Ji bo Komeleya Ahbapê qeyûm hat tayînkirin
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî îddîaya "bexşên ku li ser navê Komeleya Ahbapê hatine komkirin ji bo hesabên gumanbar hatine veguhestin" de, biryar hat dayîn. Li gorî biryarê ji bo rêveberiya komeleyê dê qeyûm bê tayînkirin û hemû xebatên wê wek tedbîr bên rawestandin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dosyeya dozê amade kir û şand 29emîn Dadgeha Hiqûq û Esliyê ya Stenbolê. Li gorî vê divê bi lezgînî biryara fesixkirina komeleya bê dayîn û bi sedema xebatên sûc ên hatine kirin, pêkanîna armanca avabûna komeleyê nepêkan bûye.
Halûk Levent jî di nav de 14 kes hatin girtin
Di doznameyê de diyar bûye ku komele bûye navendek ku gelek sûc tê de hatine kirin. Ji ber ku li dijî qanûnan tevgeriya ye, hat xwestin ku xebatên komeleyê bi lezgînî bên rawestandin. Her weha 8emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Stenbolê ji bo birêvebirina mal û milkên komeleyê heyetek wekî qeyyûm tayîn kir.
29emîn Dadgeha Hiqûq û Esliyê ya Stenbolê daxwaznameya dosyeyê nirxand û biryar da ku hemû xebatên Komeleya Ahbapê heta ku doz bi dawî dibe wek tedbîr bên rawestandin.
Oguzhan Ugur jî di nav de 9 kesên din hatin girtin
(HA/AY)