Jîngehparêz Esra Işika îro cara yekem derket pêşberî dadger. Işık, ji ber berxwedana li dijî madena komirê ya ji bo santrala termîkê a li Îkîzkoya Muglayê hatibû girtin.
Işik, ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê bi destên kelepçekirî û di bin çavdêriya cendirmeyan de birin danişîna li 3emîn Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Milasê. Danişîna ku di saet 10.00an de dest pê kir, heta saet 17.30an dewam kir.
Dayika Işikê Nejla Işik, Serokê Baroya Muglayê Levent Akgun, parlamenterên CHPê Cumhur Uzun û Mahmut Tanal, Serokê Bajarê Muglayê yê CHPê Nail Kızıl, Seroka Bajarê Muglayê ya Partiya Kedê (EMEP) Döndü Taka Çinar û nûnerên hin partiyên siyasî û saziyên sivîl danişîn şopandin.
Gundiyên Îkîzkoyê jî li Akbelenê 'nobeta edaletê' dan destpêkirin û doz ji wir şopandin.
Işikê di parastina xwe ya li dijî îdîanameyê de diyar kir ku armanceke wê ya sûckirinê tune ye û weha got: 'Min nizanibû ku ew wesayît ya heyeta keşfê ye; min digot qey rayedarên ku ji bo şîrketê hatine ne.
Piştî parastin û gotinan dozgerê danişînê derbarê Işikê de nêrîna xwe aşkere kir û xwest İşik girtî bimîne. Dadgehê jî li gorî vê yekê biryar da ku girtina Işikê berdewam bike.
Danişîna din a dozê wê di 1ê Hezîranê de pêk were.
(HA/AY)
