkirin û lêpirsînê de, rêgirî li hevdîtina gel parêzer û malbatê hatiye kirin.
Li Rojhilatê û Îranê di 6 mehan de 400 kes hatine darvekirin
Îranê di 2025an de herî kêm 1639 kes bi darve kiriye
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (Iran Human Rights- IHR) û platforma Li Dijî Cezayên Darvekirinê Em Tev bi Hevre ne (Ensemble contre la peine de mort) têkildarî darvekirinên li Îranê raporeke hevpar weşandin. Li gorî raporê di sala 2025an de hejmara darvekirinan li gorî sala berê wî ji sedî 68 zêde bûye û gihîştiye 1639 kesan.
Li gorî vê hejmarê rojane herî kêm 4 kes hatine darvekirin. Ji sala 1989an û vir ve cara yekem ewqas kes tên darvekirin.
48 jin hatin darvekirin
Li gorî raporê di sala 2025an de 48 jin hatine darvekirin ku ev hejmar di 20 salên dawî de hejmara herî zêde ye.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku darvekirin ji bo zextên siyasî û kontrola civakî têne bikaranîn. Rêveberê IHRê diyar kir ku rayedar hewl didin bi avakirina atmosfera tirsê xwepêşandanan bitepisînin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, jî diyar dike ku Îran li gorî nifûsa xwe yek ji wan welatan e ku hejmara herî zêde ya darvekirinan lê tê sepandin.