Li Enqereyê li dijî cihê LGBTÎ+yan operasyon: 7 kes hatin girtin
Serdozgariya Komarî yaq Enqereyê ragihand ku lêpirsîn li ser serlêdanên CÎMERê, beyanên şahidan, lêkolînên çavkaniyên vekirî û parvekirinên medyaya civakî hatiye destpêkirin. Medyaya nêzî desthilatdariyê jî operasyon bi gotinên ku LGBTÎ+yan hedef digirin û wan reş dikin kirin nûçe.