Îsraîlê careke din êrîşî Fîloya Sumûd a Cîhanî kir
Artêşa Îsraîlê ji bo dest deyne ser Fîloya Sumûd a Cîhanî di avên navneteweyî yên Deryaya Spî de êrîş da destpêkirin. Armanca Fîloya Sumûd a Cîhanî şikandina dorpêça li ser Xezeyê ye û gihandina alîkariya mirovî ye.
Maseya Krîzê ya Fîloya Sumûd a Cîhanî ragihand ku li nêzî girava Qibrisê du keştiyên şer li nêzî fîloyê hatine dîtin.
Di çapemeniya Îsraîlê de jî nûçeyên wekî "destwerdanê destpê kir" cih girtin. Di weşanên zindî de hat dîtin ku hin çalakgerên li ser keştiyan, ji ber nêzîkbûna leşkerên Îsraîlê, telefonên xwe avêtin deryayê û destên xwe rakirin hewayê.
Rayedarên Masaya Krîzê her wiha ragihandin ku leşkerên Îsraîlê bi ser hin keştiyan de girtine û peywendiya bi 23 keştiyên di fîloyê de qut bûye.
Fîloya Sumud a Cîhanî: Dest bi midaxeleya keştiyên me kirin
Rayedaran destnîşan kir ku di nav keştiyên ku rastî vê destwerdana bêhiquqî hatine de keştiyên bi navê "Kaktûs", "Zîo Faster", "Holy Blue", "Munkî" û "Sadabad" jî hene.
Di nûçeyên çapemeniya Îsraîlê de hat ragihandin ku ji beşdarên fîloyê 100 kes bi awayekî derqanûnî hatine ragirtin. Hat diyarkirin ku dê çalakger ewilî li keştiyeke ku hatiye veguherandin bo girtîgehê bên siwarkirin û ji wir jî ber bi Bendergeha Aşdodê ya li başûrê Îsraîlê ve bên veguhestin.
Li gorî agahiyên ku rayedarên Masaya Krîzê dane; di nav welatiyên Tirkiyeyê yên ku artêşa Îsraîlê di avên navdewletî de bi awayekî deryasayî desteserkirine de ev nav hene: Fatma Zengin, Bilali Yıldırım, Sibel Duyan, Zeynel Abidin Özkan, Yasin Yalçın, Validin Asaf, Tunç Yılmaz, Mustafa Şimşek, Mustafa Güzkaya, Muhammed Ensar Aslan û Emrullah Demir.
Fîloya Sumûd a Cîhanî careke din ber bi Xezeyê diçe
Endama Desteya Rêveber a Fîloya Sumûd a Cîhanî Ayçin Kantoglu di daxuyaniyeke vîdyoyî de got: Çalakger çalakiyeke bêtûndkarî û sîvîl pêk tînin. Ew hewl didin bi nîşandana hewcedariyên gelekî ku rastî qirkirinê tê, korîdoreke alîkariya mirovî vekin. Ew ne tevlî tu sûcekî bûne ku hewceyî desteserkirina wan bike.
Kantogluyê bal kişand ser wê yekê ku beşdarên fîloyê bêçek in û di çalakiyên wan de tûndkarî nîn in û weha got: "Ji ber vê yekê, ev destwerdana ku hatiye kirin ne li gora hiquqa navdewletî ye û ne jî li gora wijdana mirovahiyê ye."
Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dîjî Fîloya Sumûd a Cîhanî
Mîsyona Biharê ya 2026an a Fîloya Sumûd a Cîhanî şeva 29ê Nîsanê li nêzî girava Girîtê rastî destwerdana bêhiquqî ya artêşa Îsraîlê hatibû. Armanca fîloyê şikandina dorpêça Îsraîlê ya li ser Xeta Xezeyê û gihandina alîkariya mirovî ya jiyanî ye.
Artêşa Îsraîlê ku di avên navdewletî de destwerdaneke nehiqûqî pêk anî û êrîşî keştiyên çalakgeran kir û 177 çalakger ragirtin û miameleya xerab li wan kiribû.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Fîloya Sumûd a Cîhanî ve hatine parvekirin, di 52 keştiyan de bi giştî 426 beşdar cih digirin.
Di fîloya ku 96 çalakgerên ji Tirkiyeyê tê de ne; ligel Tirkiyeyê ji 39 welatên wekî Almanya, DYA, Arjantîn, Awustralya, Awusturya, Behreyn, Belçîka, Brezîlya, Cezayir, Endonezya, Fas, Fînlenda, Fransa, Afrîkaya Başûr, Xorvatistan, Hollanda, Îngistan (Brîtanya), Îrlanda, Îspanya, Îtalya, Swîsre, Kanada, Lîbya, Malezya, Meksîka, Misir, Morîtanya, Norwêc, Pakistan, Polonya, Romanya, Slovakya, Srî Lanka, Şîlî, Tûnis, Oman, Vîetnam û Zelandaya Nû çalakger beşdar in.
Artêşa Îsraîlê di Tebaxa 2025an de jî êrîşeke wekî vê biribû ser Fîloya Sumûd a Gerdûnî ku wê demê bi zêdetirî 40 keştiyan 500 çalakgerên ji zêdetirî 44 welatan ber bi Xezeyê ve diçûn.
(HA/AY)