Îsraîlê careke din êrîşî Fîloya Sumûd a Cîhanî kir
Têkiliya bi hin keştiyên di fîloyê de ku ji bo şikandina dorpêça li ser Xezeyê û gihandina alîkariya mirovî bi rê ketibûn, qut bû. Maseya Krîzê ragihand ku leşkerên Îsraîlê bi ser keştiyan de girtine û çalakgerên ku di nav wan de welatiyên Tirkiyeyê jî hene, hatine desteserkirin.