ÎSÎG: Di meha Gulanê de herî kêm 212 karker mirin e
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora xwe ya meha Gulana 2026an aşkere kir.
Li gorî rapora İSİG di meha Gulanê de herî kêm 212 karker di dema karkirinê de mirin e. Li gorî daneyên meclîsê di Gulanê de her roj 7 karker mirin e.
ÎSÎG: Di sala 2025an de herî kêm 2105 karker mirin e
Di pênc mehên destpêkê yên sala 2026an de herî kêm 835 karker di dema karkirinê de mirin e. Her weha di meha Kanûna Paşîn de 155, di Sibatê de 129, di Adarê de 149, di Nîsanê de jî 190 û di meha Gulanê de 212 karker di dema karî de mirin e.
Meclîsa İSİGê, ji sedî 68ê daneyan ji çapemeniya neteweyî, ji sedî 32yê wan jî ji hevalên kar û malbatên karkaran, pisporên ewlehiya karî, bijîşkên cihê karî, sendîka û çapemeniya herêmî berhev kiriye.
Di meha Gulanê de karker herî zêde di beşên avahîsazî, guhestin û çandiniyê de mirin e.
Li gorî sektoran di beşa pîşesaziyê de 78, xizmet 48, avahîsazî 38 û di beşa çandiniyê de jî 48 karker mirine.
2025: Zarokan di bianet kurdiyê de çawa cih girtiye?
13 jin, 16 koçber û 7 zarok mirin
Di rapora ku ji bo 12ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Karkeriya Zarokan hat amadekirin de hat diyarkirin ku di meha Gulanê de heft karkerên zarok mirin e.
Çar ji zarokên ku di dema karî de mirine di sektora çandiniyê de, yek di bazirganiyê de, yek di avahîsaziyê de û yek jî di sektora metalê de dixebitîn. Zarokek di çarçoveya MESEMê (Bernameya Navendî ya Perwerdehiya Pîşeyî) de ku ev demeke dirêj e tê nîqaşkirin, dihat xebitandin.
Di sala perwerdehiyê a 2024-2025an de herî kêm 72 zarokên karker mirine
Di meha Gulanê de ji karkerên ku mirine jê herî kêm 13 jin û 16 penaber/koçber bûn. Hat diyarkirin ku karkerên jiyana xwe ji dest dane ji Misir, Ozbekistan, Sûriye, Turkmenistan, Afganistan, Îran, Qazaxistan û Senegalê ne.
(NÖ/AY)