Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (Iran Human Rights- IHR) û platforma Li Dijî Cezayên Darvekirinê Em Tev bi Hevre ne (Ensemble contre la peine de mort) têkildarî darvekirinên li Îranê raporeke hevpar weşandin. Li gorî raporê di sala 2025an de hejmara darvekirinan li gorî sala berê wî ji sedî 68 zêde bûye û gihîştiye 1639 kesan.
Li gorî vê hejmarê rojane herî kêm 4 kes hatine darvekirin. Ji sala 1989an û vir ve cara yekem ewqas kes tên darvekirin.
48 jin hatin darvekirin
Li gorî raporê di sala 2025an de 48 jin hatine darvekirin ku ev hejmar di 20 salên dawî de hejmara herî zêde ye.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku darvekirin ji bo zextên siyasî û kontrola civakî têne bikaranîn. Rêveberê IHRê diyar kir ku rayedar hewl didin bi avakirina atmosfera tirsê xwepêşandanan bitepisînin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, jî diyar dike ku Îran li gorî nifûsa xwe yek ji wan welatan e ku hejmara herî zêde ya darvekirinan lê tê sepandin.
Xwepêşander bi darvekirinê re rûbirû ne
Di raporê de hatiye diyarkirin ku bi sedan kesên di destpêka sala 2026an de beşdarî xwepêşandanan bûne, hîna jî di nava xeteriya darvekirinê de ne.
Hat gotin ku ev xwepêşandan bi awayekî hovane hate çewisandin, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî hatin binçavkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku Kurd û Belûc di nav kesên ku hatine darvekirin de zêde ne. Rêxistinên mafên mirovan, di rapoara xwe de da zanîn ku di krîza heyî de darvekirin dikarin zêde bibin û bang li civaka navneteweyî kirin ku nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
(AY)

