Jîngehparêz Esra Işik serbest bû
Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û serok û nûnerên baroyên Stenbol, Îzmir, Aydin û Muglayê, li gel gundiyên Îkîzkoyê, beriya nirxandina rewşa Esra Işikê li ber Edliyeya Milasê kom bûn. Esra Işikê ji ber ku li dijî biryara "destdanîna bilez" li ber xwe dabû, hatibû girtin. Beşdaran daxwaz kirin ku Işik demildest serbest bê berdan.
Li gorî nûçeya Haber Milasê ku ji çalakiyê ragihandiye, hiqûqnasên ku di çalakiyê de axivîne bi bîr xistine ku 6emîn Daîreya Şûraya Dewletê biryara "rawestandina birêvebirinê" a ji bo destdanîna ser gundê Îkîzkoy û derdora wê daye. Ji ber vê yekê, hiqûqnasan destnîşan kir ku tu sedemeke qanûnî ji bo girtina Işikê nemaye.
Parêzer Kemal Aytaç li ser navê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê axivî, wiha got: “Esra Işık mafdar e, pir mafdar e. Wê parastina hiqûqê kir. Lê Esra Işik hat cezakirin. Ji ber vê yekê, îro dosyeya wê tê nirxandin û em li vir in. Em îro li vir kom bûn da ku darizandin dawî li vê hêsîrtî û vê zilmê bîne.
Jîngehparêz Esra Işik tehliye nebû
Dayika Esra Işikê û Mixtara Îkîzkoyê Nejla Işikê destnîşan kir ku wê Roja Dayikan ji keça xwe dûr derbas kiriye û weha got: “Ez dixwazim ji bo Esrayê hiqûq demildest bi cih bibe.”
Daxuyaniya çapemeniyê ya ku xelkê Îkîzkoyê bi pankartên li dijî "destdanînê" beşdar bibûn, bi dubarekirina daxwaza tehliyeya Esra Işikê bi dawî bû.
Piştî çalakiyê, 3emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê a Milasê rewşa girtina Işikê nirxand. Dadgehê, bi şertê "kontrola edlî" û "qedexeya derketina derveyî welat" biryara tehliyeya Işikê da. Esra Işik piştî 41 rojan serbest bû.
(HA/AY)